6
kî çi dibêje, bila bibêje, tarîx her dubare dibe, monîka, kelgirî, li ber xwe dinhêre û dibêje. tiştê ko di şerê yekemîn de bi me alemanan qewmî, dê îcar jî, bi me biqewme. tê bîra we, gava nîtşe rexne li alemanan digirt, wî digot; her mirovî, her miletî du alî hene, alyê ronî û alyê tarî. çaxa alyê tarî zora alyê ronî bibe, hingê jyan ji bo wî kesî û miletî dûjehe... qedera me alemanan jî wehaye; tarya dûjehê, xelekên agirên dûjehê... şewat, hilweşîn, xirbe û kavlikirin, mirin û kuştin... ez çi bibêjim?.. şerim dikim, bi tenê şerim dikim...
- şatiz monîka, li van deran, haya me zêde ji bûyeran nîne, tiştên ko em pê dihesin, ji destê çaran, pêncan dighên me, kamuran beg li monîkayê dinhêre û dibêje. gotnên te me mat dike... çawan dibe?.. miletekê mîna yê aleman ko hertim bi mantik û hişliserê bûye, çawan dikare evçend nizim be?
- ez nizanim, ez nizanim... na, ez dizanim, ez dizanim, lê taqeta min a gotnê nîne. jixiwe li hember van bûyerên şer û kirnên me alemanan tu qîmeta gotnê jî nemaye... felakete, bi tenê felakete... do jî weha bû, îro jî wehaye... felaketê mohra xwe li enya me alemanan xistye, tu rizgarî, tu xelasî nîne...
- monîka, xwe mewestîne, celadet beg ko li kêleka wê runşitye, destê wê yê çepê dixe nav herdu lepên xwe û dibêje. hinekê bîhna xwe berde, were ser xwe. paşê em ê bipeyvin...
- west? bîhniberdan?.. nayn, nayn, mayn forist... tu beḧsa monîka berê ya munîxê dikî. ez hew ew monîka me. west, bîhniberdan, îsrehet... evana ji bo mirovên normaln. vî şerî tu tiştê normal nehşitye. haya we jî nîne, ji tiştekê nîne. ev xeberên ko hûn dibhîsin, dixiwînin, tu tiştî nabêjin. haya we ji kampên êsîran, hemamên gazê, firûnên şewtandina mervan, çalên kuştyan, qirkirna bi milyonan cihûyan heye?.. mayn get, mayn got!..
monîka hatbû. hevala min a rojên munîxê, hevrya min a dersên nîtşe û evîna min a roj û şevên birçê, ji nişkekê ve, hatbû bêrûtê. haya min û kamuran ji tiştekê nîn bû. wê rojê, danê sibê, gava telefona kamuran lêket, ez jî li mala kamuran, li salona wî nivyabûm. ez û kamuran sa’et sisyê şevê vegeryabûn malê û ḧeta ber destê sibê, li ser giramera kurdî ko em lê hûr dibûn, xebtîbûn. lê bi dengê tîz ê telefonê, ez jî hişyar bûm. telefon ji balyozxana amerîkayê bû. dîplomatekê amerîkayê beḧsa banûyeke alemanî, monîka karlifeld, dikir. banû li bêrûtê bû û li mir. kamuran bedir -kan dipirsî... mala kamuran li navenda bajêr, li ser kolana weygandî bû. bi lez, me xwe da hev û em ji malê derketin. tevî ko rê ne dirêj bû, me teksyek ji rê vegerand, em lê swar bûn û çûn balyozxanê. piştî demeke çûn û hatnê, eskerên çekdar em birin hundir. li wir jî dîplomatekê navsal û bejnidirêj em birin odeyekê ko li bexçê dinhêrî. monîka, di nav kincên reş de, tûlekê reş li serî, li odê, runiştibû. çaxa çavê wê bi me ket, wê xwe, bi carekê, avêt ser me. «Mein fürst, Celadet, du auch» wê got û dest bi giryê kir... welê dixuya ko wê nizanîbû ko ez ê jê li bêrûtê bûma.
monîka reben... ew bi qasî mistekê mabû. cil û bergên wê jê diketin. qermîçokên enî, binçav û ru pir kûr bûn. çav ketbûn kortê. ji ew monîka min a çavşêrîn, bejnidirêj, gerdan û bedenxiweş tu tişt nemabû. monîka ko, li odê, xwe avêtbû hembêza min, pîrejneke jar, kin û reben bû... monîka digrya, mîna ko zelzele bi bedena wê ketbe, ew welê dihejya û bi qîrîn digrya... kamuran navnîşana xwe nivsê, da dîplomat û ez ketim milê monîkayê û em ji wir derketin û dîsan hatin malê.
monîka ji goristanê, ji zevyên mirnê, ji bêndera ruhsitîn dihat. wê alîkarî li tevgereke arîstokirat a alemanî kirbû da ko adolf hitler, bi sûykastekê, bikujin. lê tevger bi ser neketbû. tevî ko gelek kes mirbin û hîtler jî birîndar bûbû, tevgera arîstokiratan têkçûbû. piranya kesên tevgerê ko ji zabtên bilind, arîstokiratên kevnare û karbidestên gelekê dewlemend bûn, hatbûn girtin û kuştin. monîka jî, tevî du hevalên xwe, bi hezar zeḧmetyên ko nayên hişê mirovan, xwe gîhandibû girava maltayê. hevalên wê li wir mabûn da ko ji wir jî herin amerkayê, ew jî, bi alîkarya amerkayyan, ji bo me, hatbû bêrûtê. kê digot ko dinya mezne? tu bibêje, hema piştî bîst salan, ji nişka ve, guherê, pir guherê, em gihabûn hev.
