sedey bîstem

From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  821 views
em qeřne ke wa xełkî ełên qeřnî jyane
dewrey huner û yekyetî û berzîy gelane
zanîn le biruzdaye, nezanîn le nemane
goya be diro řojî sefa û seyrî cîhane
wełłahî ełêm řojî xem û derdî girane
biřwane: yekê mestî mey û matî xumare
hêndêkîş ełêy xîlqetekey, mîçî qumare
hêndê be qezagêřî serî fils û dînare
hêndê be řezalet le hemû gêtî dyare
hêndêkîş ełêy cokerî dewranî zemane
seyrî ke: yekê meylî leser gayînî nêre
yek yek be piřupîrejnî bêkese fêre
yek birsî û damawe, yekê poşte û têre
yek dewłemenî gûnekerî bê dił û xêre
em camî’e sed řenge, ełêy kanîy jinane
ustadî edeb xoy be ebed mestî şeřabe
bo poker û bo dans, dił û cergî kebabe
bo hûşe û fîşał, ’eceb ’alîcenabe
şêx û beg û mîran û mela, pakî xerabe
dek destî ẍezeb hełgirê em dewr û dûkane!
kuř babî esûtênê lebo take qeranê
babîş kuřî xoy ser ebřê bo lete nanê
aẍa wekû şêre lebo tałanî şwanê
zana be dûsed ḧîle efewtênê nezanê
hey xot wekû xot, çerxî sitemkarî zemane!
«nadî» ke be qanûnî edeb şwênî pyawe
cêgey huner û felsefe û ’îlmî tewawe
biřwane çilon êste weha zengî ziřawe
meyxaneyî mexsûse le her layê kirawe
lew cêge çi herzane şeref! «bîre» girane
ustadî [mu’ellîm] çi biłêm îşî çilone!?
bê xwêndin û zanîne, be dem wek edîsone
ew xwêndine ew xwêndî ne eḧdas û ne kone
’etir û wezenî û awêne û sabûn û řone
biřwane, ełêy gewrekçî xanî kiçane
[mella] ke le lay derdî ełên pyawî xwaye
sermêzerî dîndarî û şanî be ’ebaye
bo def’î xem û xusse wekîlî fuqeraye
şer’î nebewî her le kin ew řêk û řewaye
mêbaze, weya (...e), xerîk kirdin û dane
biřwane le eḧwałî mudîranî îdarî
bo girtinî bertîl wekû tancî şikarî
danîştûy ser mêz û, hemû mest û xumarî
ser boz û zig estûr wekû wirçî nizarî
........Missing m..............................Missing ne