5
bîra bêdeng li sipartayê ko bûye pardarê jyana rojane ya mala emîn ’alî begê, niha jî, bi usul, bi wan re di şînê deye. şîn ji malê kêm nabe. her gav ew xebereke nexweş dibhîsin, xebera mirna yekê ḧezkirî bi wan dighê. digel ko malbata bedirxanî li her alyên tixûbên dewleta osmanî hatne belavkirin, ew xeberên xwe dighînin hev. xeberên jyana menfayê, xeberên keser û ḧesretê. berî niha bi du rojan, di vê zivistana 1907 -an de, xebereke no ya nexweş gihya wan; ’elî şamîl paşa li zîndanên tirablusgarbê wefat kirye.
emîn ’alî begê her xeberên nexweş ên ’elî şamîl paşa û evdilrezaq begê dibhîst. dewlet bi taybetî li ser herduyan diseknî. jixiwe evdilrezak beg bi ’îdamê hatbû cezakirin, lê di deqa dawîn de padîşah cezayê wî qulpandibû ser ḧepsa mu’ebed. herçî jyana wan a zîndanê bû, gotin têrî kirêtî û dijwarya wê nedkirin. evdilrezaq begê, bi alîkarya zabtekê dostê wan, xeberên xwe yên zîndanê bi «dinya derve» gihandibû. li gora vê xeberê, ew di odeyeke tarî de hatbû zîndankirin, wî, bi mehan, ji nobedarê ko jî re xwarin tanî pê ve, tu kes nedîtbû, ew derneketbû derve, odeya wî ya zîndanê ewçend tarî bû ko wî roj û şev tevî hev kirne, mişkên mezin bûne hevalên wî yên zîndanê. rewşa girtyên din jî, kêm -zêde, weha bû.
dilê ’elî şamîl paşa yê serberz û serbilnid dê çawan li hember vê rewşa nizim û kirêt xwe rabgirta?.. mirna ’elî şamîl paşa bû darbeyeke xedar û mîna zompekê giran, li ser sînga emîn begê ket. ’elî şamîl paşa kekê wî bû, bi dû ḧemîd têlî begê re, meznitirîn lawê mîr bedirxan bû. ji ber ko ḧemîd têlî beg kor bû û ji wan bi dûr, li şamê, dijya, meznê malbatê li sitembolê ’elî şamîl paşa bû. ew nexwende, lê bîrewer û xurit bû. qehremanyên wî yên şer û pevçûnan li ser zimanan bû. mîr bedirxan, malbata mîr, bedirxanîbûn, welatê bav û kalan cizîra botan her tiştê wî bû. lê wî niha çavên xwe li welatekê pir dûr, di zîndanekê tarî de girtibûn û dewletê rê nedabû ko meytê wî bişînin cizîra botanê yan jî sitembolê. ew mîna kesekê bênas, bêheval, bêkes, bêpişt, li axeke nenas hatbû veşartin. şîna wî nehatbû girêdan, xuşkên wî di şîna wî de li ser xurtya wê nelorandibûn, birayên wî li ser gora wî fatîhe nexwendibûn. ew her yek li derekê belav bûn. bi taybetî jî vê yekê emîn ’alî beg gelekê di’êşand. niha ew li şîna birayê xwe roniştibû. bi kê re? hema bi tu kesê re. li sipartayê, hema çi bigre, qet nasên wan yan jî kurd nîn bûn. bi tenê li derveyî sipartayê, nêzîkî yalvaç û gelendostê çend malbatên kurd hebûn. berî niha bi 50-60 salan, di navenda 1800 -an de, ew ji deverên hekarê hatbûn sirgûnkirin. çaxa wan bihîstibû ko emîn ’alî beg, lawê mîr bedirxan, hatbû sipartayê, ew hema hatbûn serdana wî. pêwendyên wan û emîn ’alî begê bi hev re hebûn. niha jî di şîna ’alî şamîl paşa de, ew derin û tên mala emîn ’alî beg.
