pîtî «li»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 4 minutes  682 views
la ke bem lawe bînim cebînit
leser kam dînî, bême ser dînit!
***
la ke bem lawe bînim ziłfanit
ba gyanî şîrîn keme qurbanit
***
la ke bem lawe, we lalûtewe
řeşmarê bida we xesûtewe
***
layek bikero xway xot binase
biřwane diłekem çenê kesase
***
layelayeket pîr minał eka
şêx le şerî’et dîn betał eka
***
layê bikero, we řûy qînewe
řesmêket bigirim we cilî şînewe!
***
layê bikero, we lay řaseda
laşe wek bilûr le kiraseda
***
layelayeket we yasînim wê
sîneket mîḧrac řêgey dînim wê
***
le êwarewe tirş û zaxme
kełkełey we germ pay leylaxme
***
le êwarewe giryan meylme
yekcar arezûy dûrîy leylme
***
lebnî kepir û sebaye
dengî kê lam xembaye
***
lebîrit nayê şewekey serco
tika û lałey min, meke û lawey to?!
***
lebîrit nayê şeweke hatme lat
lamda lêfeket pam kêşa we pat?!
***
lepřa pîrîm lêwe derkewt
bextî řeşîş hat we laywe xewt
fitîley ’umirim dawyete kizî
aha nabînî ewîş lêy xewt?!
***
letaw bêwejin eçim bo şaran
enîşte şwênim wek agirbaran!
***
letaw bêwejin eçme ser darê
we berdefřikê emhênne xwarê
***
letaw bêwejin eçme kunewe
çira heł’egirin emdoznewe!
***
le çołî asyaw, asyaw peyanpey
asyaw xałîyen, noreten sadey
***
le xwam gereke bendit zincîr bê
le cwan beş biřaw, awtûşet pîr bê!
***
le xwam gereke we gułe jałe bî
dayme le sin’î çwarde sałe bî
***
le dûro hatî wamzanî jinî
nemzanî «...» dem «...» biznî!
***
le dûro hatî wamzanî qozî
mil wek mesîne, lût wek tirozî!
***
le dûrîy bałat diłperêşanim
dest le milim ke, derdit le gyanim!
***
le dûrîy bałat małim wêrane
maçî demeket bo min dermane!
***
le dûrîy bałat min dił ẍembarim
bo řeḧmê nakey we diłey zamarim?!
***
lerzanekanit lerzim lê têrê
axo xwakey min çît beser bêrê?!
***
lerzanekanit her layê noye
em quřpêwanem giştî bo toye
***
lerelerê tê, lerey kêtane
lerey pelk şoř kiras ketane!
***
leser ew pirde meřo, darekanî řizîwe
kirasî celset bo ekem, leser simtit xizîwe!
***
leser sînet nûsrawe! elf û lam û mîm û cîm
sînet medresey beẍda! lêy derdeçê mu’elîm!
***
leser qewleket, bo dił ẍembarî
xot qewlit da pêm, bo lêm bêzarî?
***
leser qewleket, dwêşew nexewtim
hatme der małtan, dizewdiz kewtim
***
legeł tome kiras kewê
qet şû nekey serbehewê!
***
le milekey lay mał serim birde dyar
oxey nemirdim çawim kew be yar
***
le min małî zor le to cwanî
pêkewe biřoyn bo silêmanî!
***
lencem bo bike bewêney sone
min bêwefa nîm meyleket kone!
***
lûtewaneket, lût leranewe
zamî kone û nwêt, gişt kulanewe!
***
lûtewaneket, saqî xiřnûke
hêcûkereket, xełkî kerkûke!
***
lûtewaneket hełmijim we dem
her kes emkujê, car we cehennem!
***
leyre memkuje, çoł û pejmete
bimbe lay xotan mergim ’ezrete!
***
le henasey min berd etawêto
gawrî ser kêwan boy elawêto
***
lêt mubarek bê ew kirase sûre
diłekem bo diłeket kiłpey tenûre!