6
xwedê ev roj jî kir nasîbê me, çavê me li rê, li benda vê rojê bû... ji kêfa amojna sitî re payan tune. emîn ’alî beg, tevî jin û zarokên xwe, vegeryaye sitembolLocationê, mala xwe. amojna sitî zarok û nevyên xwe, dîsan, bi çavan, dîtne. bedirxanî yek bi yek, ji deverên dûr, vedgerin. derketî û muxalfên siltan evdilḧemîd ko ketbûn ber xezeba wî, vedgerin. heyameke no dest pê kirye, ba û pêlên no hawirdor vegirtine. bîhna serbestî û azadyê ji sitembolê û deverên dewleta osmanî difûre. sala 1908 -an bi coş û heyecaneke boş, bi rûdan û bûyerên tarîxî diqulpe ser sala 1909 -an.
belê, li gora «waqî’ -nûser» û tarîxnasan, ropeleke no ya dewleta osmanî vebûye; meşrûtyeta duwemîn dest pê kirye. êdî siltan evdilḧemîd ne destihlate. gerçî ew hê jî siltan û serekê dewletêye, hê jî li saraya dolmabaxçê, yildiz serayî yê mîna padîşeh, li ser textê zêrîn ronşitye, lê nema «ḧakîmê mutleqê» dewletêye. êdî sedir’ezemên wê nînin, ḧukumetên wî nînin, teşkîlata wî ya îstîxbarat û sîxuryê nîne, ordya wê nîne. sitêrkên ko di esmanên bo-azîçyê de dixurûcin, yên wê nînin. karîna dewletê û çerxa gerandina karên wî ketye destê komeleyekê ko jî re dibêjin «îtîḧad we tereqî cemyet.» «îtîḧad we tereqî» ko xwe mîna «nigehban -ê meşrutyetê» dibîne û dê di ropelên bê de gelekê tesîr li rê û xaçeryên romana bîra qederê bike, piranî ji zabit û sereskeran hatye pê.
kes, hêz û quwetên ko ji ḧukmidarya siltan evdilḧemîd nerazî bûn, gihîştin hev û di rêberya «îtîḧad we tereqî cemyetî» de li dijê evdilhemîd serî hildan. we niha serhildan bi ser ketye; evdilḧemîd hemû şertên serekên serhildanê qebûl kirne. sedir’ezem guherye, ḧukmet guherye, gelek ji paşa û ser’eskeran guherîne. qanûn -ê esasê ko ji sala 1876 -an û vir ve bi kar nedhat, qebûl bûye, qanûna tatîl -ê eşgal ko pêwendya karker û karbidestan bi rê dixîne, derketye. azadya çap û çapemenyê qebûl bûye. hilbjartna giştî çêdbe, mecils -ê mebûsan ko daxwaza herî girîng a serhildanê bû, vedbe.
jyana syasî ya dewleta osmanî ji binî ve diguhere. bi gotna rojnamên taymis û îkdam -ê, dewlet û sitembol diçelqe. li her derê civîn, xwepêşandan, meş û xeberdan heye. hemû çîn û komên civata osmanî li pê ne û li pey mafên xwe ne. gelên netirk yên dewleta osmanî li hêvya mafên xwe yên neteweyî ne. meydan vebûne, qîrîna serbestî û azadyê bilind dibe;
«!Yaşasin hüriyyet!..yaşasin adalet!... yaşasin eşîtlîk»
navenda van hemû guherîn, bûyer û rodanên tarîxî jî, bêşk, galata û dor’alyên galatayê ye. li milekê cade -ê kebîr, beyo-lu, taxên ermen, cihû, yewnan, îtalî û balyozxanên dewletên rojava, li milekê jî bab -ê alî û cagaloglu, galata dîsan bûye şahîdeke bêhempa, dîsan bûye hoste û tarîxeke no dihûne, bûye zêrker û wextî dineqşîne, bûye waqî’-nûser û her tiştî derbasî defteran dike.
keştî tên û hinekê ji galatayê bi dûr lenger davêjin û bi qaykan derketyên azarkêş ên do dişînin galatayê da ko galata wan hembêz bike, xêrhatnê li wan bike, birînên wan bicebrîne, wan ji no ve têxe nav jyana sitembolê ya tevlihev.
