ba binałim

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  739 views
ba binałim bem birîno ta be řojî nefxî sûr
leşkirî meynet be carê qiř bika ’eyş û sirûr
wek xedengî qewsî ebroy newciwane qametim
muqtebes dal û elf, lam û dalî bê şi’ûr
nek umêde bo dił û nek şadîye bo şewq û ’eyş
ser le yek şêwênin û, koçkirdinîş bo xwar û jûr
key le her «dê»we ebêt terfî’î î’zazî weten!?
ya le hewramano bikşê bo miḧałî şarezûr!?
îttîfaqî ’ameye merhem lebo dermanî kurd
komełêk pêko binên wek îctima’î selim û tûr
key le kirde na’umêd û beşbiřawe hîç kesêk!?
bonî bogen dê le sîr û ’etrî xoşboye bixûr
ta qyamet qani’aPen name wesyet bikey faydey nîye
kurdistanî kuşt be carê, kanî ba û pîrmesûr