qani’ û şwan

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  1458 views
řojê řêm kewte ser bendî şaxê
kêwêkî darsan berze demaxê
katîş çi kate? katî behare
kurdistan hemûy çeşnî gułzare
katî azadî dîlî zistane
seyr û temaşay dîde mestane
nizar piř le guł, gułî firawan
sewz û sûr û şîn wek diłî lawan
keres leser çûz, menê be xerwar
hełekok zor kok, kaşme le naw ẍar
řêwas sipî û saf, wêney şûşey zîw
şemał lêy eda, em dîw bo ew dîw
pîçk be yek çił, wek min tenya û tak
ew le say sêber min amêtey xak
xuje geła lûl, qumam kiław lar
tirîşke û teřle, hezaran hezar
wenewşe le çem, le pay befrawan
hełałe birme, firmêsk le çawan
berzeling serberz, gagorał be tewq
boy edababa geş û piř le şewq
ke zanîm dinya tewaw guł geşte
çepkey nizaran çeşnî beheşte
***
pałim da be pał darmazû darê
řwanîm ke tik tik ’etrî ebarê
nwařîm le lama hendê ḧeywane
piřmey mêgel û teqey goçane
dîm newciwanêk kepenk le ber
gałok le meçek, kiław le lay ser
şimşałêkî zerd le toy piştênî
mer çak têfkirî, erna naybînî
merḧeba xało, çonî kake gyan?
lewya kewte beyn, qani’ û şwan
mame be xêr bêy, xełk kam xêłî
çît le win buwe, bem core wêłî?
witim babe gyan diłim win buwe!
ey to nazanî ke bo kwê çuwe?
pêkenî witî: mame dił giştiman
esûřêtewe bo deway nîştiman
tozê řaweste, bangî bikem bot
bîxemewe naw sîney tengî xot
newî le şimşał le heway hey dił
hey dił! hey namerd, hey nazk wek guł!
ke pencey cûłan, her yek hewayê
her yeke dengê, her yek newayê
gwêm girt kewte ser bezim û şorî ney
çopî, çemerî miqamî «wey wey»
ga «mîna mîna», tawê «tel û bel»
ga «leylî leylî» heway lay mêgel
tawê «xiringeke», tawê «ay nexşan»
ga «çawe řeşê», bezmî «şanewşan»
tawê «sê pêyî», ga heway «lay řan»
ga «hey swar hey swar» bezmî řûy meydan
ga «sewze sewze», taw tawê «ḧeyran»
ga «bûk û xesû», bezmî «jin hênan»
***
xawî kirdewe kirjî demarim
kewtewe bîrim, yarî diłdarim
kiz kiz boy giryam, ta tewawî kird
zanî peşêwim, şimşałî labird