1

hawar; hawara gel û welat, hawara dil û can, hawara bedirxan, hawara canan
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  454 views

rojeke germ a 1932 -ane. celadet ko êdî jî re «celadet beg» dibêjin, li ber maseyekê ronşitye. pênûseke dirêj, zirav û reş di nav tilyên wî de, ew li pêş, li kamarayê dinhêre. ser masê tijîye; li koşeyekê çend kitab li ser hev, li kêleka wan sê defter, dido mezin, yek biçok, li ser hev, li kêleka defteran jî komeke rojname peregende ne. li koşa ko celadet beg li berê ronşitye, xwelîdankek û li kêlekê jê sê kitabên gelekî sitûr, li ser hevin. li pêşya celadet beg jî deftereke vekirî, dirêj û mezin heye. destê wî û pênûsa nav tilyan li ser ropela vekirê ya defterê ne. ew bi karê nivsînê mijûle.

ew li pêş, li kesê ko vê fotografa yanizdan a romana «bîra qederê» dikşîne, dinhêre. gelo ew dikene? yan na, ew bîhnitenge? bîhnifireh? kêfxiweş? bi keser?.. ev yek ji fotografê naxwîn. celadet beg bi tenê, bi royekê aram, bi çavên ramantijî, dinhêre. kes nikare ji fotografê derxe ka celadet beg di çi ḧaletê deye, çi difkire, çi ḧis dike. na, merv jê fahim nake.

ew dinvîse, bi tenê dinvîse.

çavên wî yên sitûr û reş ko her vekirî ne, di vê fotografê de, hinekê girtî ne. welê dixuye ko wî ji ber hêza tîj û tîra tavê, çav hinekê girtine da ko bikarbe li kamerayê binhêre. royê wî yê gulover û fireh jî hinekê jar û zirav dixuye. mîna ko ew hinekê jar ketye. lê ev jarê lê hatye, bedena wî ya dirêj û girs xortir û xurtir dixuye. simbêl her mîna xwe ne; reş, kin û zirav. simbêlê qerqaş, tevî enya fireh, hinekê dibirqe. tav û tîrêjên tavê li ser simbêl, hinark û enî dilîzin.

herçî bîvle, beranîye; bedirxanîye.

tiştekî no li royê dirêj û aram zêde bûye; rîh... celadet beg rîh berdaye. hinekê, bi qasî mistekê... ne li gora ûsla osmanyan, lê li gora ûsla ronakbîr û nivîskarên ewrupê, bi dîqet, bi dûzan. li gora ûsla osmanyan ko bav, mam û pismamên wî jî her li gora wê ûslê rîh berdidan, rîh ro vedgire. ro dibe rîh. ji cênîkekê ḧeta yê din hemû çenge, ḧeta hinarkan hemû ro, rîhe. rîh mîna palkekê bi ro ve dizelqe û wê vedgire. ro di nav boşahya rîh de winda dibe, rîh derdikeve pêş. di saraya osmanê, dolmabaxçe û çiraxanê de, hemû kesên ko karên dewletê digerandin, padîşah, wezîr, aqlimend, pispor, paşe, zabît, rîhpalk bûn. saraya osmanî, xizmên celadet beg jî tê de, derya rîhpalkan bû.

lê celadet beg bi wî celebê rîh bernedaye. wî bi ûsla zane û têghîştyên aleman û firansizan rîh berdaye; bi tenê li dora çengê, kin û bi qasî kulmekê. li pişta wêna yanizdan a vê romanê, bi tîpên latînî û bi jimarên ’erebî cîh û tarîx hatne nivsîn. bi tîpên latînî «siham», bi jimarên ’erebî jî hatye nivsîn. yanê tarîxa kişandina vê fotografê 1932ye. yanê ji ser 1893 -an re ko ropelên pêşîn ên romana «bîra qederê» pê dest pê kirbû, sîh û neh sal bihurîne.

umrê ko li welatekê no yê ẍerîbyê, ketye ser ryeke no û ber bi salên xwe yên çilan dere, welê dixuye, rîh divê... lê her çi be jî, ji ber çi sebebê be jî, rîh lê hatye; ro pê ziravtir û bêtir lihevhatî dixuyê, rengekê alîm û zanayan pê dikeve. rîh awayekê ewropê didyê.

defter, kitab, rojname, kovar, pênûs û rîh... li şamê, navenda medenyeta ’erebî, kurdekê zane û ewropê...

celadet beg û masa ko ew li berê ronşitye, li kêleka çardaxek û bîrekê ne. li paş celadet beg, li milê rastê, dîwarê gulover ê bîrê dixuye. bîr lêbûyî ye, bi dîwêr. bi qasî mêtro û nîvekê, bilind bûye. ji bo kişandina avê, dolabek li dîwêr zêde bûye. sitîleke ne ewçend mezin li ser dîwêr dixuye. sya celadet beg û masê li dîwarê bîrê xistye. sya wê li ser dîwarê bîrêye. hema li nik bîrê, çardax, bi caxên fireh û paralel, bilind dibe. çend mêw çardax rapêçane û di navbera çavên caxan re hildikşin jor. bîr û çardax alyê paş ê fotografa yanizdan tijî dikin.

rîh li celadet beg tê. bîra lêkirî li «bîra qederê» tê...

merv ji fotografên «bîra qederê» jî derdixe ko fotograf texlît bi texlîtin. hinên wan dipeyvin, taswîr dikin û salx didin. hin diqîrin, diqîjin. hin jî bêdeng û aramin. fotografên bêdeng û aram bi tenê hene û li benda dîtin û nêrîna nêrevanin. dewsa ko ew bipeyvin, hewcedarya wan bi gotin û nêrînên kesên ko li wan dinhêrin, heye.

ev fotograf jî î vê texlîdêye; bêdengî û aramî jê hildibe, zelalî û ronahî tê de dixuye.

germahî tê de heye. ev fotograf napeyve, ji ber ko celadet beg tê de dinvîse.

wî dest bi nivîsînê kirye.