3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  301 views

- de ka em pyanan ji bo celadet beg û kovara wî hawarê rakin. pîroz be, celadet beg!

di destipêka êvareke meha gulanê ya 1932 -an de, li şamê, li mala celadet beg, heval û dostên wî civyane û derketna kovara hawarê pîroz dikin. ji rojan 15-ê gulanêye, dinya germ û vekirîye. hê êvara ronî ya şamê dest pê nekirye. li esmanan tu ’ewr naxwîn. mêvan, nas û dost, bi cil û bergên tenk ên havînê, li ḧewşa malê, li ser pyanin. ne xanî bi xwe, ne jî ḧewş mezne. lê ḧewş serraste; di navenda ḧewşê de bîreke xweşlêkirî heye. devê bîrê bi çend qor kevrên nehît ên ferşî lêbûye. dora bîrê, mîna bexçeyekê biçok, rengîne. gya hêşîn dike, kulîlk û gul vebûne. li pey bîrê jî, çend mêw xwe li dora caxên textîn ên keprekê rapêçane û ber bi jor bûne. pelên mêwan, mîna reqaseyeke welatê ’ereban, bi hêşînahyeke tarî, li text, cax û dîwêr piçkîne.

hejmara yekemîn a kovarê îro derketye, jê hê bîhna çap û çapxanê difûre. hin ji mêvanan ropelên kovarê diqulpînin û lê dinhêrin. li ser masa ko li kêleka bîrêye, desteke kovar li ser hevin. li ser masê çend şûşe araq, hin qedeh û di nav firaqne biçok de penêr, zeytûn û çerez hene.

- navê kovarê jî pir xweşe, yek ji mêvanan dibêje, hawar... ev nav pir xweş li ḧalê me û welatê me hatye. nav, hawara meye, qîrîn û gazîna meye, eger hin bibhîsin!

- bira, li vê çarîna ropela sisyan binhêrin, yekê din dibêje, ev çiqas xweş lêbûye;

hawar hawara we ye
deng û gazya we ye
jîn û zanîna we ye
werin hawara xwe bin...

- kovareke kurdan jî, êdî, heye, bi herfên paqjên kurdî. êdî kurd jî ketin defteran.

belê, gotna yuns aẍayê sasonê û mistefa şahîn begê bû, êdê kurd jî ketbûn defteran: min hejmara yekê ya hawarê derxistibû. ew roj, ew roja hanê!.. ma ev gotnên te yên qels û ji ḧîsyata wê rojê pir bi dûr dikarin wê rojê vejînin? wê rojê ez ji no ve hatim dinê; zaroka min a yekem hatbû dinê, bavê min, mamên min, birayê min safo ji xewa mirnê rabûbûn. kalkê min mîr bedirxan li nik bîrê bû, (wî araq venedxiwar), dikenya û simbêlê xwe badda. xewna min a salan bûbû rastya wê rojê; hawar derketbû...

di her jînekê de hin roj û wextên nemir hene. her jîn û qeder xwedî rengên xasin. panizdehê gulana 1932 -an ko bi rengekê çîkesor dibirqî, rojek ji wan rojên nemir ên jîna min bû. ez bi ser ketbûm; zaroka xewn û xeyalên min li ser masa kêleka bîrê li min dinhêrî û dikenya. ewçend xweş, ewçend paqij...

min serê hespê xwe dîsan berdabû, ew taw dida. hespê min dipekya, lê îcar ne li çoleke xalî... ez ketbûm nav cîhana kitab û kovar, xwendin û nivîsînê... hingê, piştî civîna min a dawîn a partyê, min xwe hinekê da alî. min guhê xwe girtin û xwe da karê nivsîn û xwendinê. bi zanîn, min xwe ker kirbû, paşgotnê û xirecrên kurdan ko hîç xelas nedbûn, hew dighîştin min. cîhana min a germ a kitab û kovaran ji cîhana bêkêr a gotin, xirecir û dexsan gelekî dewlemend bû. wê cîhanê, heynên wê cîhanê, eşq û afrîna edebê û çandê ruhê min ê şikestî û aloz aş dikirin.

min bi tenê dev ji partyê berneda, herweha dev ji bêrûtê û şevên wê yên sipî jî berda. ez hatim şamê û li wir, li taxa ko roşen û dya wê lê rodnişitin, bi cîh bûm. roşena qedirgir dîsa gihîşte hawara min, wê xanyekê biçok ê dutebeqe ko jê re mendere digotin, bi kirêyeke erzan, peyda kir. xanî biçok bû, tê de hema çi bigre, hîç têkber nîn bûn. lê çi xem! wê têra min, xewnên min û cîhana min a dewlemend a kitêban dikir... tevê koça min a biçok û nexuyayê ya şamê, min şêweyê jîna xwe jê guherit; ez bûm hevalê şevê, bûm dostê jîna şevên dirêj û tarî. xewnên min di hembêza şevên tarî de sitaryek dîtin. tarya şevê bû ronahya wan, ew qulpîn ser herfan, di bin çirayeke qels û fedîkok de, min ew reşandin ser kaxzên sipî... we ew kaxzên sipî bûn ropelên qewldayî yên hawarê.

gava min ew hemû rêzên şevên dirêj ên şamê li hev anîn û ropelên kovarê amade kirin, bi mebesta hedefên kovarê, min pêşgotneke dirêj, bi navê «armanc, awayê xebatê û nivsandina hawar-ê» nivîsî. hingê ew gotnên hanê ko hin ji hemû ew gotnên ko li dora ronya qels a çirê difryan û diçrûsîn bûn, hatin û mîna destipêka benda dirêj, li ser kaxzê sipî veniştin; «hawar dengê zanînêye. zanîn xwe nasîne. xwe nasîn ji me re rya felat û xweşyê vedke. herkesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. hawara me berî her tiştî heyna zimanê me dê bide nas kirin...»

di wê danê êvarê yê panizdehî gulanê de, can û ruh ketbû wan gotnên şevên tenê û ew rabûbûn govendê. wan li nas û hevalên hatî tika dikirin ko nas û dost li wan guhdarî bikin...

celadet beg, cixare di nav tilyan de, bi royê geş û çavên biken, dere nik haco aẍa ko li kêleka masê rawestaye û bi du hevalên xwe re dipeyve.

- ez hêvî dikim, cerîde bi dilê teye, celadet beg dibêje.

- çawan ne bi dilê mine, mîrê min ê ’ezîz, haco aẍa dibêje. te bi ya xwe kir û tu bûyî xwedanzarok. lê... berî ko tu niha werî nik me, em di nav xwe de dipeyvîn... te êdî zarokên bi beden û gowde jî divên...

celadet beg dikene, kêfa wî ji gotnên haco aẍa re tê û ew bi dengekê bilind dikene.

- na, na... eve zaroka min hate dinê. eve têra min dike, ew dibêje, hele bila ev zarok bijî, bi ser lingan keve...

- mîrê min, ji bîr meke; mala zarok tê de şeytan naçe tê de.

- xwedê mezne, celadet beg dibêje û dikene.