babetahîr
Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
2 Xulek
1323 Dîtin
ax boçî destim negeyşte hewr?
çawî piř pirsim xwênîne û nimnak
bax sûta.. eşkim neykujanewe.........,.
sûtemeroye seranser řûy xak
le go nekewê.. newerê pencey
le serma naga û.. goranî nałê..
bo biłêse û giř.. bo larulencey
le serya.. befrî ’eşq danaka
nazanê pişko û hełqirçan çîye..
şine le saray diłya hełnaka
le ser termî dił eşkî zorim řişt
momim fiřê da.. katê ke bînîm..
deyan pepûley şox û şengî kuşt
qułayî sînem.. keyle le boso
be her layekda.. çaw egêřim min..
haware.. terme.. mirdine û giłko
xwênî řeşebay byabanî neřişt?
boçî giryanim nebû be dest û
dergay lebaran nexsite ser pişt?
yan boçî biçme ser zêy zîndero?
çawim hezar car bekułtir egrî..
le tavgey zełimCih û çemî tanceroCih
hemû sałêkî xozge be par bû
keştî naw deryay esrînî xom bûm..
her na’umêdîyş bo min kenar bû
le gerdelûla.. emhêna heres
min le payîzî temenîşa her..
sozim ekird û her şiksitedes
bêt û soz bikem.. minî dûr azîz
guł heł’ewerê.. zerd ebê wek řûm..
dar ser enête naw koşî payîz
bax qirçeqirçî sûtanî ehat
nizaşim eşkî be asman neřişt..
her xuçe û guł bû belada ehat
min her dadim bû le destî bařeş
destim negeyşte damenî hewr..
xakî sûtawî binême baweş
çawî piř pirsim xwênîne û nimnak
bax sûta.. eşkim neykujanewe.........,.
sûtemeroye seranser řûy xak
***
ewî be řûtîy le şexte û zuqma..le go nekewê.. newerê pencey
le serma naga û.. goranî nałê..
bo biłêse û giř.. bo larulencey
***
kesêk le giřa.. ger hełneqirçê..le serya.. befrî ’eşq danaka
nazanê pişko û hełqirçan çîye..
şine le saray diłya hełnaka
***
ay le şewanî êşk û kize û sozle ser termî dił eşkî zorim řişt
momim fiřê da.. katê ke bînîm..
deyan pepûley şox û şengî kuşt
***
lecyatî bonî laley kosaran..qułayî sînem.. keyle le boso
be her layekda.. çaw egêřim min..
haware.. terme.. mirdine û giłko
***
bo seday nałe û kizey ẍerîbîm..xwênî řeşebay byabanî neřişt?
boçî giryanim nebû be dest û
dergay lebaran nexsite ser pişt?
***
çî le gułzarî karan bikem min?yan boçî biçme ser zêy zîndero?
çawim hezar car bekułtir egrî..
le tavgey zełimCih û çemî tanceroCih
***
leser demêka hatme dinyawe..hemû sałêkî xozge be par bû
keştî naw deryay esrînî xom bûm..
her na’umêdîyş bo min kenar bû
***
ger şax bûmaye,, be şew û řojê..le gerdelûla.. emhêna heres
min le payîzî temenîşa her..
sozim ekird û her şiksitedes
***
emut ger leber baxêkî sewza..bêt û soz bikem.. minî dûr azîz
guł heł’ewerê.. zerd ebê wek řûm..
dar ser enête naw koşî payîz
***
ber le şîwen û sozî şî’rî min..bax qirçeqirçî sûtanî ehat
nizaşim eşkî be asman neřişt..
her xuçe û guł bû belada ehat
***
mezar û giłkoy xom kirdibuwe koł..min her dadim bû le destî bařeş
destim negeyşte damenî hewr..
xakî sûtawî binême baweş