şewî payîz

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1402 views
emşew xełkî şar pencerekanyan xiř daxsituwe..
tenya min nebê pencerekemim xistote ser pişt
kê wek min pêkî le ẍemî gełay zerd lêwřêj eka?..
haka be bałay darêkî řûta.. xwênî xomim řişt
***
liq û çiłekan bûne hezaran destî piř niza û
«ba» termî milyar gełay şehîdî dawe be koła
efsus gełakan ekewne jêr pê..
sergerdan ebin le gerd û xoła
***
emşew gełakan perwaney mirdûn..
naçne dîdarî çira û giřî mom
emşew gełakan masî momyan û
şad nabnewe be řûbar û çom
***
car na carêkîş şepolî yadê..
embatewe lay ew pîre darey..
wekû min û ew zadey payîz bû
ew pîre darey řojanêkî zû..
take ḧeşargey min û azîz bû
ew pîre darey ke wam ezanî..
ger dwa gełaşî zewt ka bařeş
destî her liq û çiłêkî řûtî..
sedeha gułî çirpey min û ew egrête baweş
***
xozge emtiwanî ew gełayane..
derbihênmewe le çingî sardî kizey nîweşew
be tałî şengî pelkezêřîne kifnyan bikem û
le mezarêka.. byanispêrim be firîştey xew
***
şew řaşkawe û efsunî payîz..
serî tezîwî le pencerewe pêhênawme der
ta ẍemî segî lanewazî jêr çořawgeş exom..
yek û dwanîş nîn.. ta cilekanî xomyan kemeber!