bizan ku min yar tuyî

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 3 minutes  1210 views
1
bizan ku min yar tuyî
dil jê birîndar tuyî
ez kuştim yekcar tuyî
kubkim ku min çar tuyî
bê dest û hem par tuyî
puř li min kubar tuyî
2
ê bi ẍezeb xendê ezim
di qeyda bendê ezim
zincîr bi zendê ezim
miştaqê rendê ezim
’aşiqê cindî ezim
perwaz findê ezim
3
xuş qedda e’la tuyî
cama peyala tuyî
xuş bejin bala tuyî
delal di mala tuyî
ber bextê tala tuyî
ni’met û ala tuyî
4
da’îm dinalê ezim
zar zar dikalê ezim
harût di çalê ezim
marût di çalê ezim
dûr ji wisalê ezim
yar di xeyalê ezim
5
min dî ku derman tuyî
milḧema derdan tuyî
li baẍ werdan tuyî
nûra li perdan tuyî
’îsa li erdan tuyî
bigirt û berdan tuyî
6
li baẍî bilbil ezim
muqîmê dil kul ezim
bi ah û ẍulẍul ezim
ê ẍem lê nazil ezim
qalbê bê dil ezim
suhtyê sêfil ezim
7
ḧurîya reḧman tuyî
mîhra silêman tuyî
zemanê ’îsa tuyî
min dikî derman tuyî
xuş dikî derdan tuyî
bi ah û kovan tuyî
8
ê tu ḧubbandî ezim
ḧubbê kewandî ezim
’işqê şewandî ezim
şewqê revandî ezim
dilê heřşandî ezim
loma, lomandî ezim
9
dermanê jaran tuyî
hîva li çardan tuyî
sêva li daran tuyî
gula biharan tuyî
tiryê nûbaran tuyî
xutba li mihdaran tuyî
10
ê ẍerq di xwînê ezim
kuştyê birînê ezim
ê dûr ji jînê ezim
’aşiq bi bînê ezim
wekî di şînê ezim
ẍerîq ji şînê ezim
11
meḧbuba piř naz tuyî
rinda xuş rimbaz tuyî
qewî li dilxiwaz tuyî
’ereba dilbaz tuyî
gerden di sê gaz tuyî
ya bi tuq û gulwaz tuyî
12
ê malk wêran ezim
hewceyê xêran ezim
dînê di dêran ezim
meḧrum ji sêran ezim
sermestê ḧêran ezim
kuştî bi kêran ezim
13
ya qenc li dinya tuyî
ya li ber kehnîya tuyî
xutba enbîya tuyî
nûra rohnîya tuyî
meḧbuba dilan tuyî
nûra zimnîya tuyî
14
’aşiqê nûrê ezim
mûsayê tûrê ezim
wekî di gořê ezim
kela di fûrê ezim
dûr ji ḧuzurê ezim
darê tenûrê ezim
15
mihra ferengî tuyî
sultanê zengî tuyî
ê şahê rengî tuyî
ya bi keyf û dengî tuyî
tîra xedengî tuyî
kivanê bengî tuyî
16
ê ku dikarî ezim
qewî nikarî ezim
temîmê darî ezim
dîwan fişarî ezim
bi ah û zarî ezim
ê tîr lê barî ezim
17
min ah û meded tuyî
yusfê emred tuyî
meḧbuba bê ḧed tuyî
diř û zuberced tuyî
reyḧana eswed tuyî
min can û cesed tuyî
18
nesaẍê bê jan ezim
tazyê ’uryan ezim
ê bi kul û derdan ezim
mecruḧ ji qehran ezim
ê xuřî şêran ezim
feqîhê teyran ezim