pesnî xwa

bîsْmî ٱlilّٰhî ٱlireّḧْmeٰnî ٱlireّḧîym
From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 4 minutes  1200 views
serî namem be nawî to xwaye
ke bê nawî to name bê newaye
xway berz û newî û hewraz û lêjan
xway řojîderî pîtoł û gêjan
xway tenyay dyar û nadyaran
xway mîr û belengaz û hejaran
xway min, ey xway diłşad û diłteng
xway bê yar û bê havał û bê řeng
xway bîna, xway zana be ḧałan
xway bê yawer û řût û řecałan
be çaw lêknanê lêk hełdênî çawê
behêze destî to, hewkarî nawê
egerçî ḧazir û nazir le gişt cêy
xeyał nagate ew cêye ke toy lêy
wicûdî to egerçî řûn û sûre
le řadey derkî zanistîş be dûre
xway hest û wite û bîr û xeyałan
xway kwêr û keř û gêř û gewałan
be cîrey bê minet têr û be êru
leser xwanî xwayît mar û mêrû
be têrbûn û nebûnî muçexoran
le derkî to nîye taran û toran
be to dekirê binêrî tîşkî tawê
ke bê gyanî weber, bê gyanî bawê
le tořaye tirîfey mang le şewda
etoy bêdar û baqî tir le xewda
teř û parawî ton ezman le zaran
le des toda diłî yar û neyaran
be emrî to hewr baranî dênê
beser çol û çyada deyřjênê
be wîstî toye xêryan lê debarê
keşî hawîn û payîz û beharê
eto wat kird ke zistanan besebirin
eger zistan lejêr baristî befirin
xwaye ey xway cwan û dizêwan
xway egrîce zerd û kulme zêwan
xway sîne sipî û nerim û diłî seng
xway bisk û kezîy şoř û qedî teng
min ewřo çim ewê lêt her zimanê
zimanê bê ke pesnî to bizanê
zimanêk bê ke zanî zare karim
be hasanî wişe bawête zarim
zimanêk bê legeł ew wate ogir
ke «tenya to xway îtir kesê tir»
xeyałî min minałê bê zimane
dena yadî to awêtey diłane
witarî zore bîłê û çeşnî mindał
qisey bo naye deykate giřugał
le cêyek pesnî to zana nezanê
çi dê îtir le destî bê zimanê
diłêkim pê bide deryay ewîn bê
berîn bê, bê birîn bê, agirîn bê
diłêk bê xwên nebê, dił bê le sîne
diłê bê jeng û gerd û buẍiz û kîne
be carê zorî hêna derdedarî
des û hengawî şil kird leş be barî
îtir ba tem leber çaw nařewênê
řwangey dîde her dê û kurtî dênê
le ałozîy witarmiřa dyare
ke çî pêm kirduwe derd û pejare
binêre xwaye hetwanî birînim
ke janî dił biřî xoşî le jînim
îtir ewcar min û jînêkî bê wey
îtir cêy ax û daxan bigrê oxey
xemêkim pê mede zêdey twanam
xemit xwaye le twana zêde pêdam
leber bê çareyîm hengaw be hengaw
be serşêwawî deřwanin ser û çaw
dwa qonaẍî řêgem derkî toye
xwa bigre desim lew hatuçoye
bezet pêmda bê řûnakî bixe řêm
ke bew řê řasteda řizgar bim û bêm
eger kar kewte bexşînî xwayî
be gişt pařanewêk dênî dwayî
bełam key tamî mergim pê deçêjin
le kurdistanî řizgarim binêjin
le fîrdewsa û le kurdistanî zenwêr
leş û gyan beş bin û seyran biken têr
be espayî dê dengê nadyarê
deçirpênê be gwêma car be carê
ke řoyî karwan û pay to lenge
leşt pê naçê gyan derke direnge
temen her çî hebû řoyî le xewda
ebînim êste zor kem mawe mewda
le estom hênd girane barî tawan
çemawin piştim û ejnom le tawan
be tenyayî le řêgey dûr û bê bin
temam tenya be lutfî to heye min
nîye toşem le řuḧmî to zyatir
ke lew řuḧme nîye hîç toşe çatir
ne çarêkim heye îtir ne řêy dî
berew qapît ewe dêm hêdî hêdî