4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  302 views

bavo, ev çye, cemşîd, li oda xebatê ya celadet beg, li ser çogên celadet beg runiştî, bi ken dibêje.

- ev ronahîye, kurê min...

- ronahya kêye?

- ronahya me kurdane.

- ka çima ew ronî nake?

- ronahî di nav ropel û rêzên wê deye.

- mîna hawar-ê?

- herê, mîna hawarê.

- bavo, ew xweha hawarêye?

- herê, ew xweha hawar -êye û xweha te û sînemêye. navê wê ronahîye.

- bavo, de bixiwîne

- na bavo, mexwîne, sînema ko li kêleka kursyê celadet beg, li ber lingên bavê xwe runşitye û li wan guhdarî dike, dibêje. mexwîne, lê beḧsa resman bike. resmên ronahî -yê pir xweşkin. ev jink kîye? bêje min bavo, ev kîye?

- were berxa min, tu jî were, celadet beg dibêje û dixiwaze sînem jî li ser çoga wî rûne.

lê nabe, zarok êdî mezin bûne, herdu bi hev re, nikarin li ser çogan runin. celadet beg cemşîd datîne ’erdê û bi xwe jî ji kursyê peya dibe û li kêleka kursyê rudne. ew li zarokan dinhêre û paşî vedgere ser kovara nu ko bi navê ronahî derketye.

- ev peyayê dirêj ko kincên eskerî lê ne, ceneral de gole, ew serkanê firansa aza û fermandarê ordya aza ya firansêye. ev xanma kink ko li kêlekêye û serê xwe rakirye û li ceneral dinhêre, xudantaca îngilîstanê, qiralîçe elîsabete. heçî ev sûreta çar kesên rukene, ew balafirvanên îngilîstanê ne, kincên wan yên balafirvanane. ev sûreta kêlekê jî vapor û filûqeyên îngilîzî nîşan dide. ew nêzîngî li noqareke birîndar a îtalyanî dikin da ko wê hêsîr bigirin.

- bavo, pir xweşe, bavo, dom bike, cemşîd dibêje...

resim û sûretên hejmara yekemîn a ronahî -yê, yên şer, yên agirê tofanê bûn. lê kêfa cemo ji wan re dihat! ji bo wî, ew bi tenê resim bûn, ne tiştekê din. ji resman ne dengê topan dihat ne jî bîhna xwîn û barûdê. lê şer, bi hemû xurtya xwe, dewam dikir. hilweşîn û şewat ko bi ser ketbûn û zora hiş û mantikê birbûn, li govendê bûn. herwekî şerê yekemîn ê cîhanê, dinya, dîsan, mîna hêlekanekê, di nav agirên şer de, diçû û dihat. bîhna mirin, agir û şewatê ji cîhanê dihat.

heçî lubnan û sûrye bû, ketbû destê îngilîz û firansizên golîst. li lubnan û sûryê, li der û dorên şamê, şûrê ruhsitîn, bêrawest, li dar bû. li derhe, xebaxb, çyayê qesyûn, mezê, hims, dêra -zor, reqe, qamîşlok û şamê pêveçûnên dijwar hatin pê. şam bombebaran bû. çend bombe li taxa me, muhacrînê jî, hema çend sed mîtro ji me bi dûr, teqyan. hin bombe jî li dora mizgefta emewî û tirba selehedînê eyûbî teqyan. ji bîstan zêdetir xanî hilweşyan, nêzîkî sed kesê hate kuştin. rojek ji wan rojan, danê êvarekê, useyma, di destan de çend berkên tifing û mîtralyozan, hate oda min a xebatê û gote, «bavo, li van binhêre...» wê ew li ser banê cîranan dîtbûn. min jî ew berkên vala, xatreyên şer, danîn nik berkên tijî yên demança xwe. şamê rojên bi tirs û lerz derbas kirin. lê dawyê hêzên mareşal vişê ji mintiqê kişyan û ceneral de gol û serekwezîrê îngilîstanê mir. çêrçîl îstîqlala lubnan û sûryê îlan kirin.

em kurd li kû bûn û me çi dikir? bê gumane ko cîhê me li nik cîhana aza û demokirasyê bû. hem min hem jî kurdên din, bi xurtî, alîkarya hêzên demokirat kirin.

