sirûdî beyane heste

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  531 views
beyane řołe heste, ’alem be xoşî meste
herçî ke biłḧ û siste, damawe mat û ḧeyran
sirwey nesîm û neẍmey teyrî berî beyanî
têkeł ebin be yek car, ełên jyane cûłan
ḧeywanî kêwî û małî, xerîkî îş û karin
ḧeyfe bo lawî zîrek, bibne xwêřî kołanan
karwane kewte řêge, şewgare şanî pya kird
cûtyare kewte hoho, qaspey kewan le kêwan
be carê deşt û kêwî řengînî em wiłate
awatexwazim daym xoş bê be ’îlim û ’îrfan
tavgey bilûrî awî, haje dekat, be guř dê
ełê êweş beguř bin, dexîl bo kirdewey cwan
êwe newey kîbarin, piř hêz û piř demarin
êmeyn hîway êwe, êwe hîway şarin