5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 11 minutes  273 views

zînê, zînê, gereke, tu bidî min...

bi vê gotna muslîm aẍa, hemû meclisa ḧusên aẍayê îbîş dikene. bi qasî kêlyeke dirêj, herkes, bi dengekê bilind, dikene. bi tenê celadet beg nakene. ew cixara xwe dikşîne û li wan dinhêre.

- naxwe, we fahim kir ko ez ê çîroka xelîl aẍa û qerwaşa wî bêjim, muslîm aẍa dibêje û dîsan dikene.

civat jî pê re. di vê şeva çiksayî de, meclîsa ḧusênê îbîş hem şêne, hem jî germ. bi qasî deh kesan, kurdên şamê û çendên alyê cizîrê ko bi mêvandarî hatne şamê, ji bo şevbihurkê, civyane. dûmana soba ko li ber devê derîye û dûmana cixarê dikeve nava hev. derî û pencere girtîne, hawa odê gelekî girane. celadet begê ko hînê hawa paqij bûye û sal donizdeh meh pencerên malê vedke, ji hawa odê eciz dibe. lê ew dengê xwe nake, çaya ko jê re hatye, vedxiwe û mîna yên din, cixarê dikşîne. ode sadeye. li ’erdê mehfûrin û xalîçeyeke besît raxsitîye. li ser mehfûran jî doşek. mêvan li ser doşekan roniştine. ḧusên aẍayê îbîş ne li odêye. ew ḧeta dereke çûye

- mîrê min, eger te îzin hebe, ez ê ji cemetê re çîroka xelîl aẍa bêjim, muslîm aẍa ji celadet beg dipirse.

- rîca dikim, muslîm aẍa, celadet beg, bi hêdîka dibêje. fermo...

muslîm aẍa li civata odê dinhêre, simbêlên xwe ba dide, dikene, «hûn dizanin, xelîl aẍa heye»

dibêje û dest bi çîroka xwe dike, - hûn dizanin, xelîl aẍa elmye ko xizmetkara wî, xaltya zînê, her dem alyê wî bike û bi misînê dest û lingên wî bişo...

muslîm aẍa ko xwedyê çend jinan û çend gundên alyê çyayê kurmênce, li vir, radweste û dîsan li celadet beg dinhêre. bala celadet beg ne li ser muslîm aẍaye, ew li sobe û dûmanên ko jê radbe, dinhêre.

- mîrê min, li qisûrê menêre, muslîm aẍa dibêje, dîsan dikene û çîroka xwe didomîne, belê, xaltya zînê alyê xelîl aẍa dike. rojekê... xelîl aẍa... ewê xwe... yanî qamîşê xwe rep dike...

û banî zînê dike, dibêje, «zînê, de were, alyê min.» dema zînê dere ba wî, ew ewê xwe... yanî ewê xwe yê rep derdixe û dibêje, «zînê, de were, carekê jî vî rebenê ha bişo... ma tu vî jî carekê bişoyî, kevir ê bibare!»

çîrok xelas dibe. muslîm aẍa dikene, gava ew dikene, hemû bedena wî ya girs diheje. yên din jî dikenin. welê dixuye ko kêfa wan gelekî ji çîrokê re hatye. ew, bi deng, dikenin.

celadet beg, bi tenê, cixare dikşîne û li muslîm aẍa, royê wî yê fireh, kenê wî yê bêperwa dinhêre, carekê li muslîm aẍa, carekê jî li yên din dinhêre. bi hênceta çi vî aẍayî ev çîrok got? çima? ev ên din çima evçend dikenin? çima ev çîrok evçend xweş û balkêş bû?

celadet beg hê weha difkire, yekê din ê kal, bejnidirêj, jar û rîhdirêj ko celadet beg berê hîç nedîtye, dest bi axaftinê dike.

- eger mîrê me rê bide, ez ê çîrokekê bibêjim, ew dibêje, lê ya min ne mîna ya muslîm aẍa bê edebe.

bêyî ko ew li bersiva celadet beg bipê, ew dest bi çîroka xwe dike û dibêje,

- rojekê hezretê miḧemed eleyhîselam ji cebra’îl dipirse, dibêje, «ya cebra’îl eleyhîselam, tu ayetan ji min re tînî. başe, kî wan dişîne? kîye?» cebrayl dibêje, «ez nizanim. ez derim qata xwedê, li wir ayetan werdigrim û têm. kesê ko ayetan dide, li paş perdekêye. ez wî nabînim.» hezretê miḧemed ji cebrayl dixiwaze ko ew careke din li paş perdê bimeyzîne, ka kîye ayetan dişîne. cebrayl wekê hezretê miḧemed dike, dere û perdê vedke. lê çi bibîne? hezretê miḧemed bi xweye, li wir ronşitye. ew poşman dibe, vedgere, tê ba hezretê miḧemed. miḧemed eleyhîselam bi meraq jê dipirse ka kîye li paş perdê ronşitye. cebra’îl dibêje, «ya miḧemed, kesê paş perdê û pêş perdê jî eynîye, yanî tu hem li vir y û hem jî li wir y...»

civat dîsan dikene. dîsan, ji celadet beg pê ve, hemû bi hev re dikenin.

