qutabîyek nesîḧetî řefîqanî eka

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  608 Dîtin
lawanî weten ẍîret biken
dey le xew hełsin wa beserçu şew
nema zemanî cehil û nezanî
emřo firsete řojî hîmmite
be ’îlim û sin’et berz ebê mîllet
’alem hemîşe xerîkî îşe
îş ken bemerdî bedestubirdî
yek dił û dem bin ta řojî mirdin