sitembol; qedera min, navenda jîna min. sitembol; warê hatin û hebûna min, sya min. sitembol; li welatê ẍerîbyê welatê min, welatê ẍerîbekê li welatê ẍerîbyê, ji kurdistanê dûr kurdistana min... em dîsan vegeryabûn sitembolê, mala xwe. kekê min sureya jî, ji misrê, hatbû. mal şên dibû, malbat geş dibû. her roj bedirxanpaşazadeyekê, bîranîn û tecrubên kirêt û nexweş ên menfayê pê re, dihat. evçend tecrubên mezin, fireh û kûr. evçend rengîn û piral. kîjan gotin dikarin têrî teswîrkirna wan bikin? ax ev gotnên bêkêr, bêkeys û bêruh!.. tu jî, mîna herkesê ko xwe dispêre gotnan û dixiwaze ji wan jîneke no bîne pê, dixiwazî (yan jî em bibêjin, hewl didî) ruh bidî gotnan, can bidî wan rojan... lê tu dê bi kîjan gotnan bikarbê vegera me û wan rojên şoreşê yên sitembolê vejînî?
em vegeryabûn. mal li hêvya me bû. metên min, amojna sitî ko taqeta wê nîn bû, bi me re bihata menfayê û li nik meta min melekê dijya, li hêvya me bû. kadkoy, sitembol û galata li hêvya me bû. heyama no ya tevîhev, jîna no ya nenas li hêvya me bû. lê pêşî me miryên xwe zyaret kirin û ew defin kirin. medame sitela, yan jî bi gotna min medame tikans, kahnya germahyê, wefat kirbû. ez, dayê, şehrîban, kamo û mezo çûn goristana yewnanan û me gora wê zyaret kir. ’elî şamîl paşa li menfayê wefat kirbû. bav û mamên min cenaza wî dan anîn û me ew li goristana karaca’ehmet ko gelek bedirxanpaşazade lê razayîbûn, veşarit. miḧemed begê wanê ko ridwan paşa kuştibû, li zîndanên tirablûsgarbê di bin îşkencê de wefat kirbû. cenazê wî hat û me ew li goristana ئۆسکڵاۆدارێ defin kir. dapîra me hemûyan roşen xanim li şamê wefat kirbû. ji bo wê, me li bexçê mala xwe şitleke dara henaran çand.
menfa bêşop nebhurîbû.
piştî miryên me, em çûn galatayê, pêşya derketyên xwe. ew dihatin, ji beḧra sipî, mîna pêlên wê. rojekê ez, bavo, kekê min sureya, kamo û hin ji mam û metên min, em çûn pêşya mamê min ḧusên paşa. ew ji ta’îfê dihat. mewlanzade rif’et beg ko dê di rojên bê de bibûya mamoste, hoste û hevalê min, pê re bû. ew jî ji yemenê dihat. galata dîsan bûbû roja mahşerê, deng dighyan esmanan. her celeb însan, her celeb ’erebe û payton li wir bûn. bi hezaran kes hatbûn û li hêvya derketyan bûn. derketyên ko di bêdengya berbangên sibê de çûbûn, niha di mahşera danên êvarê de dihatin. ew deqa ko mamê min hat, mîna tabloyeke rengîn tu carî ji bîra min neçû. bavo dest da wî, ew, bi alîkarya bavo, ji qaykê peya bû. dest di destan de, bîskekê, bi çavên kentijî û şil, li hev nihêrîn û paşê hevûdu pihêt hembez kirin. hingê wext seknî...
amojna sitî ko êdî bi zeḧmetî digere, ḧeta bi zeḧmetî xwe dilvîne, ji bo law û nevyên xwe, vê êvarê, nanê tîrê pijandye û xwarnên welêt, yên cizîra botanê, çêkirne. bîhneke ecêb xweş ji xwarnên singûsîr, pelezîz, eprax û epraxê sîran difûre. tevî sanîḧa xanim û şehrîbanê, mezyet, sefter, tewfîq û ḧîkmet jî li mitbexê, li dora wê ne. ew hem li xwarnan dinhêre û hem jî bi zarokan re, bi kurdya xwe ya paqij, dipeyve. bask nînin ko ew pê bifre. zarok, melaykeyên rastîn li dorê ne, geşya ruhê wê dîsan hatne.
- epraxê sîran bidin pîran. epraxê birincan bidin law û gencan... amojna we li dora we bigere, berxkên min, rindikên min, ew dibêje û sefter maç dike.
mîna ko sitraneke no ya osmanî dibêje; dinya xweşe, wext û dewran xweşe.