małbeşkirdin legeł birakem

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  1751 views
bira! wa bawkiman řoyî be řeḧmet
çak necatî bû le derd û zeḧmet
bawik bo hîç kes namênê ta ser
kuř ew kuřeye le kił bête der
meseley meşûr: biraman birayî
bełam bew şerte kîseman cyayî
małeke beş keyn bê mela û qazî
yek le yektirî çak bibîn řazî
ew hêsre şêtey cûte weşêne
dabnê bo min hîç damemêne
ew pişîle cwaney piř xet û xałe
çiş ba bo to bê, řewneqî małe
ew cûte mangay zil û zor xore
ke yekê şîne û yekêkyan bore,
bo min... dû mirîşk larî û hêlkeker
dabnê bo xot, be bê derdî ser
ew mayne pîrey zîn hełçirawe
merḧûmî bawkim bo minî danawe
beşî to le ser em mayne nîye!
bawkim fermûye xetay min çîye?
mis û mesîney le jenga pwaw
day binê bo min, le saẍ û şikaw
kîtełe û goze, dîze û derxone
hemûy bo to bê le taze û kone
qet pare nadey bo sipî kirdin
misger nanasî ta řojî mirdin
ziringey mencel û zeḧmetî sînî
le xwam gereke, to qet neybînî
ew awe sarde, le ew cewene
daybinê bo xot, her pêy pêkene
ew hîze řoney kułk û mûdare
dabnê bo min, çarim naçare?
le dergay ḧewşe tawekû ser ban
dabnê bo min ser pak hodekan
emma le ser ban heta asman
hemûy bo to bê, bê kesrî û nuqsan
herdûkyan bo min, ga sûr û ga řeş
dû segman heye bo to lecêy beş
ne kay bo bêne, ne cêy bimałe
hîç erkyan nîye, ew dû gemałe
şew ta beyanî be cût eweřn
ḧelelyan lê ekey, sik pyaw ediřn
bira wa małman tewawî beş kird
hemû be zyad û beşî xotit bird
elḧemdûlîlla bebê diłyeşan
cya bûyno le yek, be sehil û asan
herçen meẍdûr bûm, beşî to zore
le ber taney ’am, řazîm bem core
ba xełqî nełên: biřwane ḧałî
tema’î kirde biray minałî!