tevî zabtên firansizên aza û îngilîzan, ez, çendîn caran, çûm alyê cizîrê, welatê kurdan û li wir me ji kurdan hêzên çekdar anîn pê da ko bi alîkarya hêzên aza rabin. ma şerê me kurdan ne ji bo demokirasyê bû? ma daxwaz û doza me ne ji bo wê bû? ma derd û belayên me yên sedsalan hemî ne ji kêmanî û tunebûna demokirasyê bûn?.. piştî ko dinya hinekê li sûrye û lubnanê aram bû, min dest bi kovareke nu kir. bi alîkarya firansiz û îngilyezan. ez ê paşê bêm ser alîkarya wan û sebebên wê, lê me îmkan hebû ko me bikarbûya kovareke din jî derxista; gotnên kurdî ko winda bûbûn, ji goristanê hatbûn derxistin, bi rengên keskesorî hatbûn xemlandin, alfabeyeke hêsan û rewan bi cîh bûbû, xortên ko ji zimanê xwe ḧez dikirin û pê dinvîsîn, êdî, bi ḧez û coş, radhiştin pênûsê... li vir divê ez navê wan bibêjim û keda wan jî berpêşê xwendevanên bi sebir ên bîra qederê bikim. kamuran, birayê min ê qederê, ji parîsê hatbû û li bêrûtê bi cîh bûbû. hema çi bigre her hefte me hevûdu didît. zimanê wî paqij û rewan, bîr û dîtnên wî kûr û balkêş bûn. wî ayetên dînê îslamê, yên mîna «tefsîra quranê û hedîsên cenabê pêẍember», bi zimanekî gelekî xweş, werdigerandin kurdî. rocê lêsku, dîplomat û oryentalîstê firansiz ko min jê re digot «lezgîn aẍa», hebû. ew gelekê dostê me bû û dilê wî gelekî bi rewşa kambax a ziman û edebyata kurdî dişewtî. wî bi firansizî û kurdî bendên hêja dinvîsîn û folkilora kurdî vedguhezand ser kaxzan. roşen, dotmama min a jînê, alîkara jîna min, kumandara mala min, hebû. wê, bi navê «rewşen bedirxan» li ser jina kurd bendên balkêş dinvîsîn. benda wê «kebanî û mamoste» deng dabû. osman sebrî hebû, lawê ’eşîran, maxrûr û bi xwe bawer. ji herkesê bêtir, wî, bi zimanê xwe yê paqij, pênûsa xwe ya zelal, alîkarya min dikir. xortekê nughîştî, nuredîn usif hebû, birayê kiçk ê dir. nafiz, xortê çeleng ê bi bejin û bal, bi zar û ziman. nûredîn ko di pêşa min de sunet bûbû û gava kêr lêketbû, serê xwe zîvrandibû û ji min re, bi ken, gotbû, «mamo kirîv, ez natirsim», gelekî serwext û ziman û edebyathez bû. wî çîrokên gelekî xweş dinvîsîn û loma jî min jê re digot, «çexovê kurdan...» xortekê din hebû; qedrî can, derketyê dêrka mazê, şayrê zimanê birîndar. çend seyda û meleyên me hebûn; cegerxiwîn, mele ḧesenê hişyar, eḧmedê namî, mele enwer... wan jî, bi şihîrên xwe, ropelên edebyata kurdî yên neçar dewlemend dikirin. seyda cîgerxiwîn ko her carê bi qasî deh şîran, bi destinvîsa xwe ya ko bi xaçeryên herî dijwar dişbyan, dişandin, pênûsa xwe mîna şûr ji kalan kişandibû û bi kar danî. u niha navê wan nayê bîra min, lê hîn gelek kesên din hebûn ko dihatin alîkaryê... hîngê çima me dê dest bi kovareke din nekira û dilopeke din li behra miçqî ya edebyata kurdî zêde nekira?

u dîsan rojeke biharê, yekî nîsana 1942 -an, xweha hawar-ê, xweha sînem û cemşîd, ronahî hate dinê. ez, yanî celadet alî bedirxan, yanî nevyê mîr bedirxanê derketî û kurê emîn alî bedirxanî li welatê ẍerîbyê wefatkirî, yanî lawê welatên ẍerîb ko mîna گۆەتە, min di xewnên xwe de jî digot, «mêhir lişt», hewcedarê tîrêjên ronî bûm. min hewcedarî bi ronahyê hebû. me, kurdên jihevketî û derketî, hewcedarî bi ronahyê hebû. jîna kurdî ko ketbû binê bîreke kûr û tarî, hewcedarî bi ronahyê hebû. gotnên kurdî ko birîndar û sitûxwar bûn û di bin axa reş de mabûn, hewcedarê bi ronahyê hebûn.

mêhir lişt... yanî hinekî din ronahî. yanî xweha nu ronahî.

di tarya şevê ya şer de, rohanî zabû...

bi weşandina ronahyê me di tarîxa çapa kurdî de gaveke nu avêt. kovara nu bi sûret û resim bû. resmên ko cemşîd û sînemê jê ḧez dikirin, ropelên wê dineqşandin. bi vê kovara nu dilop dibûn dudo. du dilopên behreke miçqî. lê digel her tiştî, du dilopên zelal û hênk ko hinekê tîna mirovan dişkand... du dilopên ko hebû ko rê li dilopên nu vekirna... ko hebû ko rê li min jî vekira ko min dîsan deftera romana xwe heyveronê ji berkêşka masê derxista, kes û şexsan, dewr û dewran, war û wêran, tahim û rengan bixistina nav hev û çîroka şevê ko bi tîrêjên heyveke ronî diçrûsî, binvîsa...

- bavo, cemşîd ji vê ḧez dike, cemşîd dîsan destê xwe davêje rîha celadet beg û dibêje.

bavo, ev çye?

- ev sîwanvanekê azaye. vî eskerî xwe ji balafrê avêtye, sîwana xwe vekirye û pê hêdî hêdî dadkeve ’erdê. te niha fahim kir?

- himmim, cemşîd serê xwe dihejîne û destê xwe îcar dibe berçavkên bavê xwe.

celadet beg lawê xwe hembêz dike, wî radmûse û paşî berçavkên xwe ji çavên xwe derdixe û wê davêje ’erdê û pê dilîze. bav û law, li ’erdê, li ser mehfûran, dilîzin. cemşîd dikene. sînem jî tê hawara cemşîd û xwe davêje ser bavê xwe. lê bav zora wê jî dibe. celadet beg zarokan mist dide, bîhin dike, hembêz dike, guh, bîvil, enî û çavên wan maç dike. bîhna xweş a zarokan, çermê tenk ê bedena wan a mîna şitla rihanê, kenê wan ê paqij, gotnên wan ên mahsûm...

- bavo, bese, bese, cemşîd dikene û dibêje. min got, bese, cemo dibêje te, bese...