beheşt le xewma

From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  1159 views
dwênê le se’at pênc û şeşî şew
leser cê nustim, çawim çuwe xew
řêm kewte çołê, deştêkî bê aw
tya danrabû qenefe şikaw
henarekołe û dû bin sêfetał
wek henarekan «derben keřecał»
şîrêkî tirşaw, hengiwînê kone
her min ezanim tamyan çilone
têkełupêkeł lewya řijabû
zerdewałe û mêş têy wirûjabû
çen pîrejnê çiłkinupłikin
kepûle nemaw, binagwê kułkin
lamil çirçuloç, hemû kûřepişt
xoyan edozî û espêyan ekuşt
řîzê kołîtî heywan gêçxiwardû
dîwar dařûxaw, bê dar û perdû
pirsîm le pyawê zadey ew cêye:
kake gyan eme xêłe yan dêye?
witî: «quřbeser eme cînane
cêy mela û derwêş, sofî û şêxane
witim: xo beheşt, xoşîy meşûre
eme bo wêran wek şarezûre!?
witî: boyeka wa dařzawîn
hezaran sałe dirust kirawîn
kareba nebû, gerçekman sûtan
seyare nebû, be ker egeřan
katê kareba hate řûy dinya
êmeş bo te’mîr ’erzuḧałman da
mudîrî beheşt wekîlî gişte
ke çarenûsî êmey le mişte
ew řazî nebû be ’îlmî kafir
’erzuḧałekey xiste naw agir
carê tir daway te’mîratman kird
bo bax û ḧemam, koşk û cade û pird
kemukurtîman hemû tya nûsî
bełam şêx mudîr (!) hîç lêy nepirsî
ewende êş û azarman noşî
le des hejarî û pîsî û nexoşî;
nwênerman çuwe xizmetî mudîr
sikałayan kird lebarey te’mîr
mudîrîş fermûy seyrtan laye
daxwazî êwe lam ka û baye
xestexaney çî!? çon da’emezrê!?
muxteberî xwên kełkî kê egrê!?
ḧebî gewrkird key bo îslame!?
ebûdûcane bo xas û ’ame
çîmento û şîş û karebay bê feř
le naw beheşta qet nakewne geř
bo dawa naken bo zerg û şimşêr!?
yektir ser biřn wekû berxî nêr!?
êwe çîtane le pird û cade!?
tepił û beydaxtan biken amade
xanûy konkirêt be kartan naye
hî kafrekanî ser řûy dinyaye
îcazey mar û dûpişk dawa ken
řadyo û telsiz û xwêndin řîswa ken
wefd geřayewe be diłyeşawî
be sergerdanî û be lêqewmawî»
řaçenîm le cê, ke řwanîm şewe
bom aşkira bû çîm dîwe xewe