xudawenda gunehkarim

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 minutes  818 views
xudawenda gunehkarim; bi ḧeqqê zatê ekber key
pelîtê mucbê narim; bi wê rewza minewwer key
pelîd û ez bi ’isyanim; xudaya ez peşîmanim
- - - - - - - -Missing; - - - - - - -Missing key
bi ḧeqqê beytê me’mûr key; bi vê necmê bi vê تûûرکەەی
vî merdudî ji min dûr key; bi siddîq û bi ’ummer key
vî merdudî wî napakî; di gel kes wî nekir çakî
perîşanim tu qehharî; bi wê nura pêẍember key
perîşanim tu settarî; reḧîmu xelqî ẍeffarî
- - - - - - - -Missing; bi ab ḧewz kewser key
reḧîm û xelq reḧmanî; bi ḧeqqê ’erşê nûranî
minê miskîn bi ẍufranî; tu kama dil myesser key
ẍerîqim ez bi ’isyanê; bi ayat û bi qur’anê
telebkarim bi ẍufranê; tu iḧsanê myesser key
xudanê lewḧê eflakî; - - - - - - - -Missing
- - - - - - - -Missing; bi ’usman û bi ḧeyder key
ji dest mel’un û bedxahî; dikem sed nalyîw ahî
xudawenda tu îlahî; bi şefî’ roja meḧşer key
xudanê cinin û insanî; ẍefur û saḧb iḧsanî
bibexşî min ji perîşanî; be abrahîm û azer key
bibexşî min ewu jarî; ji ḧerrê şiddeta narî
tu wî qebrê kûrê tarî; bi nûra xu munewwer key
belê mîm û ḧê bi nalîne; bi ḧeq taha u yasîne
xudaya min bi ẍefrîne; bide me dê mibeşşer key