ey musułmanîne nabê pêm biłên çîm kirduwe

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1071 Dîtin
ey musułmanîne! nabê pêm biłên çîm kirduwe?
diłberim bo çî weha destî le xwênim xistuwe?
pencekey xwênawye êsta deka ḧaşa gułim
swênd dexwa be xuda dełê bîlla emin nemkujtuwe
çunke emřo min şehîdî kerbelayî ’îşqî tom
herwekû kew pencekanit wa be xwênim řiştuwe
çawî mestî fîtnecoket wek swarî turkiman
xermenî ’eqił û dił û hoşî be ẍaret birduwe
perçemit her wek peřî tawis ke dedrewşêtewe
hênde nerim û safe wa qur’an dexoy tûkî quwe
kê xelasî dê le qulley qafî ’îşqit çawekem?
zeḧmete bîlla ke çunke piř le sîḧir û caduwe
ew sya wała le dewrey gencekey řuxsarte
piř ’eceb mawim ke wa xomare yaxo gîsuwe?
ya xuda dûr bê le çawî bed, temaşaken gułim
hênde barîke qedî, qur’an dexoy tarî muwe