2
min qirara xwe daye, celadet beg dibêje, ez ê binvîsim, dest bi nivîsînê bikim. min dil bi cerîdeyekê, cerîdeyeke kurdî heye.
mîna her carê, vê êvarê jî, dîsan, li şamê, taxa kurdan, li mala fireh a ’elî aẍayê zilfo, civata kurdî geryaye. êvar, êvareke sar a zivistana 1932 -ane. kesên ko li odê roniştine, gelekin; ji celadet beg pê ve, haco aẍa, tevî hersê kurên xwe ḧesen, çeçan û cemîl, ekirem û qedrî begên cemîlpaşa, ’elî aẍayê zilfo, bozan begê şahîn, osman sebrî, hevalên celadet beg ên sitembolê memduḧ selîm beg, hemze begê muksî û hîn çend kesên din. şîva ko hertim bi beroşan li ser êgre, hatye xwarin, firaq rabûne. civat qahwa piştî şîvê vedxiwe. qutya cixarê ji destekê vedguheze destekê din. ji oda germ dûman radbe. wexta beḧis û gotnê hatye.
tûrê derd û kul, birîn û keserên kurdan vebûye, wexta qiseyên dijîtî û berberyên nava wan, xwestek û hedefên wan ko tu carî bi cîh nabin, hatye.
celadet beg li kesên odê dinhêre, ji fîncana qahwê qultekê vedxiwe û dibêje,
- me cerîdeyekê, na ne yek, cerîdenin, divên... milet bi zimanê xwe, bi xwendin û nivsîna xwe dibe milet. bi vê terhê, milet xwe bi medenyet û myeseryê dighînin.
ew bi hêdîka, gotin bi gotin, dipeyve. mîna ko ew nivîsareke nivîskî dixiwîne, yan jî bendekê dinvîse.
- belê, milet bi zimanê xwe hene. yekîtya milet bi zimên çêdbe. yekîtya zimên jî bi xwendin û nivîsînê, bi yektya herfan çêdbe. ka ev yekîtyên me, ka yekîtyên zimanê me? ka xwendigeh, mekteb, kitab, cerîde û rojnameyên me ko dê van yekîtyan bînin pê? ka?.. em şikest li ser şikestê dixun, hertim bi hev dikevin, çima? çima birano?
- mîrê min, gotnên te rastin, ’elî aẍayê zilfo, xwedyê malê, dibêje. kes nikare bibêje ko ev gotin ne di cîh de ne, lê cerîde û rojname jî bi quwetê, bi dirav û zanînê, bi cema’at û nivîsevanan derdikevin. îcar ez ê jî bipirsim, ka ev li ko ne?.. em hemû bi çîroka xwe dizanin, kurd fêrî tiştên weha nebûne...
ekirem begê cemîlpaşa cixareyeke pêçayî dirêjî celadet beg dike û dibêje,
- bi gotna ’elî aẍaye. fikira cerîdê xweşe, pîroze. lê ew ê çawan derkeve? mebesta min cerîdeyeke kamil û xurte. cerîdeyek ko bikarbe her û her derkeve û bi wî awayî alîkarî li ziman û hebûna me bike. ez ê çi bikim bi cerîdeyeke welê ko bi tenê hejmarek, du hejmar derketne, lê paşî hêvya xelkê qurmçandye û winda bûye!.. ez dibêjim, gereke, merv serê xwe baş bi van pirsan bêşîne, deh caran bifkire û paşî gavekê bavêje...
gotna ekirem beg bû, gotna dostê dilsoz ’elî aẍa bû; ez ê deh caran bifkiryama û min ê paşî gavek bavêta... lê ez ne bi tenê deh caran, heye ko bîst caran, sîh caran, çil caran, pêncî caran, sed caran fikirîbûm. li sitembolê, li mala xwedê bîr û bexçe ya bavê xwe, gava min rojname û kovarên mamên xwe dîtbûn; li sitembolê, gava ez li rojnama «serbestî» xebtîbûm; di keştya kadkoyê de, gava min deftera biçok a cananê xistibû berîka hundir a çakêtê xwe û ew dabû ber dilê xwe; li munîxê, gava min bi çend kartolan roj birbûn serê û bîsmark, gote û nîtşe xwendibûn; li wî gundê munîxê, gava min û safo, birayê axretê, şayrên firensizî xwendibûn; li misrê, li bexçê kekê min sureya, gava min li çavên westyayî û kesertijî yên bavê xwe yê nexweş nihêrîbûn û li wesyeta wî guhdarî kirbû; li ser tixûban, gava me dirêjê tirkyê kirbû û piştî donizdeh sa’etan, destivala, fedîkar, dîsan, vegeryabûn; li lubnanê, di civîna min a dawîn a partyê de, gava min li lec û şerên bêkêr ên hevalên xwe temaşe kirbû, hingê, her car, ez fikirîbûm.
