jeneřałî payîz

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 1 minutes  4299 views
minim jenerałî payîz..
minî hergîz oqre nedîw
jinerałim...jeneřałî hezareha darî řût û
milyareha gełay werîw
***
minim jenerałî payîz...
kaskêtekey serim hewre û
estêrekanî ser şanim çend gełayek be řengî zîw
pałtoy berim kizebaye û
şimşêrekem liqî dirextêkî řizîw
***
minim jenerałî payîz
xwênêkî zerd benêw demarma degeřê û
çawim her wek hewr nimnak
tenya min bûm ke le tabûtî şûşeda
çendîn gełam sipard be xak
***
minim jenerałî payîz
min bûm legeł ziryanî bîrçûneweda...kewtime ceng û
zor gełam derhêna le çing
min bûm şewî gełakanim...
xiste jêr balî tirîfe û wirşey gizing
***
minim jenerałî payîz
payîz bebî min hetîwe û
min bûm witim bełê termî nisêy sewze...
gełay werîwî koçkirdû
tenya minim ke le mîḧrabî payîza...
bo gyanî zîndûy gełakan...
nwêjî şehîd da’ebestim...nawî nanêm nwêjî mirdû