ey dîlberê

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 minutes  1860 views
ey dîlberê, ey dîlberê
wey nazkê dêm qemerê
qamet ji mûm û fenerê
wêran ezim, malim xirab
ey dîlbera gerden letîf
wey nazka qamet elîf
qamet ji reyḧana zerîf
wêran ezim, malim xirab
ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ezim, malim xirab
ey dîlbera gerden ji ’ac
wey nazka mislê zucac
qamet ji reyḧana qirac
wêran ezim, malim xirab
ey dîlbera qamet mîsal
wey nazka dêmî şepal
’işq û meḧebet min li bal
wêran ezim, malim xirab
ey dîlberê, way dîlberê
feryad ji destê kederê
cur’ek ji ava kewserê
wêran ezim, malim xirab
subḧan ji şahê zulcelal
wey nazka saḧb cemal
ji xwendinê kirim tetal
wêran ezim, malim xirab
çavan hiltînî bi meste
cindîya misrî bi deste
li kuştina min te bi qeste
wêran ezim, malim xirab
tu bi qesta min di kujî
tu kafra, dil na sujî
gelek sotim kirim rijî
wêran ezim, malim xirab
gelek sotim kirim kibab
kirye bi min sed reng xirab
«ya lîtnî kinit tirabArabic»
wêran ezim, malim xirab
«ya lîtnî kinit fixurArabic»
wey nazka min te ji dûr
bê hiş kirim xalê di hûr
wêran ezim, malim xirab
bê hiş kirim xalê di qer
biskê syah zilfêd qemer
’işq û muḧbeta min li ser
wêran ezim, malim xirab
sotim biraştim bê ḧisab
lê pirsî bo kirme kebab
kirye bi min sed reng ’ezab
wêran ezim, malim xirab
subḧan ji şahê bi tinê
xalek ji xala gerdenê
ez dîn kirim berdam dinê
wêran ezim, malim xirab
’işqa mezac peyda bûye
îro li min dijwar bûye
hîvî dikim ḧeqîqîye
wêran ezim, malim xirab