pîtî «g»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 2 minutes  511 views
gawir gîrodey derdî dił nebê
hezar maceray lê ḧasił nebê
***
girdî «şêx fetaḧ» berdibjar ekem
leber xatrî taqe yarekem!
***
gułan der neçê be wêney sałan
tîp neden ce dewr xeymey gułałan
zemîn serbest bî, dernekey gya
wîney diłekey min sifit bî sya
çunke diłekey min nîşt we say xemnak
yaxwa hîç gułê der neyet ce xak!
***
gułałesûrey kejî «paşařê»
bo cwan egeřyam, pîrim hate řê
***
gułekem ḧacî «miryem» bo ḧecê kirdit
terkî diłdarî to be min kirdit!
***
guł gułî meẍmeł banî şanekey
tarîkîy ḧemam, sipîy řanekey!
***
gułopim dana, fanozim dû dû
’eşqî kiçêkim ha le «kanî tû»!
***
gozey hełgirt bo awê
bo ser kanî û zelkawê
ew daykey şîrî dawe
be qed minî xoş nawê!
***
goranîy ełêm we diłî xemîn
pişkeşî ekem be bałay amîn!
***
gerdin zerd û lamil zerd
gerdinî zerdit her wase
ew milwênke le milta
beyn beynî murgî xase!
***
gerdin keley qen, lêwit gułbaxî
çawit «qedem xeyr» le êran yaxî
***
germîy germyan sardîy pay kelan
le çirîkey gyaken, şew bakey «zelan»
***
germîy germyan, sardîy deştî wiř
hat hatî ceyran, nişîngey kełuř
***
genim gułî kird, co řinayewe
beynî min û to nebřayewe