5
- bese, sipas. garsonê bejnidirêj ko bi ûsil qahwe tijî dike, bi serê xwe, silav dide û pêlepaş dere.
celadet beg, kamuran beg, rocê lêsku û yusif melek, li lubnanê, li navçê rasel metin ko li kêleka gelyên kûr û benderên çyane, di aşxaneyeke kevnar a durzê de runiştine û qahwa piştî şîva êvarê vedxun. yusif melek, nivîskar û rojnamevanê nas û bedengirs, ko bi eslê xwe asûrîye û li bêrûtê dijî, dostekê nêzîk ê celadet û kamuran begane. wî dil heye, bi navê «Alhurrya-The Liberty», bi ’erebî û îngilîzî, dest bi rojnameyeke hefteyî bike. wî hewcedarî bi alîkarya hevalên xwe heye. bi vê munasebetê, wî hevalên xwe, di dereke sakîn de, ezmandine şîvê.
- alhurî ye dê bibe dengê hemî miletên bêkes û bindest, ew, bi destê xwe yê rastê, porê xwe yê ber p paş şehkirî, rast dike û dibêje. celadet beg herdu kovarên xwe li şamê dweşîne. kamuran beg li vir dest bi kovara xwe roja nu kirye û du hejmar, bi kurdî û firansizî, derxistine. bi xêr, çaxa em jî elhurî ye bi ’erebî û îngilîzê derxin, hingê ev hemî dê hevûdu temam bikin. ew ê hemî, bi hev re, bibin kursya jibîrbûyyan.
aşxana ko bêtir cîhê mal û malbatane, hêdî hêdî, vala dibe. garsonên ko cil û bergên rengîn ên durzî li xwe kirne, di navbera masan de digerin û mase vala dikin. li ser masa yusif melek û hevalên wî jî, ji çend teyfkên meze, meywe, fûl û humusê pê ve, tiştek nemaye. çima fûl û humus li ser masêye? kes pê nizane. tevî ko kesê destê xwe nedaye wan, ew hê jî li ser masê ne. mase li kêleka pencereyên pir firehe. der di nav tarya şevê deye, bi tenê sitêrk ji esmanan diçrûsin. u carna ronahya lampeyên ’ereban ji dûr ve dixiwîn. ji penceran jî agirê findên ko li ser masê ne û êdî ber bi xelasbûnê derin, dixuyê.
- şer hê dewam dike, yusif melek dibêje, lê dinya westyaye, ez welê bawerim, dawya şer jî, mîna van findan, tê. lê em, kurd, asûrî, ermen, çerkez, cihû, filistînî, durzê, elewî, marûnî, dîsan, bêzar û bêzman, bêxwedî û bêkursî ne. me jî ḧeq û hiqûq, maf û doz lazme. kî dê bi doza me rabe? hişê min tiştekê ji dinya kambax a westyayî nabre...
bi gotna dostê min ê dilişkestî, lê ziravbhîstyar, bû. ma wexta kê, di nav agirê şer de, ji bo milet û gelên biçuk û bêkes, hebû? dinyayê «sitrana mirnê» ko min ji lamartînî wergerandibû kurdê û di hejmareke hawar -ê de weşandibû, dinhurand;
«yê ko tê mîna şev û roja borîye
carna êş û xebat û kêf û şahî
carna ax û of û girîn
carna di nav gul û gîhê
carna di nav ax û herê
û dawî... şeva tarî bi ser me de tê...»
di heyama sitrana mirnê de gel û komên ko şelpa mirnê xwarne dikarin çi bikin?
tu bi lihîstina setrencê dizanî... di wan rojan de, dinya bûbû textê setrencê; şah û fîl û ferzîn rabûbûn hev, ew bi rim, gurz û şeşperyan ketbûn nav hev, birc hildiweşyan, ferzîn hêsîr diketin, swar ji hespan, peyar ji newalan diketin û esker jî li ber lingan diçûn. heçî miletên bêpişt û bindest bûn, di vê lehîstika setrencê de, esker bûn. şah û ferzînan ew dajotin pêş.
