1
Ela bela bin mehmûdî...Her yer karanlık...Je t-entende toujor, son tour ka banê me yê ’ezîzan, kanî war, kanî lo lo, lê lê li ko, kanî deng...
ẍezal... çavên wê...
fotografa 15 -an a bîra qederê gelekî biçoke. heye ko ew biçûktirîn wêneya hemû romanêye.
di vê fotografê de çar kes hene; celadet alî bedirxan, du eskerên reşk ên firansiz û yekî din. serê kesê çaremîn ê fotografê ko kincên swîl lê ne, nexuyaye. rocê lêsku, fotografkêşê vê fotografê, serê kesê çaremîn dernexsitye. hemû bedena girs ḧeta qirkê di fotografê deye. lê serî nîne. ew kîye? çima serê wî derneketye?
kî pê dizane! lê di vê fotografa biçok a reş û sipî de, tiştê herî balkêş ẍezaleke biçuke. ẍezaleke biçuk ko di nav destên eskeran de, li ser ’erdeke qiraç, bi çavên gelekî balkêş, li kamerayê dinhêre. esker jî li ser totkan runiştine û bi kêfxiweşî li kamerayê dinhêrin. ew dikenin. ew bi ser ketne; ẍezal, bi saxî, hatye girtin. ew ẍezala girtî, bi serfirazî, nîşan didin.
heçê celadet beg, rengê ropelên bîra qederê, ye, li pêye. lê ew li ser ẍezalê xwar bûye û ẍezal, ji sitrîhan, pêgritye û li kamerayê dinhêre. ji rawestê dixuye ko kesê çaremîn ê bêserî jî li kamerayê dinhêre. ẍezal navenda vê fotografêye. heye ko loma, yanî ji bo ko ẍezal baş bixuyê, kesê çaremîn bêserî derketye. rocê lêsko ko ji ḧal û hewalê fotograf û fotografkşandnê nizane, çavka kamerayê di ser ẍezalê de rawestandye.
pêwendyeke xurit di navbera kesên vê fotografê û kamerayê de heye. hemû bi dîqet li kamerayê dinhêrin. ẍezala biçuk jî, matmayê, li kamerayê dinhêre.
lê ẍezal û nêrîna wê... ẍezal di nav destan deye. destên ecêb, ẍerîb û nenas ew ji qiloç û lingan girtine. kesên nenas li dora wê civyane û wê, maxrûr û serfiraz, nîşan didin. ew girtîye. di vê kurtedema kişandina fotografê de ew çi ḧis dike? kî dizane! xwezî zimanê wê yan jî zimanê vê fotografê hebûya û bikarbûya ḧîsên wê, ji bo xwendevanên bîra qederê, bigota. lê mixabin, fotograf napeyvin, ew bi tenê nîşan didin. ev fotografa ko mir. lêsku bi kameraya xwe ya biçuk, bi lez û ji bo filorens û rewşen xanman, kişandye, du çavên germ, şêrîn û reş ên ẍezalekê nîşan dide. nêrîna ẍezalê ecêb germe, bêpayan kûre. lê di eynî wextê de, nêrîna wê sare, pir sare.
ẍezal ditirse. ẍezal dîle, bêgav û bêçareye.
nêrîna wê nêrîna dîl, bêgav û bêçarane. fotografa ko dê bibe xatrayeke biçuk a salên ber bi 1950 -an, nêrîneke zîz berpêş dike.
herdu eskerên reşîk, di nav kincên xwe yên boz ên eskerî de, li dora ẍezalê runiştine û dikenin. di nêrîna wan de, biserketin heye, serfirazî û kêfxiweşya gihîştina hedefan heye. lê di nêrîna celadet beg de ko di navbera herdu eskeran de rawestaye û bi destan ji qiloçên zirav ên ẍezalê girtine, ew kêfxiweşî û serfirazî naxuyê. ew xwar bûye û li kamerayê dinhêre, bi tenê dinhêre. nêrîna wî ne mîna nêrîna ẍezalêye ne jî mîna ya eskeran. bi tenê aram û nerme. kincên ko li ser wî ne, yên seyd û nêçîrane. ew jî mîna yên eskeran, bozin. porê wî yê ko ji pêşyê hinekê weşyaye, ketye ser enya wê û enya fireh girtye. porê wî sipî dike. herweha simbêl û rîha wî jî. qelîşek û qermîçokên ruyê wî gelekî kûrin. rengê sipî yê payzê ko hew germ dike, bi ser celadet beg de girtye. celadet beg kal û westyayî dixuyê. nêrîna wî nêrîneke kal û westyayî ye.
di vê wênê de baş dixuyê; kalîtyê rengê celadet beg guherandye û bi rengê xwe yê taybetî yê sipî ew, ji nu ve, neqşandye. mir lêsku ko vê fotografê, bi serfirazî, ji bo bermalya xwe û ya celadet beg dikşîne, bêyî ko haya wî jê hebe, nêrîna west û kederê jî dikşîne. ew, bi nezanî, şahîdya west û kedera çavan jî dike. herwekî ko hatye gotin, di neqşên her fotografekê de çend alî û çend reng hene, -wekî vê fotografa nu ya bîra qederê.
nêrîna germ û sar a ẍezalê û nêrîna westyayî û kal a celadet alî bedirxan. nêrînên du qederan. na, heye ko nêrînên qederekê... kî dizane?..