ji rengê dilbera ḧurî

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 minutes  1178 views
ji rengê dilbera ḧûrî; gelo ya reb dibin peyda
zerîfa şeng niha bûrî; şefeq dabû di erzêda
şefeq da erz û esmanî; li min dilber meha sanî
dixûm sondê bi subḧanî; zuleyxa bû di misrêda
tu çêtir bûy ji zuleyxa’ê; dixûm sondê bi taha’ê
nehin wek te di dunya’ê; munewwer bû di nûrêda
munewwer bû di nêv nûrê; kemer dabû li ser sûrê
ji rengê dilbera ḧûrê; li min tîra kevan lêda
li min da tîrekê dijwar; serê tîrê didil çû xwar
da’îmî ezim dikim hawar; wekî mecnûn bi deştêda
wekî mecnûn dimînim ez; şubhî bilbil dixiwînim ez
ḧeta gengî bimînim ez; di zîndan û di ḧebsêda
ezê mame di zîndanê; wekî yûsif li ken’anê
nizam dilber gelo kanê; me çav mabû di wê rêda
me çav mabû rîya xeyla; ku carek bête der leyla
derînî me ji waweyla; bibînim wê di xemlêda
bibînim cam û dîsa’ê; şepala reng ji re’na’ê
dixûm sondê bi taha’ê; nîne wek te di beẍda’êda
nîne wek te di nêv romê; gelî xelqa nekin lomê
ezê sotim şubhî momê; kirim êsîr di gavêda
kirim êsîr ji reyḧana; vebhitim şubhê çûgana
kirim wek dînê dêrana; şubhî şeyxê di xilwêda
ezê serdarê xilwême; da’îmî ez digel wême
qewî muḧtacê selwême; şukur ya reb te ev çenda