4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  613 views
«dewra felekê li ser me kîne
bextê me reşe, kezeb birîne;
mesken ji me re niho nivîne,
binve kezeba min binve lo! lo!..»

li bajerekê dûr, pir dûr, akkayê, di keleheke kevin û qaym de, li bexçeyekê biçok, emîn ’alî bedirxan li kêleka bîra bexçê ronşitye. li lawê xwe yê biçok bedirxan ko li ser ejnûwên wî dirêj bûye, dinhêre. jina wî sanîḧa xanim û zarokên wê, ji sureya pê ve, li dora wê ne. bedirxan hê zarokê berşîre. ew zarokê sirgûnêye, li sirgûnê hatye dinê. di vê jyana no ya dijwar a sirgûnê de bi tenê bûyna wî kêfxiweşyek daye malbatê. bi gotna emîn ’alî beg, di sala 1906 -an de, divê bi tenê bûyna bedirxan bi bîr were. ne tiştekî din, ne bûyereke din. hatna bedirxan şênahyek û kêfxiweşyek xiste nav zarokan. sanîḧa xanim pê şa bû, zarok pê bûn xwedyê kahnya kêf û lîstikê. emîn ’alî beg jî li serê şîr nivsîn û mezoya biçok, keça malê, mezyetê jî li dorê, bi zimanê xwe yê hûrk û şêrîn, sitran gotin.

niha, di vê roja payza 1906 -an de, bedirxan nexweşe. çavên wî venabin. şênahî û kêfxiweşya malê, bêḧal bêḧereket, mîna çira ber destê sibê, vedmire. ji dengê zîz ê mezyeta biçok pê ve, tu deng dernakeve. bi tenê ew, li kêleka bavê xwe, li «berxo» dinhêre û hêdî hêdî şîra bavê xwe dinehurîne. di jyana kesertijî de, vî danê êvarê jî, li kêleka bîrê, dîsan keser heye.

jyana sirgûnyê ya emîn ’alî beg û mala wî, piştî rêwîtyeke dijwar, di keleha bajarê akkayê de dest pê kir. bedirxanî her yek bi derekê de hatin şandin. keştyan ew, mîna pelên payzê ko yek bi yek ji darê dweşin, li dever û bajarên nenas peya kirin; evdilrezaq beg, ’elî şamîl paşa, osman paşa, mitḧed, ḧesen, xelîl beg li tirablusgarbê hatin peya kirin û zîndankirin. yên din jî li rodos, nablus, şam, akka, yemen, tayf û hin bajarên din hatin belavkirin. cîhê jyana sirgûnyê ya emîn ’alî beg û malbata wî bajarê anatolyê siparte bû. ew li keleha akkayê, di bin çavnêrya ordyê de, li benda çûyna sipartayê man. rêwîtya wan dewam dikir. lê jyan, jyan bo. jyana no li rêwîtyê guhdarî nedkir, bedirxan, di berbangekê de hatbû û bûbû pardarê jyana wan. bi hatna wî re, emîn ’alî begê jî dest pê kirbû, piştî nîvroyan, li kêleka bîra bexçê rone û şîran li ser «berxê xwe» binvîse. tu tiştê ko wan di wê kelehê de bikira nîn bû. piştî nîvroyan celadet û kamuran ji bîrê av dikşandin û pê bexçe av didan, kursî û masa bavê xwe tanîn û li kêleka bîrê datanîn. sanîḧa xanmê jî sêv û porteqal perçe dikirin, ew dikirin sênyekê biçok û datanî ser masa mêrê xwe. ḧîkmet, tewfîq, sefter û mezo jî bi bedirxan re dilîstin û ew dilorandin.

lê niha mezo dinehurîne;

«ne mal û ne saxî û ne rahet,
talan kirne hemî ji mîḧnet;
dijware gelek belayê ẍurbet,
binve kezeba min binve lo! lo!....
hewqas tu mebêje ev çi ḧale
bê sebir mebe welê menale;
ewn û kerema xwedê hevale,
binve kezeba min binve lo! lo!...»

