bo kiçan

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  597 Dîtin
kirmek û gware û lagîre û qap û qur’anim
dersî dînîye û exlaqe legeł îmanim
’esmet û ’îfet û namûs û ḧeya zînetme
edeb terbîyeye lazmey îmanim
qîmet û qedrî kiçan şerim û ḧeya û edebe
řêy edeb ’îlme minîş şeftey ’îrfanim
sen’etî îşî des û me’rîfetêkim ke nebê
tîẍ bê cewher û neqiş řefe û heywanim
xidmetî daykim û bawkim wekû nwêj ferze lelam
xakî ser řêgekeyan surmeye bo çawanim