eman mirdim ’îlacê sa le řêy pêẍembera çarê
Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
1 Xulek
3056 Dîtin
eman! mirdim ’îlacê, sa le řêy pêẍembera çarê
wîsal ya qetił ya teskîn le her sê bom biken karê
weha sûtawim esłen tabî feryadim nema sadey
řefîqan nîwe sûtin, êwe namerd, ’erze hawarê
le kuncî sîne dengî ay û oy dił dê be meḧzûnî
wêran bê, nemdî satê lêy neye nałey birîndarê
elay herkes deçim men’im deka xot bo çî řîswa kird?
dirêẍ kwa ḧał zanê? řebbî tûşim bênî bîmarê
le jêr barî xema wa şanî sebirim řêşe êstake
fîraqî yar leber axir şeřî lêm bû be serbarê
le nez’a pêy dełêm qurban cefa bes bê dełê kafir
eme çît dîge? to seg mergî karim mage pêt carê
seba! yaranî meclîs ger hewałî min depirsin lêt
biłê kêşawyete meyxane çawî bêçuwe ’eyyarê
duř û yaqut debarê lem kelame şîrîney kurdîNasnava edebî
xwa sa kwa le dinyada qedir zanê, xerîdarê?