4
- kîjan? bibêje kurê min, tu kîjanê dixiwazî?
- bavo, ez wê apê ermenî dixiwazim, ew pir xweş lêdxe, bavo.
- başe, kurê min, ez ê wê ji bo te bikirim. ew li bêrûtê heye.
- wî apoyî bi awaza sitranên kurdî lêxsitye, ne welê bavo?
- herê kurê min, wî dengê bilûra kurdî kirye musîkeke yekta.
- bavo... ez bibêjim? ez tiştekî din jî dixiwazim...
- bibêje kurê min, bibêje...
- ma quweta me heye?
- herê kurê min, quweta me heye tu bibêje, tu çi dixiwazî ji bavê xwe re bibêje, metirse û şerim meke.
- bavo, li dibistanê... tu zanî, li dibistanê hevalên min hene. ’ereb, kurd, ermen û suryan...
biskilêtên wan hene. bavo ew bi biskilêtan tên dibistanê.
- tu biskilêt dixiwazî, kurê min? bibêje, tu wê dixiwazî?
- bavo, tu zanî, abîd û şêrko hene. te dît, ew tên mala me jî. bavo, biskilêtên wan pir xweşin. biskilêta abîd beleke û dibirqe. xelekên rengên biskilêta wî dikevin nava hev. gava ew lê swar dibe û dere malê yan jî pê tê dibistanê, biskilêt dibirqe. bavo ew çanta xwe jî datîne pişta biskilêtê...
- bavê te dê yekê welê ji te re bikire. tu meraq meke. bi xêr, tu ji vir derkeve, ez ê biskilêtek ji ya abîd jî xweştir ji kurê xwe re bikirim.
- ma quweta me heye? ma tu dikarî bikirî?
- herê kurê min, ez dikarim, çima nikarim... ez ê biskilêtekê ko dibirqe, bikirim...
- bavo, ez tiştekî din jî bêjim?
- bêje kurê min, bibêje...
- bavo, sînem şerim dike bibêje... çanta wê kevin bûye, çavkên çantê çîryane... li bazara mercê, wê û useymayê li dûkanekê çanteyên rind ên çerim dîtne...
- ez ê bi sînem û useymayê re bipeyvim, kurê min.
niha, tu, bi hêsanî, gotnên wê rojê vedguheznî ser kaxzên sipî û dinvîsî.
pênûs bi hesanî wan li hev tîne. lê tu were û ji min bipirse ka min hingê çi dikşand û çi ḧis dikir... cemşîd, lawê min ê yekane, zuryeta min, newêrîbû daxwaza dilê xwe yê zarok bigota! wî beḧsa quweta me dikir û nikarîbû beḧsa daxwaza xwe ya biskilêtekê bikira! tu dê bav bî, di ser de mîr bî û lawê te dê, ji ber rewşa kambax û teres, ji neçaryê, ji te tiştekê nexwaze! tu dê nikarbî jê re biskilêtekê bikirî... ma mirin jê ne çêtir bû?
eger cemşîd ne li nexweşxanê bûya, ez ne bawerim ko wî dê beḧsa biskilêtê jî bikira. cemşîd li nexweşxanê bû, bedena wî ya biçok bi taya nexweşyeke xedar ketbû. me ew birbû nexweşxana firansizî ko min ê jî paşê, piştî hilweşîna bîrê, zyaret bikira. cemşîd divya li nexweşxanê bima û tedawî bûya. lê quweta me nîn bû ko me bikarbûya mesrefên nexweşxanê bida! me nikarîbî dermanên pêwist bikirîna! lê bi hêvya ko min ê, dîsan, ji dostekê xwe deyn bikira û mesref bidana, me cemşîd li nexweşxanê razand. ez her roj, piştî nîvroyan diçûm nik wî û li ber serê wî rodnişitim û pê re dipeyvîm. divya tiştekî bi cemşîd nebûya, piştî herdu sefteran, min nema dikarbû xwe rabgirta. cemşîd ko hê zarokê dergûşê bû, bi avejenyê hîn bû, pêncisalî bû li hespan swar bû, heştisalî bû, bi min re hate seydê, divya bijya û li ser rya bav û kalên xwe bimeşya, navê me bidomanda...
lê rewş ne tu rewş bû, teres û kambax bû. ez nikarbûm binvyama, xew nedket çavên min. ev gotna hanê ya kalemêran ko min tu carî bawer nedkir ko ew ê ewçend bibûya rastya jîna min, mixabin, bûbû rastya min; xewa miryan tê, xewa birçyan nayê. raste, berê jî, ez gelekê birçî mabûm, min gelek rojên birçî derbas kirbûn. lê hingê ez bi tenê bûm. nanê tisî, du serê kartol, paryeke penêr têra min dikir. niha zarok hebûn, barê malê hebû, navê mezin hebû, hatin û çûyna boş hebû. loma çaxa ez diketim nava cyan, hemû dijwarî, zeḧmetî û bêgavî li dora min dicvyan. bêçare, ez dîsan ji nav nivînan derdiketim, min cixareyek vêdxist, li roşena ko çavê xwe vekirbû û bêdeng li min dinhêrî, mêze dikir û diçûm oda xebatê. tu dê bipirsî ka min li wir çi dikir? hîç. ji vexwarna araq, kişandina cixarê û guman û pojandinê pê ve, hîç tiştekî. pênûs nedlivya, gotnan koç kirbûn. dinya bûbû tarî, tu çilka ronahyê ji derekê nedxuya. ne pêtek ne jê çirûskeke hêvyê...
