6

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  516 views

kî çi dibêje bila bibêje, wexta êrîşê ne di cîh de bû. ji bo êrîşê, me wexteke şaş, gelekî şaş hilbijarit.

- biryara partyê bi lez bû, ḧazrî ne temam bûn, me bi xurtî bawerî nedabû ’eşîran.

- îşê me kurdan her wehaye; aqlê kurdan paşî tê serê wan. çima me ji vir hin hêzên qewî û çekdar amade nekirin û pişta xwe bi hêz û ’eşîrên hundir girêda? mesûlên vî karî kî ne?

- şev radzên, dijmin ranazên... hevalên me yên mesûl ev gotna kevin ji bîr kirin. ma qet wan bîr nebir ko dijmin ranazê, ew ê jî tesuvdîrên xwe bistîne? li min biborin, lê partyê xwe lewtand, me jê bi xwe re...

- mebawerî, dîsan, bi eynî kes û ’eşîrên ko li şêx se’îd efendî û serhildana wî ya 1925 -an xyanet kirbûn, anî. ew teres û segbav dîsan bi karê xwe rabûn û xyanet kirin. lê sûc ne ya wan bênamûsane, ya kesên ko bi bênamûsan bawer kirne.

- ehlê partyê li serê çyan tê û birçî bûn, lê hin hevalên mesûl bi şampanye û konyakê xurînya xwe dikirin...

- 300 lîrayên partyê winda ne, ez ji hevalê mesûl dipirsim, ka ev pere li ko ne? kê ev pere xwarne?

- tu beḧsa çi dikî, birayo! ma ji şevên bêrutê re pere qîm dikin? hele tu here ji gazîno û meyxanên bêrutê bipirse!..

- hevalên ko di nav kurdan de nejyane, kurdan nas nakin, nikarin hereka kurdî bi myeserî îdare bikin. ew bi aqlekê din li herekê dimezînin û tiştan disnifînin. ma kurd û firansiz yekin? ma bi xwendina kitabên firansizî, merv kare kurdan îdare bike?

- ma îxaneta aẍa, beg û şêxên kurdan ne meşhûre, vê îxanetê li hemû dinê nav nedaye?

çima, ez dipirsim, çima me bi tenê ew dîtin, çima çavên me yên kor venebûn?

- me gerege, em li xwe mikur werin; gelek ji hevalan ji bo şan û şohreta xwe ketin nav vî îşî. hin jî ji bo mal û mulk, ’erd û ax... lê çi bû bi me bû; ko agir bi çyê ket, ter û hişk tev de dişewtin. tiştekî bi xwedanşan û şohretan nabe, lê em şewtîn.

- tu beḧsa çi dikî birayo! hê êrîşê dest pê nekirbû, ewraqên partyê û pilanên êrîşê di destê walyê tirkan ê mêrdînê de bûn! ji bo bihusteke ’erd û paryeke malê dinê em hatin firotin...

- bila xwarzê û birazê li min negirin, lê hin rêberên partyê jî, ne ji bo welatekê aza, ji bo mîrekya bav û kalên xwe, bi vî karî rabûn. wan bi dil û can xwe nedan kar, bi pêwendyên sefaretan, doza ’erdên xwe kirin.

- min ji we re beḧsa ’eşîrên navçê nekir? min navê wan yek bi yek ji we re negot? min navê tirsok, dexsod û fesadkaran nedan we?

- ev bênamûsê simbêlqît... ma min negot, bila haya hevalan jê hebe, ew ê ’eşîra xwe raneke, me bixapîne?

- ya ew rîhdirêjê segbav! çaxa wî bi çavên xwe yên pahin li ber xwe meyzinand, min fahim kir ko ew ê murîdên xwe raneke û neyê alyê me.

- tirkan em neşkandin, lê kurdan em şikandin! ger rojekê tarîx van rojan binvîse, divê, bi tîpên mezin, weha bête nivsîn; kurmê darê ji darêye, kurd kewe, neyarê qewmê xweye.

- me nikarîbû çare li berberî, dijîtî, hesûdî, çavnebarî û rika ’eşîrên kurdan bigirta û yektya wan çêkira...

- ya nezanê, nezanya sedsalan? çara nezanyê çye?

- min gotbû, eger we bi ya min bikira weha nedbû.

belê, belê... gotin valaye, bêkêre. em ji pênc qolan, di şeveke tarî de, ketbûn nav tixûbên tirkyê,-bi hêvyên mezin... min û haco aẍa û lawên wî jî dirêjî xeta cizîra botan kirbû. lê heyhat! piştî rojekê, mîna hevalên din, em jî, dîsan, vegeryabûn binê xetê. me şikesteke no xwarbû.

çima?

çîrok dirêje, ne tu bipirse, ne jî ez bibêjim... bila ev çîrok jî, mîna gelekî tiştên me yên din, di nav ropelên tarî û jibîrbûyî yên tarîxê de razê... ev gotnên ko tu niha li romanê tînî û dinvîsînî, di civîna me ya dawîn a xoybûnê de dihatne gotin. na, ne di «civîna me» de, di civîna min a dawîn de. ji ber ko piştî wê civînê, ez hew çûm civînên partyê. êdî min serê hespê xwe ko di meydana syasetê de taw dida, kişand û ji wê meydanê bi dûr ketim... wê roja civîna min a dawîn, li gundekê lubnanê, min bi derd û kesereke bêpayan, bi dilekî pir şikestî, li hevalên min ên man û nemanê nihêrîn û li gotnên wan guhdarî kirin. min dengê xwe nekir, bi tenê li wan guhdarî kir... min ê çi bigota?

bi tenê min bi pênûsa destê xwe, li ser kaxzê ber xwe, car bi car, ḧeta kaxiz tijî bû, weha nivsî; aş çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... aş çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... kurd li çeqçeqokê dipirsin... li çeqçeqokê dipirsin... çeqçeqokê dipirsin... dipirsin... çeqçeqok... çeqçeqokê...

dîsan aş çûbû, kurd ketbûn pey çeqçeqokê, dîsan xelkê aş birbû, kurdan li çeqçeqokê dipirsîn...