baz û kew

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 3 minutes  1134 views
le mełbendêkî xoşî kurdewarî
serewjûr bûnewe xêł bo hewarî
le daxî befir û zistan û kiřêwe
çyay řazandibowe xakelêwe
leber deşta kirasî mexmerî şîn
le amêzî hełałe û yas û nesrîn
temaşay çit dekird xwar û ser û jûr
serî lêk dabû şillêr û gułî sûr
wiłat xemłîbû bew çeşne seraser
be xaşxaş û gułî beybûn û şestipeř
lenaw ew dîmene sewz û cwane
ke cêy dirkandinî hestî diłane
le zerdêka kewêkî qoz û nexşîn
sikałay bû legeł bazêkî têbîn
sereřay ew sirûşte diłřifêne
wekû zamdarê kew deykird wiřêne:
***
deẍîlit bim melî pispoř û çazan
melî teřdest û wirya û jîr û teřlan
de jînda boçî wa çareřeşim min?
le xoşî û kameranî bêbeşim min?
emin řuḧ dadenêm bo xawenî xom
leber çî ew wefayêkî nîye bom?
were toxwa seyr ke xał û mîlim
leser ew dîmeneşřa wa zelîlim
hemû řojê degeł kazîwe engut
deçim bo řawî mêřoj û syasut
le qaspey min hezar bař û kewî pîr
le dawî xawenmida bûne nêçîr
se’atêk nasrewm bê xwardin û xew
ke ew têr bê le goştî naskî kew
nebû carêk le sîpeyda bixiwênim
le girmey tapřî deng danwênim
le małê saz û semtûre ẍuřey min 
nişey řawçî debziwênê guřey min
leser ew ḧałeřa bê qedir û ḧurmet
qefez cêgay mine bê dan û xizmet
eger řojêkî kew nekirên qełaço
ebê lêm dařnin bał û peř û po
***
wiłamî dawe «baz»y kone řawker
ke tawan her letořaye seranser
eto xot bûye gurgî mêgełî xot
îtir kê bêt û diłsozî bika bot
de xwênda sûr buwe dindukî ałit
ebê bîgrye estoy xot webałit
biraket bang ekey bîxeyte  nêw daw
bełam dwa řojî xot naxeyte berçaw
deřêjî xwênî xizmî xot û boxot
dedey destî peşîmanî le ejnot
ke bo fewtanî hozit tê dekoşî
de jînda çon ebînî xêr û xoşî?
kesêk boxoy ewe şerit û beqay bê
ebê çon dujminî bo ew wefay bê
diłit nasûtê bo cuckî biray xot
etoş pêwîste bîbînî sezay xot
leber ew řawe degrê ḧurmetî to
dena ew nayewê xał û xetî to
hemû deşt û çya pawanî toye
eger têyda nejî tawanî toye
be serberzî lenaw hêlane mirdin
ne wek to xizmetî bêgane kirdin