çûme besre

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  500 views
wetenî kurdekane piř nî’met
wetene dak û babî piř şefqet
bo kesêk tozê kasbî tya kat
mîweyê zor, nanî bê mînnet
ecnebî key legeł kuřî xełkî
enwênê muḧîbet û ře’fet!?
çûme besre be ’ezmî seyr û sefa
kewtime gêjî mîḧnet û zeḧmet
pelî girtim le besre me’mûrê
witî casûsî, ey ’ecem hey’et!
birdimî, kołe xakî pê kêşam
sałewextê be sed ẍem û mîḧnet
takû hatin ḧecacî kurdî ’êraq
ḧacî û dîn dirust û pak tînet
be nifûs û be pûł û komek û qewl
hatme der le bendekey zeḧmet
qani’aPen name tobe bê ke def’eye tir
neçme mekke lebo ḧec û ta’et