1

bîr; bîra qederê, bîra mirnê... hiş û bîr... bîrbirna qederê... bîr, kanya umir û jînê, warê pêşîn û dawîn...
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 4 minutes  285 views

belê, ropelên romana bîra qederê, hêdî hêdî, dighên dawyê. her destipêkekê dawyek heye; bîra qederê jê fotografeke dawîn heye. fotografa dawîn a çûynêye; çûyna dawîn a bêveger... fotograf a mirnêye. ev fotografa dawîn a romanê ko gelekî ronîye, tarîtya çûyn û mirnê nîşan dide.

sal 1951e, ji rojan 15-ê tîrmehêye.

germe, tevî ko danê êvarêye, dinya dikele. bajarê şamê û taxa kurdan a bajêr, bi xebera reş, dikele; mirna ko ji lehengê vê romanê pê ve kesê nedpa, hatye û ber bi axa reş, şûn û warê vegera dawîn, bi rê ketye.

çare nîne, li hember mirnê tu çare tune.

di fotografê de, li pêş cenaze dixuye. li ser milên çar kesan, cenaze bi rê ketye û dere. li pey cenazê jî xelkekî pir, bi gavên giran, di kolaneke fireh de, dimeşe. seryê dawîn ê xelkê naxuye. kevrên kolanê, bi şewqa tîrêjên tavê, dibirqin. esman vekirî û zelale, ne ewrek, ne jî tarîtyek dixuye. dinya ecêb ronîye.

şênî, hêdî hêdî, serê wan li ber wan, dimeşe. ew kî ne? kesên ko nasên xwendevanên bîra qederê ne, tê de kêmin. di navenda rêza pêşîn de, cemşîd duxye. li herdu kêlekên wî jî ḧusnê begê berazî û yusif melk dixiwîn. herdu ketne milên cemşîd û dimeşin. bi qasî ko ji fotografê dixuye, kes napeyve.

koça dawîn bêdeng tê pê. bajarê rengîn ê îslamê, bêdeng, li vê çûyna dawîn a mîrekê kurdan şahîdî dike. u fotografa dawîn a bîra qederê, bêdeng, şahîdî li roja dawîn a umrê celadet alî bedirxan dike.

celadet beg dere.

cemşîd ko hê no ketye donizdehan, li pey bavê xwe dimeşe. serê wî li ber wî, di navbera mamên xwe de, li pey bavê xwe, cara dawîn, dere. piştî vê roja germ a havînê, ew ê hew li pey bavê xwe here. ew ê hew pê re be, hew pê re bipeyve, jê re bibêje, «bavo, bavo binêre, ez mezin bûme, ez bûme mîr cemo...»

cemşîd çi difkire, çi ḧis dike? ma merv li pey mirnê çi ḧis dike?

keser, bi tenê keser.

mîna şitlekê, dirêj û zirav, cemşîd dimeşe û bavê xwe bi rê dike. kî çi dibêje, bila bibêje; mirin ecêbe, çûyn û koça dawîn kambaxe. mirin kesere. ew nayê qebûl kirin. cemşîd li pey bavê xwe dere û wê bi rê dike, lê ew ê çawan qebûl bike ko bavê wî dê hew vegere malê, hew bi dengê xwe yê gur bipeyve û hew jê re bibêje, «cemo, kurê min, ez ketme bextê te, tu min, bavê xwe yê kal, şermezar dernexînî?..»

fotografa dawîn a romanê, bergeha dilsoj a veqetînêye; celadet beg ji jyana rengîn, lê pirî caran kambax, vedqete, ji cemşîd vedqete, ji heval û dostên ko di wênê de dixiwîn, vedqete, ji roşen xanim, useyma, sînem û eḧmedê ferman vedqete, ji zimanê xwe yê birîndar û ropelên kovarên xwe vedqete. ew ji dinê vedqete.

celadet beg, li ser milên çar kesan, di xewa ebedî de razayî, ji dinê xatir dixiwaze û dere.

piştî vê fotografê êdî tu kes ê nikarbe fotografên wî bikşîne. tu kes ê nikarbe wê li ser kitab, kovar û kaxzan bibîne. tu kes ê nikarbe wî di kêf û ḧenekan de, şîn û tazyan de, seyd û nêçîran de bibîne. îro, yanî roja 15-ê tîrmeha 1951-an ko ev fotografa dawîn hatye kişandin, roja dawîne. îro roja veqetînêye. piştê îro êdê bi tenê valahî, xewn û xeyal hene. ji îro pê ve êdî rastî dê biqulpin ser xewn û xeyalan...

di fotografa yekemîn a bîra qederê de mervek hebû. di bihara 1893-an de ko dinya û jyan, ji no ve, dest bi geşbûnê dikir, mervekê, li ser giraveke biçok li kamerayê dinhêrit. merv navenda wê fotografê bû. di fotografa dawîn de jî, dîsan, merv navende. fotografên bîra qederê bi mervekê û hebûna wî dest pê dikir û bi mervekê û çûyna wî xelas dibe.

hatin û çûyn; du ḧaletên herî însanî yên cîhanê. fotografa dawîn a bîra qederê sitrana veqetîn û çûynê, bêdeng, bêzar, dinehurîne.