yesenîn

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1105 views
řêbwarê bûm û
hewrê negrya beser bałama..
tozî ẍerîbî bergî berim bû
řêbwarê bûm û
hewrê negrya beser bałama
serabêkî dûr řêy seferim bû
***
kewtime dway tîşkî dûçawî şoxê..
diłim hełwerî lelepî destya..
bûm be gełayek lenaw şepol û
gêjawî hestya
***
ke hatîşme şar estêrey bextim..
le tem û mija řoyî awa bû
dinyay hestî min bû be kelawe..
ta řojanê bû beheştî xwa bû
***
ay.. çend serim kird be meyxaneda..
ta şewekanim bêtewe be řoj
ta serabî dił.. le say hewrêka..
tya daka nimey baranêkî soz
***
wîstim mest bim û
le serxoşîya..
xewî minałîm bigeřêtewe
wîstim bikewme bezim û goranî
nemzanî tem û hewrî zamî min..
lepêkî meyda nařewêtewe
***
efsus sed efsus ewey şêtî bûm..
lecyatî ewey xołemêşî dił..
le koşî germya giř bigrêtewe..
bigeşêtewe lenaw perçem û egrîcey lula
day bedem «ba»we..
êstaş bew zam û azaranewe..
etlêtewe le gerdelula
***
lomey min meken..
êwe ewaney le jûrî germa..
le pişt pencerey daxrawewe..
seyrî asmanî bawboran eken
ew sataneş ke dergay jûrekem..
beřûy «ba» û befra tund pêwedawe
«ba» lenaw xwênma hełî kirduwe..
le şexte û zuqma pelim kutawe
***
demew êwaran.. xor sarde..
diłî diłdaranîş teng
xor xoy ser ebřê..
dinya ebête gomêk xwênî meng
lomey min meken.. ber le řoçûnim
xom kuşt ke zanîm..
xorêkim nizîk le awabûnim
bełam ber lewey pepûley řoḧim..
giřî momî merg ber ba le gyanî
agirim leser befir kirdewe û
gerum lêwřêjî bestey goranîy