di vê lehîsteka mirnê de, qîmeta kurdan jî, li gora awrê tirkyê diguherî. di destipêka şer de, tirkyê bi dewletên hevalbend re peymaneke dostyê anî pê. hingê buhayê kurdan ket. lê demên dawyê, tirkye vegerya ser syaseta xwe ya kevin a osmanî û bi alemanan re tifaqeke dostyê îmze kir. hingê jî qîmeta kurdan li nik hevalbendan zêde bû. bi gotna kalemêran, kela şorbê rabûbû û hewcedarî bi keskê hebû!.. di heyama sitrana mirnê de, qeydeyên setrencê derbas dibûn, ne tiştekî din. gava buhayê kurdan dîsan zêde bû, îngilîz û firansizan, mîna dewlet, nêzîkî li me kirin. sansora tûnit hilanîn, rê li me vekirin ko em bi karên rêxsitinê û çapemenyê rabin, hin îmkanên çapê dan me. hevalên me yên syasî şixulên xwe yên syasî xurtitir kirin. me jî dest bi weşanên nu kirin. kamuran jî li bêrûtê dest bi weşandina rojnameyeke hefteyî roja nu kir. dîsan wî û hevalên wî yên kurdên lubnanê, dest bi radyoyeke kurdî kirin. radyo heftê du rojan, roja çarşemb û înê, li ser pêlên kurt û navîn, dweşya. wan ji min jî alîkarî xwestibûn. min bendên sereke yên roja nu dinvîsîn û nuçeyên şer ko min ji bo hawarê jî ḧazir dikirin, didan radyoyê. loma, hema çi bigre her hefte, ez diçûm bêrûtê. gava ez digham bêrûtê, min hejmara telefona kamuran, 8441, dizvîrand û xebera hatnê bi wî dighand da ko ew jî bihata sûkê. ji ber ko her cara ez diçûm bêrûtê, min kaxzên çapê jî bi xwe re dibirin. kamuran dihat, me para roja nu ya kaxzan hildida û yên din jî di sûkê de difrot. hêzên hevalbend ew kaxiz didan me da ko me kovarên xwe bweşandina. lê me nîvê kaxzan bi kar danî û nîvê din jê di sûka reş de, ji bo debara xwe, difrot. tevî ko kamuran awkatî dikir, roşenê mamostahî û min jî awkatî û tercumanî, çu carê, perê me, bi qasî qîma me, çê nedbû û mesrefa weşanan jî bêpayan pir bû.
loma, belê bi tenê loma, qorîna quling ji derdan bû...
- mixabin, ne ez, ne kekê min celadet û ne jê mir. lêsku dikarin bi ’erebî û îngilîzê binvîsin, kamuran beg, bi destimaleke sipî, lêvên xwe û simbêlên xwe yên zirav paqij dike û dibêje.
jê pê ve, yanî ji vê kêmanya me pê ve, te çi daxwaz hebe, em bi te re ne û em ê pê rabin... ma ne welêye?
celadet beg û mir. lêsku jî serê xwe dihejînin û wî tesdîq dikin.
- hingê ez ê tavlê dest bi xebatê bikim, yusif melek bi kêfxiweşê dibêje, bi tenê navê we, hebûna we, ji bo rojnamê quweteke mezne. u paşî jî ew destê xwe hildike û ji garson ḧesabê dixiwaze.
di wê navberê de, celadet beg ji berîka çakêtê xwe kaxzekê derdixe û dide kamuran begê ko li hember, kêleka mir. lêsku runşitye.
- benda mine, celadet beg dibêje. ji bo hejmara sisyan a roja nu. min dil heye, ez îşev vegerm şamê. min bêrya zaroyan kirye. tu wê werbigre û li gora dilê xwe rast bike.
kamuran beg kaxzê ber bi findê dike, lê dinhêre û pê re dixiwîne.
- abî, te şîra bavo nivîsye, ew dibêje. şîra ko bavo ji mamê me mîqdet re şandibû.
paşê jî kamuran beg kaxiz datîne, ruyê xwe ber bi mir. lêsku dike û şîra dirêj, ji ber, dixiwîne; pêrûz ji te re hezar cara, ev denge niha li nav yara, mizgînya vê cerîdeya qenc, şabaş dibîtin çiqa hebit genc... piştê ko ew xwendina şîrê xelas dike, ew dîsan kaxzê dixe destê xwe û lê dinhêre û bi tenê dibêje, «şîra bavo, şîra bavo...»
celadet beg, bi ken, li birayê xwe dinhêre, dilopên dawîn ên qedeha xwe ya konyaka cowirtose vedxiwe û li mir. lêsku û yusif melek vedgere û dibêje, - birayo kamuran... birano... tarîx dubare dibe, qedera me bedirxanyan hertim yek û eynîye... sala 1898 -an, mamê me mîdḧet li qahîrê rojnameya xwe kurdistan -ê dweşîne. ew ji birayê xwe yê mezin emîn alî beg ko hingê li sitembolê dijî û me mezin dike, nivîsan dixiwaze. bavê me nikare bi navê xwe binvîse, lê ew li mala me ya kizlitoprakê, li oda xebatê, rudne û jê re, bi navê «lawê şêx e. fetaḧ» vê şîra hanê dinvîse û dişîne. niha jî birayê min ê kiçk, 45 salan bi du nivîsîna şîra bavo re, ji min, ji bo rojnameya xwe, nivîsan dixiwaze. ma ji vê şîrê xweştir çi xwençe heye ko ez bikarbim bidim birayê xwe yê kiçk?.. kî çi dibêje, bila bibêje, tarîx her dubare dibe...