u di ser de jî jîna rojane, kefit û leftên wê, dijwarî û mesrefên wê. mesref pir bû, lê hatin nîn bû. nav, şan û şoret mezin bû, lê dirav û dewlemendî tune bû. ez çawan bibêjim, çawan bi te bidim fahmikirin? mesela canan û hatna wê. canan, bi xewnên xweş, xeyalên mezin, hatbû û bi qasî sê heftan li bêrûtê mabû. lê piştî ko wê jî fahim kirbû ko êdî dereng bû, êdî payzê bi ser umir û bedenê de girtibû, ew, bi girî, çavên wê li min, li keştya firansizî swar bûbû û berê xwe dabû marsîlyayê. ew hatbû, agirê dilê min ê ko vemrîbû, ji no ve, vêxsitibû û çûbû.
heye ko gotin ne di cîh de be, lê mesrefên me yên sê heftan bi qasî hatna şeş mehên roşenê bûn. xwedê şahîde, min tiştek ji yara xwe ya rojên bajarê min ê abadîn sitembolê texsîr nekirbû. lê her tişt bi deyn bû û roj bi roj, deyn zêde dibûn. roşena reben gelekî xwe dikêşand da ko alîkarî bike. wê mamostahî dikir, li zarokan dinhêrî, zarok û useyma didan xwendin û hemû karên me dimeşandin. min jê dixiwest, pir dixiwest ko alîkarî bikira. lê ji destê min zêde tiştek nedhat. mixabin ez bi kêrî şixulên tîcarî û diravî nedhatim. kamuranê me, ji min jîrtir bû. wî hem şixulê xwe yê ziman û edebyatê dimeşand hem jî yê tîcaret û aboryê. min nikarîbû, ez bi tenê bi kêrî gotnên birîndar ê kurdî dihatim. lê wan jî pere nedkir, mîna ko xanê, şayrê mezin ê kurdan, mamosteyê evîndarya welêt ê bav û kalên min, gotbû, bazara wan kesat bû. ez ji malbata ’ezîzan, mîrekên cizîra botan bûm. karbidestên dewletên rohlatê nas û dostên me bûn. giregir mêvanên me bûn. keça kekê min sureya bi birayê qiralê urdinê re zewcîbû û bûbû bûka sarayê. damat eḧmed namî beg ko reysê cumhurê sûryê bû, nas û xizmê bedirxanyan bû. mala qiral evdilh dostê malbatê bû. serekwezîrê sûryê husnî ze’îm dostê mala me bû. di wextên osmanyan de, gava mamên min bedrî paşa, xelîl ramî beg, ’elî şamîl paşa û yên din li rohlatê karên dewletê digerandin, wan gelekî çêyê bi van mal û malbatên ko niha rohlat îdare dikirin, kirbûn. lê tu carî, min royê xwe ber bi wan nedkir... min nedxiwest ko ez lala paşa bûma, birçîbûn ji lala paşatyê çêtir bû.
heçî ew apê ermenî ko cemşîd, bi zimanê xwe yê şêrîn, beḧis dikir, aramê xaçaturyan, musîkjenê mezin ê ermenistanê, bû. min du pilakên wî yên kevrîn ji dostên xwe yên ermen ên bêrûtê deyn kirbûn û anîbûn şamê û li wan guhdarî kirbûn. li malê giramofoneke baş ko roşenê, ji bo useyma û sînemê kirîbû, hebû. bi qasî du heftan, pilakên yekta yên xaçaturyan her li ser bûn. navê pilakan «gayaneh» bû. gayaneh keçkeke ermen bû, navê birayê wê ermen bû ko ji keça kurd ’eyşê ḧez dikir... pilakên ko pir xweş li hev hatbûn û li ser musîka kevnare ya ermen û kurdan lê bûbûn, du heftan mala me şên kirbûn. li nexweşxanê, oda sipî ya swaxkirî, cemşîdê ko rojên berşîryê ḧeta rojên nexweşxanê, her û her, li dengê bilûra eḧmedê ferman guhdarî kirbû, ew pilak dixiwestin. xûyê şîrê ḧeta pîrê bû!..
- bavo, ez tiştekê bibêjim?
- bibêje berxê min.
- perên aẍa delalê min, kalo eḧmed pirin. ew wan pereyên ko tu û mêvanên ko tên malê, didnê, vedşêre. wê şeva hanê, bavo, gava ew apoyên firansiz hatbûn û aẍayê delal ji wan re li bilûrê xistibû... ew şev tê bîra te, bavo?
- herê, kurê min, tê bîra min...
- wê şevê, bavo... tê bîra te, te pere dan wî. wî ew pere wergirtin û birin veşartin... ew perên xwe dixe nav doxîna xwe. zêrên wî jî hene, bavo.
- kurê min, ew ḧeqê wî ne...
- lê bavo, ew peran winda jî dike...
- çawan, kurê min?
- gava ew dere avdestixanê û doxîna xwe vedke, pere jê dikevin û ji qulkê derin. bavo, gereke, ew perên xwe bide te.
- çima kurê min, çima ew ê bide min?
- ew wan ji bîr dike û paşê dixîne, winda dike... u aẍayê delal dibêje ko quweta te nîne, destê te tenge. gereke, ew wan bide te...