pîtî «k»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 6 minutes  774 views
kaşkî řoy ezeł nebway be dostim
nebwayte şeytan neçwayte postim!
***
kanîyekey ber mał, awekey lêłe
’eybêkî heye: çawêkî xêle!
***
kanîyekey ber mał, çořeçořyesî
memkî ew kiçe řawe pořyesî!
***
kanîyekey ber mał, zîx dane dane
yarim danîştuwe, ziłf eka şane
***
kanîyekey ber mał, qewze girtûye
cwanîyekey ’alem yarim birdûye!
***
kanîyekey ber mał, kanîy jinane
cêge seyrangay herzekarane
***
kanîyekey ber mał, germe wek mełhem
bişo demuçaw, daybêre perçem
***
kaẍez enûsim be qełemî řeş
lêt mubarek bê şuwekey «tepeřeş» !
***
kaẍez enûsim le twêkłe pyazê
eynêrim bo yar le «girdenazê»!
***
kafir hey kafir, załim hey załim
derdedarî tom, ta key binałim?!
***
kiraseket tenk meyde le dîwar
dił her yekêke, meyde be hezar
***
kiraseket çîtî dûber
mêrdit kird xakit be ser?!
***
kiraseket diřya, bo kirasê nakey?
mêrdeket gule, bo ḧaşa nakey?!
***
kiraseket diřya, memkit kewte der
we řoje řoje sałit birde ser
***
kiraseket «naznaz» gişt gyanit dyare
êste memkuje, bimxe êware!
***
kirasekey berit, textekey řeşe
jindar û bê jin bo to nexoşe!
***
kirasekey berit çîtî «qenewz»
şewê têm bo lat, nemankey we diz!
***
kirasekey berî derzîşkêne
eger naynasî, çaw hełtekêne!
***
kirasekey berî guł dane dane
minî kuştuwe, le dêy xomane!
***
kirasekey berî nerim û tenke
memkî xiř kirduwe, to destî lê ke!
***
kirasekey berî «hanî hanî»ye
daymewderhem le řêy kanîye!
***
kirasekey tenk jêrkiras dyare
sedî kuştuwe, dûsed zamare!
***
kirasekey řeşe, suxmekey kewe
şewqî biřîwe lew mangeşewe!
***
kirasêkit bo bikem kes nekerde bo
tenk û bê gyan, şemał berde bo
***
kirasêkit bo bikem, gezî dînarê!
toyan be kê da, berdî lê barê?!
***
kirasêkî leberdaye, kes nazanê çi řenge
emin le daykîm pirsî, eyut: karî ferenge!
***
kirdime berzî, bisoy dyare
kirdim temaşay ’êlî «ẍeware»
***
kirdûte ber «şîrdax»y şiř
wa le jêrya dû lîmoy xiř
xwa daynawin bo destî kuř!
***
kirdûye berî kirasêkî taze
minî kuştuwe, ew bêmecaze!
***
kirdûte ’adet le heywan nîştin
çawit kird be tîr; bo řêbwar kuştin!
***
kizekiz meke; ekzêmewe
wek marangeste eřzêmewe!
***
kizekiz meke, kizet le gyanim
kizeket mełhem le řûy zamanim!
***
kizey min nîye, kizey kebabe
bo le řastî min bûyte esḧabe?!
***
kizem le nûzey hetîw betre
diłekem le diłî leyl syatre
maçî demeket keley şekkere
***
kiłaşî peřoyîn we sête çinyaw
ziłfî kemêłîn hergîz neşoryaw!
***
kiław zeřeket bixe we bera
hetakû payîz ’êl tê le sera
***
kilkey «şêx lenger» toy «bekirbayewe»
duxterê hatuwe, şexsê ’ecayew!...
***
kułe poyleket taney ser çawim
minnetîş nebey şew le lat nawim!
***
kułe poyleket kird we çeperwen
wey keł eřwanî le payînî derwen
***
korpe! pirsyarê ’eybu’ar nîye
emsał meyleket wekû par nîye
***
keprêkit bo bikem le «gyakłane»
saqî «welkemir» řeşeřeyḧane
***
keprêkit bo bikem le no kołeke
berî awêne piştî mefreqe!
***
kełkuj! keł mekuj, keł wa le zaxe
keł û saḧêb keł berzedemaxî
***
kelgel gîrawe, řêgam nîye bêm
bixuře belemçî agir çuwe lêm!
***
kem bê û kem biço be gwêy pasarit
kwanê îşaret ser gwêy ḧesarit?!
***
kem bê û kem biço, kem bike lare
xotit da le pet, min le qenare
***
kem bî û kem biço, kem xot binwêne
kem taney ’alem be serim bêne!
***
kem bê û kem biço kem bide ’ezêtim
hem dînim sûta, hem qeyametim!
***
kem bike banewban, kem bike temaşa
daykî ḧew kuř bim, bot ekem ḧaşa!
***
«kemere» û «lûle» û «heyase»
giştî bo ’ase xase!
***
kenîşke! çît ewê biçkoley dwênê şewê
qołit bike be serîn be cût xewman lê kewê!
***
kenîşke! kałekem henarî ser tałekem
gêskê nezrî ełła bê îmşew bêyte małekem
***
kenîşke kurdey mał le nohewar
maçêkim biderê, gaket bo bikem bar
qořem da le ga dûr le saḧêw bar
piştî ḧew birat bo nakeme xwar
***
kenîşke meřo, wa min le dwatim
nawit nazanim, ’eşqî bałatim
***
kewa şîrdax, pence pence
her maçêkit be sed gence!
***
kew bûm kew bûm le kewbařê
çînem ekird le gwê cařê
***
kewtote beyniman ḧew kêwî şîn şîn
le yekyan kirdîn kafir û bê dîn
***
kewî kase sim zewîy wesim diř
le şimqař tîjtir ahû le gel biř