- seyda te ev çîrok bi hênceta çi got? celadet beg ji kalê rîspî dipirse. bibore, ez baş têneghîştim.

- min ew bi qesta mele û şêxên me got, mîrê min, xwedyê çîrokê dibêje. tu dizanî, mele û şêxên me...

wî hê gotna xwe xelas nekirye, ḧusên aẍayê îbîş dikeve hundir. civat radbe ser pyan.

ḧusên aẍa silav li wan dike û tê nik celadet beg û destê xwe didyê.

- mîrê min, min efû bike, haya min ji hatna te nebû, ew bi ken dibêje. zaroyan xeber bi min gihandin, ez bi lez hatim. fermo, em ronin.

- na, gelek sipas, eger te hinekê wext hebe, min dil hebû, em hinekê bipeyvyana, celadet beg, li pê, dibêje.

- fermo, ḧusên aẍa dibêje û bi destan rê nîşanê celadet beg dike.

celadet beg ji civatê xatir dixiwaze, pêlavên xwe yên ko li ber derî ne, dixe lingên xwe, ḧusên aẍa jî yên xwe, dîsan, dixe lingên xwe û herdu bi hev re, ji odê derdikevin.

di wan rojan de ko tu niha beḧis dikî, ez bi dûr ketbûm; ji xwe, ji hebûna xwe, ji welatê xwe, ji dem û wextên xwe yên zaroktî û xortyê yên sitembolê, ji bîr û ḧis, ji nas û dost, ji xwendin û nivîsîn, ji gotin û qiseyên birîndar dûr bûbûm. ez dûrketî û derketî bûm. her tişt di nav bêdengyeke kûr de ẍerîbê min bû. ez, ẍerîbê welatên ẍerîb, bûbûm ẍerîbê her tiştî.

neçarî û bêgavyê nefes li min çikandibû, ez ji her tiştî bi dûr xistibûm. bi tenê seyd û nêçîr mabû. bi tenê nêçîr û seydê ez ji derd û keseran, neçarî û bêgavyan bi dûr dixistim. dostên min rocê lêsku, ḧusên aẍayê îbîş û çend firansizên din ko ji nêçîr û seydê ḧez dikirin, bûbûn hevalên min ên revê. (belê, nêçîr û seyd rev bû.) seyd û nêçîrê ew valahya boş a hawar û ronahî -yê dagirtibû... hema çi bigre her hefte, em diçûn seydê. tu kêmanyên kinç, taxim û tifnigên min ên nêçîrê nîn bûn. kinc û taxman kamuran ji parîsê şandibûn, tifing jî ya ḧesen aẍayê haco bû. gava berbanga sibê, berî ko ro hilhatbe, hevalên min, bi cîpê, dihatin, ez ḧazir bûm. di êvarê de, min berk ḧazir kirbûn û berî ko ew werin, min kincên xwe yên boz li xwe kirbûn û rext girêdabûn. u bi hatna wan, em bi rê diketin. gerçî ne şengê û ne jî belênê mabûn. şengê li kuçê di bin ’erebeyekê de mabû û me jê re, bi hêstirên sînem û cemşîd, şîneke nedîtî li dar xistibû. belêna ko êdî pîr bûbû jî çûbû gundê xwe. piştî ko min kew azad kirin, min belênê jî şand gund. jixiwe seg û tajyên min ên wefakar nebûna jî dibû, ji ber ko êdê jîp hebûn, bi jîpên mir. lêsko û ḧusên aẍayê îbîş, em diketin pey nêçîrên xwe. em diçûn nêçîra ẍezal û betan ko di her derên sûryê de hebûn. li cizîrê, serê kanyê, navbera dêr û hesçê, li doralyên tidmûr û risafê, li nasrîre û cêrûdê... ẍezal kerê bi kerê digeryan. carna karên wan rastî me dihatin, carna jî nêrî. carna jî kewroşk. di berbangên sibehan û hingûrên êvaran de, ẍezalan xwe li zevyên garsan digirtin. gelek caran bi ẍezalan re bet jî dihatin dîtin.

ji sibê ḧeta êvarê, em li pey wan bûn. min bîr û hişê xwe didayê, ji sibê ḧeta êvarê, hişê min li ser wan bû, -da ko hişê min ji jîna min bi dûr keta. lê rastyê hertim zora xewnê dibir. derengê êvaran, ez, tevî ẍezal û betên kuştî, vedgeryam malê. zarok li dora min dicvyan, wan û roşenê ḧeywanên ko min anîbûn, dibirin mitbexê. sînemê dilezand û diçû pilaka tirkî «her yer karanilk» datanî ser giramofonê. wê dizanîbû ko min gelekî ji şîra wê sitranê ḧez dikir. (lê wê nizanîbû ko sitran qulpîbû ser qedera min û wê ḧisên min jî vedgotin...) cemşîd jî textê setrencê danî da ko min pê re bilîsta.

