şêxî min

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  694 views
şêxî min nuqił û nebate, pîrî min nan û kebab
meylî min esp û tifenge, nek le ser çeng û řubab
mêşkî min mêşkî behêze, ẍîretim wek řosteme
îşî min xizmet be xake û fikirî min qehre û ’îtab
pûrî min xencêre, cergî dujminî xakî weten
dostî min kurdî ẍeyûre û dujminim zumrey ẍurab
kakî min nawî kutek, meẍzî ’edû dêtnête der
babî min řoḧî weten, ’alim be her çak û xerab
masîxorî (...Missing) û bengifroşî (...Missing)
key le xakî kurdisana dêne ser řêgey sewab!?
hênde pîşim xwardewe, wexte be carê şeq berim
ahî dił wek agire, ta key nesûtênê ḧîcab!?
ba hemûman pêkewe destiman be dest yektir girîn
şor bixeyne mêşkî kurdan her wekû neş’ey şerab