ew hem digrî, hem dibêje. sanîḧa xanma ko li kêleka mêrê xwe ronşitye, jî bêdeng digrî. vî danê êvarê ji bîrê av nehatye kişandin, ceco û kamo bexçe av nedane, li ser masê sêv û porteqal nînin, kes li esmanan nanhêre, teyr li esmanan naxwîn.

bedirxan, berxoyê mala me, mir. li ser ejnûyên bavê min, bi dengê zîz ê xweha min... ẍurbet bû, jîneke dijwar û kirêt bû, bêgavê û bêçaretê bû. şîra bavê min ko navê wê «delalya zarowan» bû, lorînek bû, qîrînek bû. dengekê nerim mîna hewreşîm, xurit mîna pola bû ko li dijî bêgavî û bêçaretyê bilind dibû. bi do re, sala 1932 - an, min ew şîr di hawar-y de weşand, tevî nivîsareke kurt. navê nivîsarê «lorya bedirxan» bû. di şeveke ronî ya havîna germ a şamê de, ez firyam û çûm nik bav û bapîr, dê û birayê xwe berxo û min ew nivîsar nivsî. min di nivîsarê de weha digot; «bi vê loryê ne bapîrê min bedirxan, lê nevyê wî, birayê min bedirxan dinvînand û dilorandin. ev lorya ha ko bi xwe, bi ziman û mana xwe ve hêjaye, ji bona min, ji hêleke din bîreke mezin û zelûle. pê bapîr, bav, dê û birayê min -ko her car ji zûda gehîştine reḧmeta xwedê- têne bîra min.

ji ber ko bedirxan navlêkirîye, tê de navê bapîrê min heye. ew bedirxanê ko bi xurtî û meznahya xwe ve navê xwe, li şûna navê malbatekê xistye. ew bedirxanê ko ji bona yektya kurdistanê xebtye, ji bona serxiwebûna kurdistanê ketye şer û qirênan û her tiştên xwe di vê ryê de feda kirye û ji bona wê jî mirye.

ev lorî bavê min ji birayê min re gotye. ew bavê ko ji min re ne tinê xwîna xwe a pak daye -ew xwîna kurdî ko bi hezar salan ve di zozanên botan de bi bayên bakurê honk dibû û di cizîrê de di nav germya lat û zinarên burca -belek de dikelha û her gav di meydanên şer û rometê de ji sîngên dahatyên malbata azîzan dihat rêtin û ji rayên wan vedmîzit -lê ez ji dil û hişê kurdanî bi xwedî kirim û xistim wê rya ko ew bi xwe û bavê wî tê de mirin.

ev lorî, dya min distirand û pê birayê min dinvînand. ev dya ko gava ez hejdeh, nwanizdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba ḧerbyê, ji min re gotbû: -ma ji te re ne namûse? tu çawan bikevî mekteba ḧerbyê û bibî zabtê tirko. ev tirko ko welatê te ji destê te sitandine, miletê te xistine xulamyê, bapîrê te dîl û malbata te pêrîşan kirne û hon avêtne zîvaryê.

ev lorya ha ji birayê min ê kiçîk bedirxan re dihat gotin. ev birayê ko xwedê di menfayê de da û di menfayê de sitandibû. ev birayê kiçîk û delal ko di nav sê çar sa’etan de ser ejnûwên bavê min, di keleha akkayê de mir...»

bibore ko min weha dirêj kir. lê carna veguhezandina nivîsarên kevin dikarin xweş alîkarî li yên no bikin û saloxdanên çêtir bînin pê.

xwîdan li ser enya emîn ’alî beg civyaye. ew li lawê xwe yê biçok dinhêre. bi destê xwe yê rastê serroyê lêwik, bi hêdîka, mist dide. dilopên xwîdanê û giryê bi ûsil dikevin nav hev.

dilopên avê yên li ser kevrên bîrê, bi aramî û rêzdarî, hevaltî li dilopên din dikin. kerba bêçaretî û kesera veqetînê, bi usul, dilên li dora bîra keleha akkayê diguvşînin. bîra bêdeng ko bûye pardarê jyana rojane ya dilên derketî, niha jî, bi usul, bi wan re li şînê rodne.