sereta

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  762 Dîtin

çend carêkî wa řê kewt legeł hendê dost û biradera kořêkî xoşewîstî koy ekirdînewe û le hemû core qiseyekî edebî ebû be şewçerey kořekeman.

le řîzî ew qisaneda řûyan lê enam ke: lem řojeda çîrok û çîroknûsîn derzêkî zor be kełke bo gel û bo bîrřûnkirdinewey gel le hemû wiłatêka koşşêkî tewaw exrête ser barî çîroknûsîn. ca boç ebê to, lem řuwewe xotit mat kirdibê û hîç dengêkit lêwe neyet?

ew řûlênanem beranber be xom be zyad ezanî çunke min xomim le xwar ew baweřey ewanewe ebînî. legeł eweş çarim ne’ema supasî hestekeyanim ekird.

le encama her leser dawakirdinî ewan û gelêkî tirîş ke le kořekeda ne’ebûn û le katî taybetîda da’enîştîn, xistimyane ser ewe ew çîrokanem- ke wextî xoy le govarî gelawêjNava taybetda nûsîwmin- koyan bikemewe û be bergêkî taybetî le çapyan bidem.

lêreda îtir qisekeyanim pê neşkênra. leber ewe hênam ew nûsînanem ke le govarî nawbirawa be nawî çîrokewe biław kirawnetewe kom kirdinewe û kirdinim bem berge û pêşkeşim kird be xwêndewaranî xoşewîstî kurd, umêd ekem le řûy newazşewe lêm werbigrin.

eme û dîsan le baweřî mina pyaw xoy serî xoy nexurênê kes nayxurênê. êmey kurdî perêşan lem řojeda ke herke dest bo demî xoy eba seyr ekem bepêçewaney ewe dest bo demî xełk ebeyn, řabirdûy mêjûman agadarî nekirdûynetewe ke îtir bes bê û waz lew řêgeye bênîn.

bełê, min ełêm îmřo ême «kas»yin, bełam kasî ta key? ta key hemû ’alem hawarî qewmîyetî xoy eka û keçî ême her xerîkî şenkirdinî xermanî ẍeyrîn.

kurd ebê dest be qewmîyetî xoyewe bigrê. be taybetî xwêndewarekan, nexwêndewarekan tê bigeyenin ke ta ême eme ḧałman bêt û bêgane bîn le mêjû û edeb û řaz û nyazî qewmî xoman, herwa wekû em çerxaney řaburdû be wêney ardî naw diřkan emênînewe.

ca bo ewe leme zyatir serlêşêwaw nebîn, ba dest be dawênî qewmîyetî xomanewe bigrîn û bibîn be kurdêkî řasteqîne: dûberekî fiřê deyn, sûdî yek bixeyne berçaw, bo qazancî take nefsî xoman sûdî giştî nedořênîn, kurdayetîman lepêş hemû şitêkewe bêt, gewrey xawen payeman payekey hełînexełetênê, nawî çak le payey berz gelê çatre, pyaw kozerî herzinî xoy bixiwa gelê le genme qendeharîy xermanî ẍeyrî xoy xoştire. qewmî ême bêkese, xoman nebîn be kesî, kes nabê be kesî.