Xêw

خێو (مادام دە زوولیێر)
لە کتێبی:
خوێندەواریی باو
بەرهەمی:
Madam De Zuwliyêr
 2 خولەک  464 بینین

Bo serdan chuwbum e berwar (qesir) y yekê le dostekanim; l’ewê boyan gêrhamewe ke xêwê pêyan fêr buwe, hemuw shewê le desteyêk y berwarekeda esuwrhetewe, we le mêjewe kes nawêrê l’ew desteyeda binwê. Chunke min l’ewane nebum ke gö bidem e em cheshne birhwa puwchane, zorim lê kirdin ke l’ewê bim nwênin, taku rhastiy’ biyr y xom be des y xom bom sagh bibêtewe.

Shewê bedem xewewe göm lê buw ke shitêk ledergake’we hat e juwrê. Têm xurhiy, dengy nekird; xêweke be espayi desy kird be rhoyin, we be mishe mish bo la y minewe hat. Ew mêze y leber pê y nönekema da nrabu, glor bwewe, kulekem krayewe; iytir xêweke zor nziykim buwbwewe. Nextê silhim kird, we bo ewe ke êsk u cheshny tê bigem, her duw desim bo bird, be pele kutê her duw göm girt; niqey nekird. Göyekany drêj we tuwkin bu; zor lêy rha mam, belham le tirs y ewe ke le des y xomy der nekem, nem etwaniy göy berellha pkem we des bigêrhim le endamy.

Herchende birhwayêk y tewawim hebu ke em xêwe dabayêk y madiye, belham chunke brhiybumewe ke ebê her têy bigem, chiye, heta rhoj rhuwnak bwewe, l’ew bareda mamewe. Ewsa tê geyishtim ke ew xêwe y em malhey xistibu e heleke sema’we le segê b’ewla’we ke fêr buwbu l’ew deste bosheda binwê, hiych y ke nebu.

Beyaniy gelê galhtem b’ew dostanem kird ke le wure y min seryan suwrh mabu.