nwêjêk leber barana

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1163 views
ewe hewrekan dest û penceyan le yek ała û
lew dîw cengełî çirî hewrewe..
xor wekû çiray kuxtyekî ladê kiz û bê tîne
baranîş day kird... ewe barane?.. yan xwênî sipî
çořawgey zamî hewrî jêr demî şimşêrî tîjî birûskey şîne?
***
ay çend şeyday afretêkim le baran bê..
perîzadey ba û boran bê..
kewtime merekebî gunahewe...
derim bênê û bimdate ber řêjney eşkibarî
ke serab bû be menziłim...
memkîm bo bikate dû kanî û
pirçî be keprî mirwarî
em êwareyeş heman êwarey carî caran bû..
bełam peykerî şeqamêkî ber tawe baran bû
řêbwarê witî.. were jêr çetirim
witim ne’ hawřê.. ḧez ekem hênde biçûk bibmewe..
heta tinokê ebê be qebirim!
be şêtî zanîm..
minîş le sayey asmanî nuqim le şîn û şořa..
defterî teřbûy şî’irim egerçî..
pîtekanî gişt kał kał bûnewe
diłim le perî baran netora
bexîlîm ebird bew tinokaney...
be şan û milî kiçekanewe řêçkeyan ebest
le xom epirsî.. bo nimey baran wekû milwanke nahonrêtewe û
bo wekû bazin nakirête dest?
baran be zimanê edwê kes pîs naka
baran satê tuře debê guł sîs naka
baran le mîḧrabî diłma momî nwêjî hełkirduwe
pêstim wekû şexte.. bîrîşim lelay hetawê nîye..
lewdîw cengełî çirî hewrewe..
ke wekû çiray kuxtêkî ladê kiz û bê tîne
baran şeriste eka.. ewe barane?.. yan xwênî sipî..
çořawgey zamî hewrî jêr demî şimşêrî tîjî birûskey şîne?