komełey ḧemd û supas

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  565 views
îxtîsasî zatî ferde, komełey ḧemd û supas
pêy ’eta kirdûyn ’ezîzim nî’metêkî bê qyas
erz û awî zorî pê dawîn heta şukirî bikeyn
nek serî ’asîgerî berzo bikeyn wek xwanenas
ẍîretit bê, mesnedit tozê tereqqî pê bide
kurde aman! qet mebe řazî be tûnçî ya kenas
kurd û xakî kurdisane dayk û korpey şîrexor
korpe hergîz qet le dak û babî xoy naka heras
dwê le xewma hatfê zor wazîḧî fermû be kurd
boç weha bêdeng û matin ey gurohî xwaşnas!?
ta be key em cehil û ferqe? ta be key bezmî nîfaq!?
ta be key bê qedir û ’îziz û, ta be key bûn bê’esas!?
bê netîces ah û nałey qani’Pen namey sewdaserim
çunke şêx fewtanî ’eqłî mîlletî řût û kesas