lê tiştên ko monîkayê beḧis dikirin ne îşê aqlan bû. li rohlatê kesê beḧsa wan bûyeran nedkir. bûyerên şer, li rohlatê, bi çend rêzên nivîskî vedguhezîn şênyan. hema çi bigre, haya kesê ji qirkirna miletekê, cihûyên derketî yên hezar salan, nîn bû. monîkayê beḧsa mirovan, şexsan, ruh, hiş, êş, jan, pejin û dengên însanan dikir, ne ya rêzên nivîskê yên xeberên şer... dilê min, bi her gotna monîkayê, bi her hêstira ko ji çavên wê dibarî, diguvşî. ji bilî «na, nabe, çawan dibe» me nizanîbû ka me dê çi bigota. li gora ko monîkayê digot, li her alyên welatê alemanan û cîhên ko wan vegirtibûn, kampên mirnê hatbûn pê û di wan kampan de, her roj, bi hezaran cihû, dihatin şewtandin. belê, şewtandin!.. bi sed hezaran, heye ko bi milyonan cihû hatbûn kuştin. ne bi tenê cihû, lê kesên ji miletên din û nemaze qereçî jî, bi deh hezaran, dihatin kuştin. min û kamuran bi birînên qetlî’am û qirkirnê dizanîbû. di salên me yên xortyê de, milyon û nîvekê ermen û sê sed hezar kurd qir bûbûn. me bi bîhna hilma mirnê dizanîbû. loma jî her gotneke monîkayê dibû kozeke agir. cihû... hê di sala 1942-an de, di şeveke pûk û seqemê de, min bendeke dirêj, bi gotnên nîvmirî yên kurdî, bi navê «zilamek û zimanek» nivsî û tê de qala serpêhatyên cihuyan, tewrat, zimanê wan ê mirî, vejandina zimanê wan û ’elyêzer bin yehûda, mêrxasê ko ziman vejand, kir. ew bend, yek ji nivîsarên min ê herê başe. ji ber ko min ew, di şevên tarî de, bi hevaltya kulyên sipî yên berfê, bi hemû ḧis û kela xwe, nivîsî. hê niha jî tê bîra min, tê de, min weha digot; «yehuda ferhenga miletê xwe çêkir û bêjeyên ko di zimanekê mirî de nînin, ew jî pêk ve anîn. zimanê îbranî jî di nav cihyan de belav bû. di sala 1922-an de, gava ’elyêzer bin yehûda mir, zimanê îbranî yî ko berê 30-40 salê zimanekê mirîbû, bûbû zimanê miletekî. ev ziman îro di felestînê û di rex ’erebî û îngilîzî de zimanekî resmî, zimanê dewlet û ḧikumetêye jî...» u paşê jî min tê de weha digot, «îro hînbûna xwendin û nivsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeyeke şexsî lê wezîfeke milîye jî. heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe ya milî pêk ve netanîne û bi kêrî miletê xwe nehatne» û min li kurdan şîret dikir ko ew ji ’elyêzer bin yehûda dersan werbigrin... me dê çi bigota? me bi tenê li monîka xemgir, hevala min a comerd ko di nav bîst salan de bûbû pîrejneke porispî, guhdarî dikir... xelekên agirê şer bi canê cihyan ketbû. cihû dişewtîn, dûmana ko ji cendekên wan bilind dibû, bi esmanan dighîştin...
monîka ava ko kamuran beg anye vedxiwe, ew çend tayên porê xwe yê kin û sipî ko bi ser çavên wê ketne, dide alî, serê xwe radke û li hevalên xwe yên salên bîstan dinhêre. ew, bi nêrîneke kûr, lê vala, dixiwaze bikene. lê nabe. qermîçokên ruyê monîkayê ḧalê wê dide dest. ji der ve, dengê ’erebe û şênyan tê. kamuran beg radbe û pencerê digre. monîka çavên xwe yên wermê li salona biçuk digerîne. çavê wê bi hersê fotografên ko li ser masa xebatê ya kamuran bege, dikeve. yek ji fotografan a emîn alî beg, sanîḧa xanim û mezyetêye. emîn alî beg û sanîḧa xanim roniştine, mezyet jî li paş wan, li pê seknye. fotografa dudyan a malbata celadet bege; ew, roşen xanim, sînem û cemşîd bi hev re ne. sînem û cemşîd li ser çogên bavê xwe runiştine. fotografa din jî ya seftere. di nav çarçeweke zêrhêlê ya biçok de, sefter li pê seknye, lingê xwe yê rastê danye ser darekê, xwe xwar kirye, destê xwe danye ser çoga xwe ya rastê û dikene.
- cara dawîn, min sefterê ruken di bihara sala 1941 -an de zyaret kir, monîka bi destimaleke fireh, bîvla xwe paqij dike û dibêje. ez û pêlkanê ko bi rojnamevanekê nas re zewcîbû, bûbû xwedî du zarokan û navê lawê xwe sefter lêkirbû, çûn haydelbergê, ser tirba sefter. ew şitlên sorgulan ko pêlkanê çandibûn, mezin bûbûn. sorgulan bîhin didan... piştî wê rojê, min hew sefter û pelkan dîtin. paşê min bihîst ko gestapo pelkan jî girtye, lê ez nizanim ka xeber rast bû yan na. eger rast be jî çi bi serê wê de hat? ez pê nizanim. misîbet, misîbetên ko li me qewmîne, nayên gotin... ez şerim dikim... ez... nîç...
monîka nikare gotna xwe dewam bike. ew dîsan dest bi giryê dike. bi qîrîn û zarîn. celadet beg dixiwaze jê re tiştekê bibêje, lê kamuran beg nahêle, ew bi destan îşaret dike da ko ew bihêln, monîka bigrî.