6

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  276 views

- me pembû çandye, bîrek kolaye û em bi hêvî ne ko em ê jê aveke boş derxin û pembûyeke baş rakin... xweha min a delal, ḧalê me dê baş be, ḧalê te jî, yê me hemûyan...

mezyet hatye.

xewna bîst û çar salan bi cîh bûye. piştî wexteke dirêj, gelekî dirêj, ew gîhane hev. 24 sal, salên dirêj, dijwar û kambax. salên bi bêrî û tijî ḧesret. mezyet, mezoya malbata bedirxanyan, tevî mêrê xwe, hatye şamê, serdana kekê xwe.

- celadet ab, useyma û sînemê ez îro li bajêr gerandim, mezyet destê xwe davêje porê sînema ko li kêleka wê ronşitye û dibêje. em çûn ser tirba selehedînê eyûbî. sînemê her tiştî, bi kitekit, bi min da zanîn. êvare, ew li ser şîvê roniştine. xwarnên ko ji bo wê êvarê çêbûne, yên cizîra botanê, yên amojna sitî ne. řoşen xanim û mezyet, bi hostehî, ew çêkirne. bîhnên cihê yên rojên kevin ji xwarnan difûrin.

- abê, ev xwarin divê bêtin bîra te. amojna sitî û dadê ew çêdkirin. tê bîra te? gava mam û metên me mitbaxa me ya mezin tijî dikirin û bi qise û kenên xwe mitbax geş dikirin, eynî ev bîhin bûn ko ji mitbexê difûrîn. tê bîra te?

- çawan nayê bîra min? lê tu qet beḧsa dayê nakî...

- bavo tu zanî me çi kirîn, sînem dibêje û gotna bav û meta xwe dibre. tu dê ji wan gelekî ḧez bikî, ez dizanim.

- we çi kirîne, keça min?

- me pilaka ’a’îda kirî... metê wê pir xweş dibêje... we me pilakeke din jî kirî...

celadet beg bi ken li keça xwe dinhêre û li hêvya bersiva wê dimîne. lê sînem bi tenê dikene û li meta xwe dinhêre. met jî dikene.

- de ka tu nabêjî? celadet beg ji qedeha xwe ya araqê çend qulit vedxiwe û dipirse.

sînem serê xwe dihejîne. wê dil nîne ko bersiv bide. çavên wê li ser meta wê, ew dibêje, «yek, dido û سسێێێ... «nu ew û mezyet, bi hev re, dest bi sitranekê dikin; Je t-entende toujor, son tour toujor...

belê, «Je t-entende toujor, son tour toujor» sitrana mala me ya kiz litoprakê, sitrana ko her rêzeke wê, bi dengê mezo, dibû yakûd û lûlû. sitrana danên êvarên bexçê mala me ya duqatî. mezo û sefo ew digotin. me jî, min, bavo, dayê û birayên min din ên, bi ken, li wan guhdarê dikir. lê kê dizanîbû ko keça min jî dê piştê 40- 45 salan, li şamê ew bigota!..

yek ji wan sitranên pêşîn ko sînem hîn bû, ew sitrana firansizî bû. hê zimanê wê baş nedgerya, wê dest bi vê sitranê kirbû. ji bo wan salên min ên sitembolê û xweha min a zimanşêrîn, min ew hînê sînemê kirbû... we niha jê mezo û sînemê, bi hev re, ew digotin. çavên min ên westyayî ji kêfan dibirqîn.

mezo hatbû. dinya bûbû ya min, ez dîsan vegeryabûm dinyayê. mezo rojên min ên zaroktyê anîbûn, sitembol anîbû, tahim û bîhnên ko min ewçend bêrê kirbûn, anîbûn. mezo, xweha min a esmer û çavreş, xweşsohbet û samîmî, sitêrk û şevên ronî, tav û tîrêjên germ li payza umrê min vegerandibûn.

gava ew hat, ez ne li malê bûm. min xwe dabû karê xwe, çandina pembû. ez hertim li gund, li ser zevyan bûm. me bîreke mezin, li kêleka zevyan, dikola. rojekê, gava ez ji gund vegeryam, roşenê gote min, «celadet abê, mezyet hatye...» pêşî ez têneghîştim ka wê çi digot, paşê hêdî hêdî ez têghîştim. min li dora xwe nihêrî. «ka, ew li kûye», min gotê. ew hê nehatbû şamê, li bêrûtê bû. wê telefonî malê kirbû û bi roşenê re peyvbû. wê û roşenê hevûdu nas nedkirin, hevûdu nedîtbûn. roşenê, bi carekê, xwe dabû hev û bi rê ketbû, çûbû û ew li bêrûtê dîtbû. paşê jî ew dîsan vegeryabû. bi rojan, ez li gund dimam. gava ez vegeryam û roşenê xebera hatna mezo da min û got ko ew hê li bêrûtêye, ez gelekî eciz bûm. çima wê ew ne’anîbû? paşê m fahim kir, çima. ez kal bûbûm, esebyetê ez xistibûm. nemaze piştî şikesta komara mahabadê ya kurdî, xewa şevan li min ḧeram bûbû. u çaxa bi qasî kêlyekê xew biketa çavê min jî, ez ji xewê vedcinqîm û hişyar dibûm. eger min xweha xwe, ji nişkekê ve, li hember xwe bidîta, heye ko tiştekî bi min biqewmya. roşen û mezo weha fikirîbûn.