wê şeva ko ez çûm mala ḧusên aẍayê îbîş, dîsan, ez ji seyd û nêçîrê hatbûm. îcar ez dest vala bûm. me bi tenê karkek, sax girtibû û ew jî dabû lezgîn aẍa, yanê mir. lêsku da ko ew wê dyarî xanma xwe filorensê bike. wê şevê, piştî ko sînemê pilak danî serê, ew hate nik min û li ’erdê ronişt. wê dil dikir tiştek bigota. min ew pê da gotin; wê cil û bergên no divyan... tavlê min xwe da hev û bi kincên seydê, ez derketim, tevî ko şev êdî dereng bû, çûm mala ḧusênê îbîş. li wir jê, her mîna ko tu beḧis dikî, ew şêx û aẍayên me roniştibûn û çîrokên xwe ji hev re digotin! îş û karê wan hertim çîrok bû. bîr û hişê wan her li ser çîrokan bû. xwendin, nivîsîn, afrîn, avakirin, eser, medenyet... ev tişt dûrê wan bû. şeb û şekir li nik wan yek bû. bi pîqepîq, ew dikenyan û mîna her carê, şevbihurka xwe li dar dixistin. wexta leglegê diçû bi leqleqê... eger yekê ko ew nas nekirna, li wir bûya, wê dê bawer bikira ko dostî û samîmyeta wan kesên roniştê bêpayan bû. lê min dizanîbû ko ne welê bû. ew bi hev re dikenyan û çîrokên mele û şêxan digotin. lê li pey hev jî dijminê hev bûn û hezar û yek tiştî li dijê hev digotin. herweha li dijê min jî... 24-25 salên min ên rohlatê hînî min kirbû; kurd ne yek bûn, yekîtya wan pir dijwar bû û wan gora hevûdu dikolan. dinya dijminê wan bû, ew jî dijminê hev bûn. her cara ko min civatên wan didîtin, gotnên ovdus, mamosteyê rojên min ê sitembolê, dihatin bîra min; mirov gurê hevin... lê kurd ne bi tenê gurê hev, ew ruhsitînê hev bûn jî. dinyayê nefes li wan çikandibû, wan jî, bi dijîtî, berberî, hesûdî, dexesî, teşqele û xirecrên biçok û pûç, her roj, her sa’et, her deqe, nefes li hev diçkandin. dinyayê rê li wan girtibû, wan jî li hev... we li min... li min... hingê li parlamentoya sûryê şanizdeh wekîlên kurdan hebûn. min hemû dinasîn, hemû dihatin û diçûn mala me. lê me dikir nedkir, me nikarîbû ew banyana nik hev da ko wan ji bo gelê xwe yê reben û bêmaf tiştin çê bikirana. ew nedhatin nik hev, -ji ber ko ew li dijî hev bûn, na ne li dijî hev, dijminê hev bûn. ew diçûn û bi dijminên ziman û çanda kurdî re dibûn yek, lê ne bi yên xwe re!.. dev jê berde, em gotnê zêde nekin. tu vegere ser romanê, ser bîrê, bîra qederê...

- mîrê min, fermo, emrekê te? ḧusên aẍa, li ber derî, ji celadet beg, bi meraq dipirse.

xizmetek ko ez bikarbim pê rabim?

- ḧusên beg, ew zevyên te yên gund... celadet beg ji pakêta cixarê cixareyek derdixe, wê vêdxe û bêyî ko li ḧusênê îbîş binhêre, dipeyve. tê bîra te, te beḧsa wan zevyan kirbû...

- belê, tê bîra min.

- gelo ew ji bo pembû nabin? niha herkes beḧsa pembû dike herkes pembû diçîne... mirov nikare li wir pembû biçîne?

- belê, çima na. ’erd gelekî rinde. lê av divê...

- ma mirov nikare bîrekê bikole û jê av derxe?

- belê, çima na... av pire, merv dikare avê derxe.

- ḧusên beg, min biryara xwe daye, ez divê dest bi şixulekê bikim ko hinekê pere bîne, hinekê ḧalê me çêtir bike. eger bi dilê te be jî, m dil heye, em pembû biçînin...

- mîrê min, siḧeta te xweş. ne hewceye ko em gotnê rakin û daynin. ji niha pê ve, ew zevî yên te ne...

- ḧusên beg, em ê pembû biçînin, em ê bîreke yekta bikoln, jê aveke boş derxin û em ê pembûyeke baş rakin...