ez fikirîbûm û bi tecrubên xwe jê hîn bûbûm; dermanê cehaletê ne laqelaq û gotnên qelaw ên fiş û paşgotnyên der û dorê bûn. derman berhem û eser, afrîn û avahî bûn. tarya şevê bi qîreqîr, xirecir û teşqele nedqulpî ser ronahya sibê. bi zanîn û huner, bi herf û hevoka nivîskî dibû.
ez fikirîbûm...
loma jî gava min kovara xwe weşand, di hejmarek ji yên pêşîn de, min bang li xortên kurdan kir û weha nivsî; «xorto! bi ser kela me de girtine. ji der ve dijmin dirêjî me kirye. ji her milê êrîş. di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. şerê me bi hevûdu re. di mal de jî dijmin. herî xorto! birîna me a mezin û xedar dexse (hesûdê), berberîye, jana dexsêye. em sîngijarin. ji der ve serma li me dixe. li hundir em bi janê dikevin...»
ez fikirîbûm... me dîsan şikest xwarbû, em dîsan bi hev de ketbûn, dîsan dexesê û berberyê bîhin li me çikandibû. firansizan, destihlatên welatê sûryê jî, li ser daxwaza turkyê, em hemû, aẍa û beg, şêx û giregir, mîr û rêberên kurd, dabûn hev, ji dor’alyên tixûb bi dûr xistibûn û em hemû li şamê civandibûn. kurdên şamê dîsan, bi mêvanperweryê rabûbûn û malên xwe ji derketî û nefyan re vekirbûn.
’elî aẍayê zilfo jî deryên mezin ên mala xwe ya mezin ji giregrên kurdan re vekirbû. rewş weha nexweş bû. heçî ez bûm, li ber min du rê mabûn; ya min ê ji welatê rohlatê ro bada û berê xwe, dîsan, bida welatê رۆاڤا. yan jî, digel her tiştî, ez ê li lubnan û sûryê bimama, min ê singê konê xwe yê koçer li axa qiraç a welatê ’ereban daçkanda. ji welatê رۆاڤا, monîkayê bang min dikir, name li ser name dinvîsî û dixiwest ko ez vegeryama alemanyayê. pelkana pepûk a dilşewtî jî name dişandin.
lê ez fikirîbûm... min ê kovareke çandê û edebê ya xweru û kurdî bweşanda...
tevê ko êdî derengî şevêye, civata kurdî hê jî germe. heval û dostên celadet beg, yek bi yek, li ser kovarê dipeyvin, dîtin û pêşnyarên xwe dibêjin. lê bi tenê haco aẍa bêdenge. ew tu tiştî nabêje, bi tenê guhdarê dike. çaxa haco aẍa radhêje cixareyekê, celadet begê ko li kêleka wî ronşitye, hingê, bi heste cixara wî vêdxe û jê dipirse,
- mamê haco, tu meznê me yî. tu ji me çêtir bi ḧal û hewalên îmkan û zirûvan dizanî. ev bû çendîn car ko em vê meselê dipeyvin. lê ez bala xwe didmê, tu her bêdeng î... ma tu dîtin, nêrîn û pêşnyazên te nînin?
- mîrê min, ev eşq û daxwaza te, best û kela te zimanê min kilît dike. ez hew dizanim ka ez ê çi bibêjim...
- helbet, hin tiştên ko tu bibêjî, hene. çima em ê ji nêrînên te yên hêja bêpar bimînin?
- mîrê min, tu mîrê me yî, ’ezîzê dilê me yî. bav û kalên te mîrên ehil û ’eşîrên me bûn. bi serê bavê te, tu divê bizanbî ko ez dikarim, bêyî ko çavên xwe biqirpînim, van hersê lawên xwe li ber te serjê bikim. tu bi vî bawer be. lê heçî cerîdeye, heke ez di dewsa te de bim, ez ê dest bi cerîde -merîdan nekim. tu mîrê kurdan y, lê tu wan nas nakî. heke tu bi karê kaxiz û cerîdan rabî, ew ê hezar navî bi te ve kin... aha, tirsa min ev tirse.
- lê çima? ez ê vê cerîdê, ji bo wan, derxim, vî karî ji bo wan bikim. ez ê cerîdê bikim kursya wan... çima?
- naxwe min got, tu wan nas nakî. bilûra li ber ga çye? çira li ber kora çye? ezbenî cerîde jî bilûr û çireye. yek -do dostên te yên têghîştî dê werin, te pîroz bikin û bibêjin, «’aferîn, tu her bijî», lê bi sedan, heye ko bi hezaran kesên cahîl û nîvcahîl jî dê li dijî te bipeyvin. cerîde dê bibe sebeba gotin û zimandirêjyê û em ê jî pê qehir bin... yan na, ez dizanim karê ko tu pê radbî, pîroze. ji niha ve, ez te pîroz dikim...