ma hewceye ko ez ḧisên xwe yên dîtna piştî bîst û çar salan, niha, bibêjim? wê, bi girîn, xwe avêt hembêza min. ew li min piçkya û ro, rîh, gum, çav û enya min ramûsî. ne ji min, ne ji wê deng derdiket. ew digrya... ji çavên min jî çend hêstir gêr bûn... paşê, hêdî hêdî, em dîsan hînî hev bûn. mezo, dîsan, eynî mezo bû; şên, bi ḧenek, zimanxiweş, dengibedew û bihîstyar. lê neçarî li dora wê bû jî. jînê li wê jî xayntî kirbû. dengê wê, xwendin û perwerdeyya wê nema bi kêrî tiştekê dihat. wê li sitembolê atolyeke terzîtyê vekirbû û cil û bergên jinan didrû. xweha min a bîrbir ji roşen, useyma û sînemê re jî kinc dabûn dirûn û anîbûn.

li pey kena wê ya hertim endîşeyeke dyar hebû. qermîçokan li ser royê wê jî rê vekirbûn. heriçqas ne mîna min porispî bûya jî, tayên sipî porê wê jî vegirtibûn. xweha min a ko mîna şitlan bû, gelekî qelew û fireh bûbû, royê wê gilovertir bûbû, di bin çavên wê de kîskên biçok hatbûn pê... jîn bêşop derbas nedbû. tevî vê, tevî ew qeda û belayên ko bi serê me de hatbûn, em hê jî mêvanê jînê bûn!.. mezo jî, mîna min, ji araqê ḧez dikir. gava roşen, zarok û mêrê wê ko yekê nenas bû, diçûn û radzan, min û wê dest bi soḧbeta xwe dikir. min dipirsê, wê digot. mam û met, nas û xizim, kes û şexis, cîh û war, reng û tahim, mal û tax, cade û kolan, deng û pejin, yek bi yek, dihatin û dibûn mêvanên soḧbetên me. çaxa serê me hinekê xweş dibû, wê ji min dipirsî, «abê, ez wan sitranên ko te jê ḧez dikirin, bibêjim?..» min ê çawan bigota na... wê dest bi sitranên mala me ya zaroktyê dikir, em herdu bi hev re, difryan û diçûn sitembolê, mala me ya bi bexçe û bîr.

lê wê bi tenê beḧsa dayê nedkir. her cara ko qala dayê dibû, wê gotin diguherî. min rewşê fahim kirbû, lê min xwe li nezanyê datanî. lê ḧeta kengê?

- mezo, sevgil kizkardeşîm, xweha min a delal, celadet beg ji teyfka ber xwe, tîkeyekî goştê biraştî yê ẍezalan, jêdke, dibe devê xwe û bi ken dipeyve, xweha min, mixabin, em hew zarokin... tu ji kekê xwe re bibêje... dayê... çawan wê wefat kir?

bêdengyek bi ser sifrê de tê. kes napeyve. celadet beg bi gotna xwe poşman dibe. lê tîrê ji kevanê firyayî hew vedgere. ew qedeha xwe dibe devê xwe û li xuşka xwe dinhêre. mezyet li birayê xwe dinhêre, li çavên wê, li bîbkan dinhere.

- destipêka salên sîhan bû, ew çavên xwe ji kekê xwe direvîne û dibêje. destipêka havînê bû. danê êvarekê bû. wekî her carî, wê rojê jî, dayê dolbenda xwe avêt serê xwe û derket bexçê, nik bîrê û li bîrê û daran nihêrî. piştî wefata bavo, dayê jî guherî. ew zêde nedpeyvî. gava ew dipeyvî jî, ne bi me re, lê bi bavo, sefter û we re dipeyvî. wê danê êvarê jî, ew li ber masa kêleka bîrê ronişt û hin tişt gotin, peyvî. min jî, di nav teyfkeke fireh de, purtaqal û mandarîn birin û danîn ser masê. min jê re purtaqalek û mandarînek qeşlandin. wê ew, hêdî hêdî, xwarin, yek ji bo xwe, yek jî, ji bo bavo... tu dizanî, bavo çiqas ji purtaqal û mandarînan ḧez dikir... wê hûn pirsîn, xeberên we yên dawîn pirsîn. em hinekê li ser we peyvîn. paşê jî wê xwest hinekê razê. min ji hundir şûlek anî û avêt ser sînga wê û ez vegeryam hundir. çûyn, ew çûyn bû... ew ket xewa kûr û nema vegerya. sakîn û bêdeng, eynî mîna bavo... me ew li goristana oskodarê defin kir, nik mam û metên me. me nexwest ko hûn pê bihesin. jixiwe derdê we têra we dikir...

deng ji kesê dernakeve. celadet beg li qedeha pêşya xwe dinhêre, bi tilyên xwe, wê dizîvrîne.

mezyet, bêdeng, çavên xwe paqij dike. piştî kêlyekê, celadet beg, bêyî ko serê xwe rake, bi dengekê pir nizim, dibêje, - çok yazk oldu... çok yazk oldu...

ew çend caran gotna xwe dubare dike.

- anne, annem, yadê, dayê, ew, pêşê bi tirkî, paşê bi kurdê, dibêje. reh û rêçên jîna min, zarokya min, sebeba hebûna min, kîbara min, bêdenga min, bextireşa min, dayê, dayê...

celadet beg hew dikare xwe rabgire, dest bi giryê dike. pêşî giran, pir giran, paşî bi deng...

ew digrî, serî û royê xwe dixe nav herdu destên xwe û digrî...