le cejnî serî sała

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 1 minutes  1397 views
emşew cejnî serî sałe û
řojanî zû.. têpeřîwe
her min tenyam.. jûrim sarde..
dest û pencem hełwerîwe
***
le wêraney diłî mina..
kilû kilû befir ebarê
be pirçî birûskekana..
baran nim nim dête xwarê
***
asman egrî û
koşkekanîş çiraxanin
diłim egrî û
şi’rekanim zayełey lêk dabřanin
***
ne agirdanêk şik ebem..
ne heme pêkêkî germ
serma cestem egrête koş..
sa xwaye dad bo kê berim?
şî’ir bo goranî