mala ko emîn ’alî beg û zarokên wî tê de dijyan, di navenda sipartayê de, maleke du qatî û bi bexçe bû. kes û nasên wan li bajêr nîn bûn. emîn ’alî beg hertim li malê bû, bi tenê carna diçû «tucarler kulubu» ya bajêr û li wir ji eşraf û begên bajêr kesin didîtin û bi wan re li ser ḧal û hewalê dewleta osmanî û bûyerên rojane dipeyvî. dewletê her meh me’eşekê biçok didayê û malbatê bi wê me’eşî, bi zeḧmetî, debara xwe dikir. gava ew no hatbûn sipartayê û ev xanî peyda kirbûn, hingê xanyê ne ewçend tekûz bû; bexçe xirbe, bîra li bexçê miçqî û devgirtî, kevrên nerdewanên herdu qatan şehetî, swaxa odeyan rijyayî û her der gemarî bû. avakirna xênî ji bo malbatê bû meşkeleyeke baş. tevî du karkerên ermen ên bajêr, wan di nav çend mehan de mal kirin mîna qesrekê. banê xênî ji no ve hate raxsitin, swaxeke sipê li dîwaran hate reşandin, mitbax bi carekê lêbû, serşokeke no çêbû, kevrên pêpîlokên nerdewan bi kirêca sipî hatin qaymkirin, devê bîrê vebû û gemarya tê jî hate derxistin û bîr ji no ve hate vejandin û bexçe bû bexçeyekê kesk û şîn, tê de lemên xyar, qitik, firengî, îsot û bacanan bejin avêtin. di avakirna van hemû tiştan de celadet û kamuran mîna du mûryên karker her alîkarî li karkeran kirin û bi şev û roj xebtîn. ḧeta katekê ḧîkmet jî alîkarya wan kir. wan li akkayê, li kêleka bîrekê, jyaneke pepûk winda kirbûn. lê bîra mala wan a sipartayê jyan dida bexçê. karkerên ermen dora devê bîrê bi du qor kevrên nehît, pir xweş, mîna birceke kelehekê lêkirbûn, bîreke genê û xetmê qulpandibûn ser avahyeke sipehî.
tu dizanî, gotneke birayên me aşuryan heye, dibêjin, «ava bîran bi tedbîre.» me jî ava bîra xwe bi tedbîr bi kar tanî, lê digel vê, wê têra her tiştê me dikir. destê bavê min pir teng bû. bi xêra bîrê, me sevzên malê hemû li bexçê diçandin. em li sipartayê mêvan bûn. em ê, îro, sibê, biçûna. lê belê, herçend em mêvan bûn, ewçend jî em li wir dijyan. bavo û me jîneke rojane divya. menfa bêyom bû, xeber nexweş bûn, li bajêr xêrxiwaz kêm bûn, best û kêf nîn bûn, coş dûr bû. bi kurtahî, jîn ẍerîb bû, jîna ẍerîbyê bû. digel vê hindê, ew jîn bû.
siparte bajarekê kevnare û biçok ê têkel bû, tê de tirk, rûm û ermen hebûn. hin dibistanên tirk, ermen û rûman li bajêr hebûn. ji nav wan dibistana aramyan a ermenan hem pir xweş hem jî navdar bû. me di dibistanên tirkan de dest bi xwendinê kir. li malê jî bav û dya min û şehrîban ko bi me re hatbû, tevî bira û xweha min, rojên wekhev li hev zêde dikirin. herwekî te got, hin mal û ’eşîrên kurdan jî li der û dorên sipartayê hatbûn cîwar kirin. carna bavê min diçû serdana wan. gava çûyna wî dihat rojên înyan, ko hingê em nedçûn dibistanê, ez û kamo jî pê re diçûn. em ji deşta sipartayê dibhurîn û diçûn nav ’eşîrên kurdan, konên wan ên reş. carna jî bavê min hemû mal bi xwe dibir seyrangehê, gola kovada û gelyê aksu. li dora golê darên kevin, qehîm û xweş ên guhîz, bî û sipîndaran hebûn. me mehfûrên xwe li binê daran radxistin, xwarnên ko dya min û şehrîbanê ḧazir kirbûn, derdixistin û ew dixiwarin. mîna niha tê bîra min; hingê bavo pişta xwe dida darekê û rojname û kitabên xwe dixiwendin. mezo jî bi dengê xwe yê xweş sitran digotin. ez û kamo û ḧîkmet li nav daran digeryan û tewfîq û sefter jî li dora dya min û şehrîbanê dibezyan.
îro hin serek’eşîrên kurdan hatne û sersaxê ji emîn ’alî beg û kurdan re dixiwazin. ew li kêleka emîn ’alî beg li ser doşek û mehfûrên rengîn roniştine, qehwa tahil vedxun û dibêjin;
- bila serê we, serê me, serê kurdan sax be. reḧma xwedê lê be, ’elî şamîl paşa, lawê mîrê me yê mezin ê gorbehîşt çûye reḧmetê, lê ruhê wî yê şad bijî. li menfayê şîn dijware. lê menfa mêvanîye. qey xwedê dê rojekê vegera me jî bike nasîbê me. çavê me li rê, li benda wê rojêye...