nîfaqêkî ẍerîb

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  556 views
leqleqî ey mudde’î, laço le ser meydanî baz
ya geday gencî ’uqûlî, çon eçîte řûy eyaz!?
to eger miłkit heye û nawit be xawen miłk ebeyt
boçî lay min řa’ekêşî bo tema’ destî nyaz!?
dêy be nanî kurdekano da’enîşî, ’eyş ekey
’eybe bo to ey [’ereb] mehtûk ekey deştî ḧîcaz
ya ebatûtin dexîle, mołetêkim pê bide
bê hera be, ba nebête seyrekey řaweberaz
kurd eger bêt îttîfaq û komekî yektir biken
sełtenet teşkîl eden bîlla, le xełkî bênyaz
min edîbim řoḧekem şê’irim nîye ey çawekem
çunke nanûsim le basî xetit û xał û nûz û naz
mijde bê ey qani’aPen name emřo nîfaqêkî ẍerîb
wa le beynî «ab byar» û «su», «wêrqizler» û baz