3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  450 views

eḧmedê fermanê kîkî, kalê malê, bi destî sînem û cemşîd digre û ber bi celadet beg û roşen xanim, dya wê û useymayê ko li ḧewşê, li kêleka bîrê seknîne, tê. dinya hê no hişyar dibe. destê sibêye. roja germ a havîna 1941 -an hê no dest pê kirye. celadet beg û řoşen xanim bi dengan hişyar bûne û derketne ḧewşê. dya roşen xanmê û useyma jî dane pey wan.

ji dûr ve deng tên, dengên tank û topan...

şerê nu yê cîhanê ko li ser kavlên şerê yekemîn ê cîhanê, li awrupayê, bilind bûye, îro, xwe gîhandye deverên sûrye û lubnanê. bayên şer ko ji ewrupa tên, îro, mîna pêlên derya, li qiraxên lubnan û sûryê dikevin. xeberên ko wan dibhîstin, bi van dengên topan, îro, rast derdikevin. şer li ber deryê wane.

- bavo, ev çye? ev dengê çye? sînem dipirse û ber bi celadet beg tê.

- metirse delala min, celadet beg dibêje û xwarî keça xwe dibe û wê hembêz dike. ev dengê tank û topane, lê metirse.

- bavo, ev deng pîse, pir pîse, cemşîd dibêje.

- herê, pîse, kurê min...

deng dihatin, dengê şer û mirnê, agir û şewatê gihîştibûn me jî. agir bi dinê ketbû, tu çare nîn bû, gulokên êgir, hêdî hêdî, ber bi me jê dihatin. agir bi rohlatê jî ketbû.

ev şer bi tu şerên din nedma. bi gotna alîm û feylesofan, ev şerê nu dya hemû şerên cîhanê bû. aleman, bi serekya hitler û nazîstan, ketbûn pey tolhildanê. di şerê yekemîn de ko hingê ez jî li alyê qefqesan, di nav refên şer de bûm, alemanan şikestên dijwar xwarbûn, zora wan çûbû û ew ji hev ketbûn. lê aleman, nijadê cermen, dîsan, di wexteke kurt de, xwe dabû hev. hîtler û tevgera wî ya nasyonal sosyalistan, yanî nazîstan, ko min jî li munîxê, di destipêka salên bîstan de, şahîdya tevgera wan kirbû, dewlet bi dest xistibûn û ketbûn pey ḧeyf û tolhildanê; ew bi nemsê re bûbûn yek, dewleta çekosluvakyayê ji ortê hildabûn, dirêjî polonyayê kirbûn û polonya û danzîg tevî nifûseke têr bi sîh û du milyon roniştemanan, vegirtibûn, bi îtalê û japonan re peymaneke biratyê anîbûn pê, bi ûrsan re li hev hatbûn, êrîş birbûn ser danmark û norvejê û ew der jê bi dest xistibûn, paşî berê xwe dabûn holanda û firansê, çaxa tankên wan ketbûn parîsê, hingê wan, bi balafran, dirêjî îngilterê kirbûn. ji ber ko îngiltere giraveke mezin bû, çarinkarên wê av bû û nedgiha beja awrupayê, alemanan bi noqar û balafran li îngiltere, nemaze londirayê, xistibûn. paşî hevalbendê alemanyayê îtalya jî ketbû şer. wan jî dirêjî afrîka bakur kirbûn, misir, somalistan, tirablusẍerb vegirtibûn. ji wir jî, îtalî dîsan vegeryabûn awrupayê û ketbûn ’erdên yewnanistan û ernewdê û ew der zemit kirbûn. alemanan jî mecaristan, romanya, yugoslavya û bilgaristan vegirtibûn...

lê li her derê îngilîzan û hevalbendên wan li ber xwe didan û li hember êrîşên aleman û îtalyan diseknîn, -heta di gelek cîhan de jî bi ser diketin. şer bi vî terhî dewam dikir.

