dayk û kuř

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 3 minutes  1494 views
be řojêkî gelêk baran û serma
ne her serma, serim lew řoje sûř ma
le gundêk hełkewt řêm kewte małêk
çi małêk her wekû xewn û xeyałêk
gelêk małêkî germ û pak û xawên
kuř û kîjêk lewê wek tułî lawên
kuř û kiç pêkewe xuşk û bira bûn
degeł daykêk lenaw ew małeda bûn
hemû hênde dił awa bûn û řûxoş
ke mandûbûnî řêgem kird feramoş
lepaş mawêkî kem dîtim «gelawêj»
legeł «simko»y biray kewte wituwêj:
***
birakem gerçî to taqe biramî
humêdî řojî řeş pişt û penamî
be to řûne gilêney çawekanim
le tořaye hemû xoşîy jyanim
gułî hîway le baẍî jînî minda
liqî serwî lenaw perjînî minda
heta ew řoje demnêjin le giłda
biray û xoşewîstît her le diłda
bełam ew daxe demkujê nihênî
biray dîm wa le senger to lewê nî
gelawêj lew witey xoy kewte giryan
degrya û deygut û firmêskî deřjan:
lewê nî takû toş çawit lewî bê
le parêzbirdin û hat û hewî bê
lewê nî to le katî şewnxunda
lenêw agir û biłêsey řojî řûnda
lewê nî to heta hawar bika lêt
bira pêşmergekey diłsozî hawřêt
le dujmin řaxuřê wek şêrî sermest
le řêy gelda řuḧî bawête ser dest
temaşay to bika û dił xoş bika pêt
serî dujmin be gep bawête berpêt
ḧeyf simko ke lawêkî wekû to
becê mawî le awał û biray xo
serim hełnaye îtir min le şerman
hicumî tane hênd ekirête serman
lenaw gunda eger řoje eger şew
legeł minda hemû gałtey em û ew
eger to ḧez ekey lêre bimênî
lelay daykim be to bo xemřewênî
lecêy toş min biçim bew şerte simko
le řêy gelda çîye feřqî min û to?
***
wełamî dawe simkoy dił birîndar
bira qurbanî to xuşkî wefadar
ewey wa to minit pê girte lome
ewe erkî girîngî şanî xome
de hêzmida heye bew erke hestim
le řêy řizgarî ta demirim newestim
bełam min her pejarey tome yekcar
degeł ew pîre dayke bê kes û kar
***
heta ew kate her bêdeng bû «řûnak»
ke way bîst hate pêş ew daykî diłpak
ser û pirçî sipî wek befrî bêgerd
witey karî dekirde ser diłî berd
be zerde û pêkenîn řûy kirde simko
gutî: min têgeyîm řołe qisey to
kuřêk bo nîştiman xwênî neřêjê
le řêy řizgarîya meynet neçêjê
le dujmin xwênî babî xoy nesênê
nebûnî baştire ba her nemênê
ewaney bo weten çûne kej û ko
hemû daykyan heye simko wekû to
le şaxan şîn nebûn berdî çya nîn
kes û karî men û lêman cya nîn
girane derdî jêrdestî û zelîlî
biřo bimre û mejî satê be dîlî
***
hetaw tazey gizîng dabû le aso
kuř û dayk ke destyan kirde esto
xeyał bû, dîde bû, min bûm serî gêj
nizay dayk degeł zerdey gelawêj
serî kêşabû řoj û ta twanî
ewîş dew dîmene cwaney řwanî
biřo têkoşe bo ew aw û xake
ḧełałit bê kuřim, ew şîre pake