van kux

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1376 views
gerçî temêkî řeş wekû şûra
asoy jyanmî xistibuwe nêw mişt
be gyanêkewe wek gyanî mesîḧ
emwîst dergay nûr bixeme ser pişt
«ersoła»ş dergay le řû daxsitim
ta kiłpey diłim.. diłî sîs nekat
qeşeş pêy witim.. meye kenîse
pêławekanit cê û řê pîs ekat
pêławkeşim wek xom birîndar
řeş bû le toza û be germay temûz
befrî mizgênîm ebarande ser
kirêkaranî naw kanexełûz
kenarî sozî hejaran bûm û
le «sîyo» zyatir kesê nebû kes
baweşî hîway hemîşeyî bê
çiray umêdim bixateser des
xo «kay»yiş car car melî edamê
xom nedayedest شەهۆەت û giřî
giřî le diłma nêłenêłî bû
be befrî xełwet gunaym siřî
fiłçem le xwênî xom heł’ekêşa û
deryayek bûm şêt şepolim zebeng
xorakî leşim qawe û dûkeł bû
xorakî gyanîş boyey řengawřeng
le tablokanma xorim řaw ekird
ke şew da’ehat xor awa bû
lew tabloyeda embirdewe
taze le koşî kazîweda bû
ke pişkoy hawîn be pêstima eçza
xom ne’exsite jêr bałî befir
ke zistan nuqmî befir û awir bûm
hanam ne’ebird bo kulbe û çetir
ke payîz darî řût ekirdewe
ḧezim ekird pêstim bikeme berî
pałto sewzekem bidem be şanya û
şepqeşřekem bikeme serî
le tabloy şewda hêşûy estêrem
bexşî be çiłî şewî bêdwayî
keçî jwanî yar neyzekê bû
kişa û mamewe legeł tenyayî
ax «kirîstîn»yiş lêk cyabûynewe
sozanî nebû lelay min xwa bû
wekû min payîz çeqo zerdekey
le darî sewzî gerdinî nabû
payîzî řing zerd mayey diłtengî
kirdim be řemzî umêd min řengî
xom řahîb řengî zerdîş perisga
qet xamoş nebuwe le gwêma zengî
daxî «gogan» bû min gwêy xom biřî
yaxud be tenyay xwastî «řaşîl» bû?
dergayî şêtxane xom nemkirdewe
berdebaranî xełkî kilîl bû
ke xwênî xomim řişte tablowe
ke zanîm îtir xor lêm hełnayet
min guley mergim na bexomewe
çunke «bedbextî kotayî nayet»