tu bibêje, ḧeta havîna 1941 -an jî, me şer ji rojname, kovar û radyoyan dibhîst. gulokên agirê şerên nu neghabûn peravên lubnan û sûryê. lê destipêka havînê, tiştê ko me hemûyan dipa, qewmî; li ’îraqê ḧikumet guherî, mîrê ’îraqê evdil îla revya filistînê û reşîd ’alê begê gêlanê ḧukim xiste destê xwe. reşîd ’alê beg bi ser alemanan bû, şer di navbera wî û îngilîzan de derket. aleman hatin hawara reşîd ’alê begê, bi balafran ko di ser esmanên lubnan û sûryê re difrîn, li îngilîzan xistin. lê dawya dawîn îngilîz ketin baẍdayê, mîr evdil îla û hevalên wî anîn û ḧikum xistin destê xwe. gulokên agirê şer êdî ketbû rohlatê. niha jî dor hatbû lubnan û sûryê. firansiz, karbidestên lubnan û sûryê, bûbûn du bir; birê ḧikumeta resmî ya firansî ko bi ser hîtler bû û birê ceneral de gul ko azadîxwaz û hevalbendê îngilîzan bû. dihate gotin ko alemanan bi alîkarya hevalbendên xwe yên firansiz, esker derxistine lazkyê û balafrên xwe li şam, ḧeleb û ryaqê bi cîh kirne. loma jî îngilîzan, bi alîkarya hevalbendên xwe yên firansiz, yanê golîst, avêtin ser balafirgehên şam, ḧeleb û ryaqê û ew der bombebaran kirin. ceneral denz, serekamîrê lubnan û sûryê, di radyoyê de da zanîn ko ew ê li dijî îngilîzan, dest bibin xwe. lê îngilîz û firansizên hevalbend êrîş birin ser hêzên firansiz ên ḧikumeta vişyê û ew ji alyê bakur ketin ’erdê sûryê û dirêjî tidmir û dêra -zorê kirin.

şerê ko min baş dinasî, hatbû, dengê tank û topan dighîştin şamê. bajarê medenyeta îslamê, bajarê şev û xewnan, êdî ne bi dengê ezanê, lê bi dengên tank, top û balafran hişyar dibû... heçî mala me bû, şên bûbû, pêşî sînem, paşî jî cemşîd hatbû. piştî ko em têghîştibûn ko navên ko li ber dilê me pir ’ezîz bûn, bedirxan û sefter, li me nedhatin û me ew li xwe qedexe kirbûn û biryar dabû ko heke zarokekê nu were dinê, em ê navekê din lê kin, hingê ez bûbûm bavê keçeke çavreş û lawekê enîfreh. bi hatna zaroyan, her tiştê malê û jîna min, ji binî ve, guherîbû; em, ez û roşenê, nema bi tirkî dipeyvîn, zimanê malê bûbû kurdî. nema alkol dikete malê, carna ez diçûm nik heval û dostan û min li ba wan, hinekê, vedxiwar. hejmara cixarên rojekê ji du pakêtan ketbû deh -donizdan. êdî ez bêtir li malê bûm. ji malê dengê girê û kena zarokan, dengê bilûr û awaza eḧmedê ferman û qebqeba kewan bilind dibû. ji malê bîhna zarokan difûrî. li malê dermanê derd û keserên min hebû...

lê şer hatbû, bi çirûsk û pizotên xwe agir bi dinê xistibû.

celadet beg, guhê wî li ser dengan, serê xwe ber bi jor dike û li esmên dinhêre. ji rengê şîn û çend ewrên boz pê ve, tu tişt naxwîn. lê deng tên. ew pişta xwe dide kevrên dîwarê bîrê û li ser totkan rudne û herdu zarokên xwe dixe hembêza xwe.

- bavo, ev çye, dengê çye? cemşîd destê xwe dibe rîha celadet beg û dipirse.

celadet beg bersiv nadyê. ew, bi dîqet, guhê xwe dide ser dengan. deng, hêdî hêdî, nêzîktir dibin. gelo ev dengên nu ko nêzîk dibin, yên çi ne?

- roşen, kizim, çêtre ko tu zaroyan bibî hundir, ew dibêje û dîsan radbe ser pyan.

deng nêzîktir dibe. niha ew deng dinase; dengê balafran... roşen xanim radhêje destên zarokan û wan ber bi alyê hundir dibe. dya wê jî bi destê useymayê digre û dide pey wan. lê berî ko ew bikevin hundir, di ser ḧewşê re, refekê balafir, bi leza birûskê, difirin û derin.

- ew çi bû, ew çye, cemşîd bi qîrîn dibêje.