babetahîr

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  917 views
ax boçî destim negeyşte hewr?
çawî piř pirsim xwênîne û nimnak
bax sûta.. eşkim neykujanewe.........,.
sûtemeroye seranser řûy xak
***
ewî be řûtîy le şexte û zuqma..
le go nekewê.. newerê pencey
le serma naga û.. goranî nałê..
bo biłêse û giř.. bo larulencey
***
kesêk le giřa.. ger hełneqirçê..
le serya.. befrî ’eşq danaka
nazanê pişko û hełqirçan çîye..
şine le saray diłya hełnaka
***
ay le şewanî êşk û kize û soz
le ser termî dił eşkî zorim řişt
momim fiřê da.. katê ke bînîm..
deyan pepûley şox û şengî kuşt
***
lecyatî bonî laley kosaran..
qułayî sînem.. keyle le boso
be her layekda.. çaw egêřim min..
haware.. terme.. mirdine û giłko
***
bo seday nałe û kizey ẍerîbîm..
xwênî řeşebay byabanî neřişt?
boçî giryanim nebû be dest û
dergay lebaran nexsite ser pişt?
***
çî le gułzarî karan bikem min?
yan boçî biçme ser zêy zîndero?
çawim hezar car bekułtir egrî..
le tavgey zełimLocation û çemî tanceroLocation
***
leser demêka hatme dinyawe..
hemû sałêkî xozge be par bû
keştî naw deryay esrînî xom bûm..
her na’umêdîyş bo min kenar bû
***
ger şax bûmaye,, be şew û řojê..
le gerdelûla.. emhêna heres
min le payîzî temenîşa her..
sozim ekird û her şiksitedes
***
emut ger leber baxêkî sewza..
bêt û soz bikem.. minî dûr azîz
guł heł’ewerê.. zerd ebê wek řûm..
dar ser enête naw koşî payîz
***
ber le şîwen û sozî şî’rî min..
bax qirçeqirçî sûtanî ehat
nizaşim eşkî be asman neřişt..
her xuçe û guł bû belada ehat
***
mezar û giłkoy xom kirdibuwe koł..
min her dadim bû le destî bařeş
destim negeyşte damenî hewr..
xakî sûtawî binême baweş